عروسةالموت نسخة الكرية لآذاد كوباني Azad kobani
Roja ku evîn peyda bû
Di jiyana min de
Ew ji xwînê reş bû
Xwezî ez li qebra tarî mêvan bama
Xwezî ku di himêza dayika xwe de kevir bama
Xwezî jiyanê çavên min nedîtana
Çavên evînê birjên
Pergala evînê bela be
Pênûsa min lal kir
Pelên helbesta min şewitand
Çavên min kor kirin
Gava destê te dan destê mirinê
2
Jiyanê kerasekî reş kir
Û pê şabû
Çavên xwe kil kirin
Gulan ji gulistanan bar kirin
Tîp û helbestên Azad Kobanî sond xwarin
Bê te
Bi jiyanê şa nabin
Ey bûka mirinê
Mijûl kirin wan bîranînên kevn
Ez xaç bûm li ber deriyê wê .. wê bûkê .. wê keçê
Dema ku peyalê evînê
Me li hev bela kirin
Li ber çavên rojînê
Wê rojê ji sibatê
Got : " ez dînim ..ez wenda me "
Çavên te birjin felek
Wan destên te yên zalim
Xaç kirin yara min
Li ber deriyê goristanan
Evîn wenda kir
Di jiyana me de
Evîn wenda kir
Di jiyana me de