Ehmed mustefa : Cejna qurbanê li ser kêla pakrewanên Qamişlo

Ehmed mustefa : Cejna qurbanê li ser kêla pakrewanên
Qamişlo

clear.gif

Cejna qurbanê li ser kêla pakrewanên
Qamişlo
Vê cejnê ez bi tenê mam
Na day û ne jî bav


Na xûşik û ne jî bira
Vê cejnê bi tenê
Dil melûl me


Bê yar û bi heval
Bê ax û bi zinar
Bê stêrk û bi asîman
Bê sînor û bi ziman
û her hejar


Em bi tenê bê welat man
Em bi tenê bê sînor man


Bi tenê


Car li benda wê dimînim
û car dengê wan dibihîsim
Bi tenê li rêya tehil û şêrîn meyze dikim


Bi tenê sebrê min nayê
Bi tenê xwen û xayalê min direvin
Bi tenê pelên gîyanên min ji dilê min diqetin


Car digirîm û car dikenim
Ji ber êşa welêt ji cîgera dilê min dernayê


Bi tenê dil melûl dimîn e


Car nexşeyên kurdistanê meyze dikim
Û car li ala Kurdistanê bi difirim
Lê bi tenê di zindana çavên te da dimînim


Vê cejnê qurbanê


Evîna min bû ya Sînema Amûdê
Êş û derdê min bû ya serhildana 12 ê avdarê
Girîyên dayîkan li ser gora wan pakrewanan
Bû ye şeva reş û tarî
Ev çi bi serê me Kurdan de hatî


Bi tenê
hêstirên çavê min,
Dilopên xwînê jê têne xwer
Kezeb dişewitê, can dihelê


Bi tenê welatooo
Helbeçe tê bîra min
Sînema Amûdê ket xwen û xayalê min
Serhildana Qamîşlo bû ye tîrêja roja min
Kobanî û Efrîn bû ne rojhelata roja min
Heyf welato îro bi tenê man
Bi tenê di zindana sînora dilê teda man
Bi tenê bê welat man
Bi tenê ez û te man
û bi tenê li benda roja nûh man
Çima bi tenê ey welato
Çima bi tenê ey dilşeweto


Helbest:Ehmed mustefa
 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى