Li ser aştî, azadî, dostanî, wekhevî, welatparêzî û biratî, li ser jiyanê, li ser tekoşînê, li ser bindestiya gelê kurd, li ser beg û axayên li Kurdistanê ku gelê me paşverû hîştine, li ser karkiran, û cotkaran, li ser şaîr û hozanê kurdan, li ser dewlemendên bêasil, li ser cografiya Kurdistanê, li ser dîroka Kurdistanê, li ser çiya û banî, zinar, daristan û gulên Kurdistanê, li ser zimanê kurdî û dewlemendiya zimanî kurdî û hînbûna zimanê kurdî, li ser folklor û stranên kurdî, li ser yekîtiya kurdan, li ser evînê û li ser têkoşîna gelên bindest di cîhanê de jî gelek şîr û helbest nivîsîne. Cigerxwîn di hinek helbestên xwe de pir nerm e, bi hesret û keder e, di hinek helbestên xwe de bi gazinc, û hawar e, di hin helbestên xwe de bi derd, kul, keder, ax û zar e û di hin helbestên xwe di jî pir bi hêrs e, û sitemkar e. Ew bi nermiya xwe, bi hesret, û kedera xwe, bi gazî û hawarên xwe, bi derd, kul, kered, ax û zarên xwe, bi hêrs û sitemkariya xwe, her dem bi gelê xwe re bûye. Cigerxwîn li her çar parçeyên Kurdîsanê geriyaye û di têkosîna gelê me de her dem bi wan re bûye û bi helbest û afrandinên xwe kêseya gelê me aniye ziman. Bi rastî ne hedê min e ku "ez hostayê mezin Cigerxwîn binirxînim". Lê ji ber ku îsal sedsaliya Cigerxwîn e, dixwazim çend helbestên Cigerxwîn bidim nasîn û bi vî awayî Cigerxwînê mezin bi bîr bînim û serê xwe li ber wî bitewînim. Ez pir serfiraz û sebilind im ku min di hebûna Cigerxwîn de di sala 1981'î de li bajarê Bremena Almanya di sahiya NEWROZÊ de ew dît û destê wî maçî kir. Cigerxwîn di sala 1984'an roja bîs û dudiyê meha dehan de (22,10,1984) li Swêdê çû ser dilovaniya xwe. Lê ewê di dil û jiyana gelê me de wekî deryayekê wekî hozanekî heta hetayê bimîne. Mirov nikare Cigerxwîn bi çend gotin û meqaleyan bîne ziman. Bi rastî divê di pêsrojê de li ser jiyan û hemû helbest, afrandin û nivîsên Cigerxwîn kar û xebateke pir berfireh û akademîk bê çêkirin da ku gelê me û zarokên me xezîneya ku Cigerxwîn ji me re bi cih hîstiye bastir nas bikin. Cigerxwîn di helbesteke xwe de jiyana xwe bi kurtasî dide naskirin û ............. ji malpera Cegerxwîn......
ji bo hûn xweş wî binasin