كلمات اغاني الفنان العملاق شفان برور

رد: كلمات اغاني الفنان العملاق شفان برور


Xezala min


Xezala min, delala min konê bavê te çît e
Xezala min delala min kon girêda bi şirît e
Xezala min delala min tu rabe weris bîne
Were ba min bi min re bikene li mala me kes nîne
Were ba min bi min re bikene li nav kona kes nîne

Xezalê delalê wek sitêrkê li ezmana
Mala barkir koç bi rê ket, koçer tev çûn zozana

Xezala min delala min evîn xweş e bi du dila
Evîna me şan û şîn be bi bilûra şivana

Xezalê delalê were can lê hê lê can
Xezalê delalê were can
Evîn xweş e li zozanan li ber qiraxê çeman
Evîn xweş e li zozanan lê
Deşta Heranê pir germ e ez namînim li vê derê
Destê xwe bide min tu em biçin tev
şerefdînê

 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق شفان برور



Kirîvê

Ax de were lê, were lê were lê lê...
Ax kirîvê lê lê......ax
Kirîvê vê sibê wezê bi
çiyayê Şengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê lê..
Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da

Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, şînordeka
çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê ...
Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û şop û rê li min û te girtî ye
Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî
êzidî ye kirîvê lê lê...
Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne
Xwe berde pozê Şengala Şewitî
Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde
Kirîvê lê lê...
Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be
Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê...

îcar keçikê bang kir:
Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me
Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Şêxaltîkê Melekê Tawis be
Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me kirîvo lo…
De ramûsanê m keçkê
êzidîyan, di xweşbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo…
Sîng û berê min, kara xezala mi xibşê, mi dîlimezê, min kevoka, şînordeka
çemê Xêbûr e hê kirîvo lo…
De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna şekirê Amedê di devê cuhê de axitkirî dişîne, kirîvo lo…

 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق شفان برور

Buharê hat Buharê


Buharê hat Buharê
Gul vebû li rûkê yarê
Wexta çavê min lêket
Aqil ji serê min çûbû derê
Buharê hat Buharê
M’gulek dî l’rûkê yarê
M’bala xwe da vê gulê
Ji dil de evîndar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhar hat tevb’gihayê
Tev girt çol û çiyayê
Buhar hate govendê
Govend qada mêra ye
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhara me şêrîn e
Tevde gîhayê hêşîn e
Keçê dilê min xweş ke
Giş bi kul û brîn e
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne


Buhar çi xweş û rind e
Tev girt bajar û gund e
Keçê te ez helandim
Carek serî limin hilde
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق شفان برور

Ey Reqîb

Ey Reqîb her maye qewmê Kurdziman
Naşikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr dike xwîna diyan me da rijan
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Em xortên Midya û Keyxusrev in
Dîn îman û ha îman her niştiman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan
Lawê Kurd e, bûye ser pê wek şêran
Da bi xwîn neqşîn bike tacê cîhan
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Xortê nuh tev hazir û amade ne
Canfida ne canfida her canfida
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan
 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق شفان برور


Lê Dotmam


Xeber hate min li ser eşqa dil
Eywax gul bû evîndara bilbil
Bilbil xema qet nakşîne ji gul
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê

Dotmam dayika me tev niştiman e
Diqîrî digazî li ber desta ne
Wê çawa bê sebra me Kurdan e
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê

Dotmam tu pir şêrînî li ba şivan
Lê niştiman nadim bi hezar yaran
Bo azadî dil û canêm qurban
Bo rizgarî divêm axa goran
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pisma
 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق شفان برور

Ala rengîn


Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bimeş
Tu’l ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş
Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu
Ey xortê Kurdan silavê le bikin

îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz
Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz
Kesk û sor û zer î, nişana zafer î
Ey keçên Kurdan silavê le bikin

Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim
Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im
Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î
Ey xortê Kurdan silavê le bikin
 
أعلى