ÊzÎdÎ

Dibêjin, ku qencî qenciyê dikşîne. Wisa diyar e, ku Êzîdiyan piştgirya Yezîd li hember dijminên wî û wî jî ew diparastin.Dema ku leşkerên Îslamê welatê Kurdan Kurdistan wêran kirin û dane ber xwe, piraniya Kurdan Êzîdî bûn. Hejmareke pir hindik ji Kurdan File bûn. Filehan xwe bi Incîlê û hatina navê Îsa di Qur‘anê de xwe ji kuştinê xelas kirin. Wekî din jî hên Pêxember li jiyanê bû destûra filehan dabû, ku bimînin li ser ola Îsa. Pêxember ev tişt bi nivîsîn li paş xwe hiştiye. Ev nivîsîna Pêxember Mihemed hên di destên wan de ye. Cihûyên Kurdistanê jî mane li ser ola xwe ya kevin. Wan jî xwe bi tewratê ji kuştinê xelas kir. Kurdên-Êzîdî, yên Di‘ayên wan bi dev bûn, hatin koçberkirin, talankirin û wêrankirin. şûr ji ser gerdenên wan bi sedên salan nehate xwar û ranebû. Êzîdî heya îro jî dibêjin, ku di yek rojê de 10.000 mirov dest û ling girêdayî avêtin ava mezin û Diclê û Yezîdê siltanê Şamê ev tişt bihîst. Daku dilên van mirovên bindest û barketî werin kirîn, rabû xwe nêzîkî wan kir. Pesna wan bi mêraniyê da û pir edetên wan qebûl kir. Bi alîkariya wan wî dixwest pişta xêrnexwazên xwe bişkîne. Weke me berî vê gavê gotibû, wey li wî ku hevalbendan ji xwe re bibîne. Heçkê Yezîd bû soz û qirar dabû Êzîdiyan, ku zilm û zorî ji ser wan here û bê hilandin. û bi rastî jî wî pir tiştên wan serbest kirin û azadî dabû wan.

Misilmanên ereb xwe nedan pişta Yezîd. Navê wî bi rengekî nebaş û li dij-îslamî derketibû.

Bi teybetî misilmanên Îraqê pir li dijî wî bûn. Heya îro jî tu mirov nizane, bê çima Yezîd guhdaneke baş li Êzîdiyan dikir. Dibe ku diya wî keça Kurdan be û ew xwarzê wan be. Nexwe çawa Êzîdiyan hewqas giranbihabûn û rûmet dabûne wî. Pir Qewl, stiran û helbest li ser wî deranîn.

Qewlê Qazî Şero li ser berz û danberheva di navbera Qaziyê Şamê û Siltan Yezîd çêbûye û heya îro jî Êzîdî wê distirînin. Qewlê Yezîd bi zimanê kurdî hên di nav Qewlên Êzîdiyan de heye.
 
Qewlê Qazî Şero li ser berz û danberheva di navbera Qaziyê Şamê û Siltan Yezîd çêbûye û heya îro jî Êzîdî wê distirînin. Qewlê Yezîd bi zimanê kurdî hên di nav Qewlên Êzîdiyan de heye.

Qewlê Êzîd

I. Hikîmî dikim hikyate
Şêr xudanê atqat e
Hila binêrin Siltan Êzîd çi rûkî hate, rûkî’inyat e.

II. H’ikîmî pê dizanî
Pirsê pike ji min h’eyranî
Ku bû qiseta Mu’awî, wî Siltanî.
III.
Mu´awî, wê xederê xwe neda bere
Li bajarê Dîmeşqê kir sefere
Got: "Maka Siltan Êzîd ji Dîmeşqê anîbû dere.
IV.
Maka Siltan Êzîid ji Dîmeşqê rabû
Ajot ber derê ber derê Misrê bû.

V.
Dajot ber derê Misrayê
Dem hatiye we’dayê
Dahir buye Siltan Êzîdê min.

VI.
Dahir buye Siltan Êzîdê mine
Ew ne biçûk e, lê mezin e
Zor pirsetê giran lê diçûne

VII.
Jê diçûn zor pirsete
A’mê daniye saw, hêbete
Zerpane meriyan k’iryamete.

VIII.
Sibikê li min bû sarî
Siltan Êzîd makê pirsî
Got: "Hewalê me li vir çiyeç"

IX.
"Sibekê li me bû sarî
Em derxistin kirine wî şeharî
Em li wir bûn, li wan bû ronahî
Em derketin, li wan bû tarî".

X.
Soro weke pêt e
Kî kor e, Siltan Êzîd nebivêteç

uhw..............
 
Ev berberîtiya di navbera malbata Yezîd û Eliyê Şêr de hiştibû misilmantî perçe bibe û her wiha Êzîdî jî weke hemû gelên din bin rima Emewiyan de mecbûr bûn, bikevine nava wan. Bê guman dê bikevin himbêza wî serokî, yê tozekê wan parastibû, ew serbest kiribûn û ew bi darê zorê nekiribûn misilman. Ew jî Yezîdê siltanê Şamê bû. Di dîroka Êzîdiyan de hatiye gotin, ku ne bitenê Yezîdê Şamê Êzîdî dane ber himbêza xwe. Her weke Sofî Hisênê Helac jî rê û çanda ola Êzîdiyan, weke baweriya wan bi hebûna Tawisî-Melek û rastbûna felsefa wî diparast û tanî ser ziman. Wî jî weke Êzîdiyan digot, ku Tawisî-Melek ne xebera xirab e û weke misilman dibêjin mîrê dojê, şewatê pêt û agir e. Çima ku ev gotin gotibû, misilmanan wî kişandin mehkemê û serê wî jêkirin. Şêx Abdilqadirê Gêlanî, yê ku bi xwe Kurd bû, biryar standibû ku tucar Kurdên-Êzîdî bi şûr neke misilman. Êzîdî di dema wî de pir serbest û azad bûn. Êzîdiyan pir mirovên hevalbendên xwe weke Yezîd û xeynî Yezîd jî bi qencî û başî anîne ser ziman. Ew dost jî her ne Êzîdî bûn, yan misilman bûn anjî Fileh û ji olên din bûn.

