كلمات اغاني الفنان ديار ديرسم

رد: كلمات اغاني الفنان ديار ديرسم

Gula min
Yar dilêe min de girtî
Ez hêsirê şeveke lal im
Bi ser dil de dinalim
Tu di bira min de yarê yarê

Tariya şevê de çum xar
Dil buye tar u mar
Bê te nabe nabe yar
Tu di dilê min de ye yarê

Hîv tune xwiya nabe
Ditirsim îşev sibe nabe
Li ku ma ev roj dernayê
çi buye bi vê dinyayê

şevên reş bila herin
Rojên geş tim yên me bin
Ez û tu li ba hev bin
Heta mirinê yarê
Tu gula ber bêhna min
Tu evina dilê min
Him derd û dermanê min
Ax belayêa serê min

 
رد: كلمات اغاني الفنان ديار ديرسم

Gulê Gulê
Gulê Gulê delale Gulê
Weka ava zelale Gulê
Ez heyrana bejna te Gulê
Beje tu qîza kêyî Gulê
Gulê diçe guniya Gulê
Digere li ber çiya Gulê
Ez qurbana bazina Gulê
Tu delalya gundiya Gulê

Gulê diçe sosina Gulê
Derdixîne bazina Gulê
Ez heyrana bejna te Gulê
Ketiya destê nezana Gulê
 
رد: كلمات اغاني الفنان ديار ديرسم

Heval Heval
Tari bu ezman roj xuya nayê
Kul û xemê min civiyan sebra min nayê
çavê min digerin dayê Mizgîn tune ye
Gotin ew jî bû stêrk bar kir ji dinyayê

Heval Heval! Hevala me
Tu sorgulêk li baxê me

Em tev rewiyên doza te
Bila bê xembi dilê te

Sekinîne lê dayê avên van çema
Weşiyan pel dayê zu ketin ji dara
Nabuhurî ev roj dayê bûye wek sala
Mizgîn bu janek dayê ket hemû dila

Bêhna te tê Heval ji van hemî gula
Denge te tê Heval ji serê çiya
Buye helbest digerî li ser zimana
Bû roj heval hilatî li şeva
 
رد: كلمات اغاني الفنان ديار ديرسم

Narinê
Min ji teyran teyrik di bu
Narinê narinêe narina min
şekirê şerinê bermaliya min
Li ezmanan xwengi bû

Narinê narinêe narina min
şekirê şerinê bermaliya min

Zava siwarê hespê boz
Li meydanan rakir toz

Govendeki li darxinin
Buka me bi rêxînin.
 
رد: كلمات اغاني الفنان ديار ديرسم

Natirsim
natırsım natırsım bombe té natırsım
natırsım natırsım jı tope te natırsım
paşaye te tirsonek hemi bune vırek
tırsonek tırsonek tırsoneke mezın
bibarin bombeyên xwe ey raqibê xwinxwar
paşayên te tırsonek tev bune din û har
pır hêrsin çavên te lê kes natırse ji te
qelevin virên te bi xwine destên te
xof ketiye dilê te ,xew nekev çavên te
tırsonek tırsonek tırsonekê mezin
ê te fırokên te é me bazén me heye
ê et bombén te ,e me dilên me heye
 
رد: كلمات اغاني الفنان ديار ديرسم

Qederê
Te dî te dî rindam te dî
Rindam li qarşî ye te bela xwe dî
Min ji vê dinê qet xêr nedî
Oy oy oy qederê
Oy oy oy qederê
Ketiya serê min qet ne derê

Va çi gund e di kortê da
Mala axê di ortê da
çirak sor pêdikeve
Ser mala ku rindam tê da
 
أعلى