Şivan Perwer برور شفان

De lorî kurê min lorî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî

Gernas û mêrxas divê tu negrî
Şênî ku sax bin nema tu bimrî
Dujmin bi top û firok û leşker
Bombardiman kir welat li her der
Hilweşandin tev mizgeft û dîwar
Kûr kûr dinalin jar û brîndar
Zar û zêçên Kurd pir têne kuştin
Dexl û rez û pez tiştek nehiştin

Tazî û birçî kir banger û berf
Wan venaşêrin van şikeft û berqef
Li ser zikê xwe diçin bi mestî
Hin dest û hin pê, hin ser şikestî
Di şevreşan de gernas e rêber
Şêrê brîndar dema diçin şer

De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gelê hişyar e gelek giha ye
Tiving di dest e li ser çiya ye
Sêr û piling in hawîr dibazin
Doza me Kurdan serbest dixwazin
Bi xwîn nivisîn li ser zinaran
Livir nemaye cîyê neyaran
Bi qeşte dujmin qada me berde
Ev der welatê gernasê Kurd e
Qada me berdin ji bo me yekser
Em aştîxwaz in me navê ev şer
Em jî wekî we divên serbesti
Ma kî dixwaze dîlî û bindestî
 
Ey Reqîb ( Ey Dujmin )
Ey Reqîb her maye qewmê Kurdziman
Naşikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr dike xwîna diyan me da rijan
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Em xortên Midya û Keyxusrev in
Dîn îman û ha îman her niştiman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Lawê Kurd e, bûye ser pê wek şêran
Da bi xwîn neqşîn bike tacê cîhan
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Xortê nuh tev hazir û amade ne
Canfida ne canfida her canfida
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan
 
Serfirazkin (Venseremos )
Îro gel dike şerê jînê
Hêz dike bi xurtî û ramanî
Bimre neyarê gela cunta
Bijî ‘Yekîtiya Popular’
Serfirazkin serfirazkin bişkînin zêncîrê zordarî
Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî

Bi hurandin, bi girî fêde nakî
Hatin wê bibe sosyalîst
Wê sibe ji îro xweştir çêbe
Ewê dîroka min nû vebe
Serfirazkin serfirazkin bişkînin zêncîrê zordarî
Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî
 
أعلى