كلمات اغاني الفنان ارام تكران

Şev çû
Şev çû ma tu êdî hew têyî lo
Ez ranazêm kengî bêyî te xew tê lo
Xanî buye zîndan, tê de renazêm
Tev seher qîr û nalîn tew tê lo

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû
Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû
Rabe pey kev ay dil zû wê werîne
Tez biriştim ay dil îşev çima çû

Ay dil ay ma kes nîne mîna wê (na welle)
Ji boyî çi tim dilxwazê dîna wî
Ax dema destâ wê li bin serê min
Bi min xweş tê gelek hilm û bîhna wî

Te ji min dil bir carek min ji ter nedgo na
Te rû kûl kir carek min ji ter nedgo na
çima îro tu ji min xeyidî ye
Te bi min çi dikir carek min ji ter nedgo na

Dilê min jî te dixwazê bibîne
Ti bi dûr ketî çavê min te nabîne
çima roja eşqa hevqa kin bûne
Lê ev şîna dil jî her tim namîne

 
رد: كلمات اغاني الفنان ارام تكران

Newroze Newroze
Newroze Newroze
Sibe ye Newroze
Maçek bide min yar
Cejna te pîroze

Newroze bihare
Bel bûne gul û dare
Bîna gul û lale
Destê min bi dest yare

Newroz û mizgîne
Bihara rengîne
Kesk û zer û şîne
Xalîça rengîne
 
رد: كلمات اغاني الفنان ارام تكران

Leyla
Tu bedew î, tu nazik î Leyla Leyla
Keça Kurda çiqas rind î Leyla Leyla
Leyla Leyla Leyla...
Leyla Leyla bihare
Dilê min zare-zare
Leyla Leyla êvare
Hêvya te me de were
Leyla Leyla bihare
Dilê min zare-zare

Tu kulîlka çiyayê Kurda Leyla Leyla
Tu dermanê dilê xorta Leyla Leyla
Leyla Leyla Leyla...
Leyla Leyla bihare
Dilê min zare-zare
Leyla Leyla êvare
Hêvya te me de were
Leyla Leyla bihare
Dilê min zare-zare
 
رد: كلمات اغاني الفنان ارام تكران

Diçim Diçim Nema Têm
Diçim diçim nema têm
Ez heyirîm çi bibêm
êdî tişkî nema kêm

Ez aşiqê çavê te
Memnûn im ji bavê te
Lê awirên diya te

Diçim li vir namînim
Bes e derda hilînim
Pel ji te ra bişînim

Tu carek wer mala min
Tu şa bike dilê min
Ewê çi be halê min

Ax û of bê feyde ye
Dem dema min û te ye
Erê xelkê çi ji me ye
 
رد: كلمات اغاني الفنان ارام تكران

Bisk Bi Têl
Bisk bi têl, bisk bi têl
Her were b’ hêle-mêl
Bisk bi têl, bisk bi têl
Dîsa siba te bi xêr

Sibe ye tavê daye
Bisk û tûncik badaye
Bisk bi têl, bisk bi têl
Muhbeta nav dila ye

Bisk bi têl keça rind e
çîçeka nava gund e
Bisk bi têl, bisk bi têl
Serê min jî bilind e

Sibe ye ro germijî
Ez û tu tevde bijîn
Bisk bi têl, bisk bi têl
Vê hesretê m’ dikûjî
 
رد: كلمات اغاني الفنان ارام تكران

Gelo Ew Kî Ye
Gelo ew kî ye, ji wê de têye
çi bejnek zirav, wek rihanê ye

Gelo ew kî ye, ji çi eslî ye
çavî kil dane, keça Kurdane (dîsgotin)

Navê wê Xan e, gula baxçan e
Eslê bavê xwe, keça Kurdan e
(Dîsgotin)

Ew çiqas xweş e, çavê wê reş e
Bejna narîn e, bi xwe şêrîn e
(Dîsgotin)

Xwezî min bidîya, têr jê hezbikra
Wê ji dilê min, ecêb xweş bikra
(Dîsgotin)

Min xew de dîye, dibêm horî ye
Nav lê danîne,dibên Têlî ye
(
Dîsgotin
 
أعلى