Nebûxet Nesir navê wî di Mishefa reş de hatiye gotin. Ew jî em dizanin, ku Nebûxet Nesir Êzîdî dabûne pêşiya leşkerên xwe yên babilî û şerê Cihûyan kiribû. Wî bi alikariya Êzîdiyan Orşelîm û Quds û ji Cihûyan standibû û pir Cihû êsîr kiribûn û anîbûn Kurdistanê. Di destpêka sedsala 20 de Osmaniyan fermana Êzîdiyan rakir. Hacoyê Zaxuranî mirovekî kurd bû, lê belê misilman bû. Wî êla xwe, Êzîdî û Flieh tev kirin yek û li hemberî Osmaniyan şerekî pir diJwar û giran kiribû. Şerê êla Hevêrkan li dijî Osmaniyan li ser çiyayê Bagokê pir bi nav û deng e. Em dikarin bibêjin, ku ev şer şerê azadiyê bû û berxwedaneke gelê me bû.

Dewrêşê Evdî mêrxasekî Êzîdiyan bû û ji êla şerqan û milan bû. Zor Temir paşa serekêlê vê eşîrê bû. Ew jî misilman bû.

Mixabin, ku hêje nemerd hene, yên dibêjin Êzîdiyan Hesen û Hisên kuştine. Bi vê xapandinê bêbingeh Elewiyan jî pir Êzîdî kuştin.

Mixabin, ku hêje nemerd hene, yên dibêjin Êzîdiyan Hesen û Hisên kuştine. Bi vê xapandinê bêbingeh Elewiyan jî pir Êzîdî kuştin.

Kerbeke pir bi qirêj ji wan girtin û çavreşiyeke pir nebaş avêtin wan. Lê weke gotina mêrxasan ku dibêje: "Heya rastî derkete meydanê, virê ciyê xwe girtibû". Heya Êlewiyên-Kurd ev rastî naskirin, pir xirabî, şer û kuştin ketibû navbera Kurdan xwe bi xwe. Di rêya vê vira xêrnexwazan bi hezaran jin, zarok, mêr û xort ji herdu ciyan hatibûn kuştin. Mebesta min ji van mînakan ev e, ku pir mirovên Ne-Êzîdî Êzîdî dane ber himbêza xwe û ew ji ber zilmê hemandine lê ne mane wê ew e, ku Êzîdî ji miltên wan bûn. Gotina Ê - Zî - Dî ji zimanê somerî hatiye û mane xwe ev e: "Yên ku li ser rêya rast in", yanî li pey Xwedê ne û Ezda; Ezdayî û . Heke em vegerin ser kuştina Hesen û Hisên em dê zanibin, ku ew bi destên malbata Yezîdê Şamê hatiye kirin. Herdu birayên hev li nêzîkî Kerbelayê li Îraqê hatine kuştin. Dîrok dibêje, ku Hisên bitenê hatiye kuştin. Şî‘î vê rojê bi Aşûra bi nav dikin û her sal vê bîranînê bi şîneke giran û mezîn pêk tînin.

Li dawiya gotara xwe ez dê çend pirsan bavêjim meydanê û dizanim, ku tucar misilman nikarin bersivan ji wan re bibînin. Em Êzîdî bitenê dikarin persivan ji wan re bibînin: Ma çawa Êzîdî dê beşek ji Îslamê bin û Duwayên wan bi kurdî û ne bi erbî ne û wekî din jî ne weke nivêja Îslamê ne? Ma çawa dê ew misilman bin û rojiyê wan ne weke rojiyên Îslamê ne û ne di mehê Remezanê de ne? Gelo dê çawa li pey Yezîdî Şamê bin û ew her çar êlêmêntên jiyanê, ax û av û ba û agir pîroz dikinÎ Gelo dê çawa misilman bin û ew Tawisî-Melek dihebînin. Gelo dê çawa ew misilman bin çaxê ew bi xwe dibêjin, ku tu Pêxemberan nasnakin û Pêxember ji ola wan re tune. Bitenê Tawisî-Melek heye?. Ew dibêjin, Pêxember jî mirov bûn û her mirov dikeve şaşîtiyan. Lê Tawisî-Melek bi xwe gotina Xwedê ye û tucar tiştên şaş belav nake. Ma çawa Êzîdî beşek anjî mezhebek ji Îslamê ne û ew şêşims û Xwedanê Rojê û û agir weke nîşana Xwedê, Ezdayê Pak li ezmanan dibînin? çewa her wiha berî Îslamê wan roj weke Xwedakî bilind û mezin dihebandin û diperestin. Ma dê çawa Êzîdî misilman bin, çaxe ew tu mirovên biyanî di ola xwe de qebûl nakin? Heke bi rastî ew misilman bûn, gelo çima Îslamê bi hezaran ji wan kuştin, welatê wan talan kirin jin û bûkên wan direvandin û bi zorê mehr dikirin û misilman dikirin? Bitenê Osmaniyan 72 ferman li Êzîdiyan rakirin. Na û hezar carî na: Em ne misilman in û em berî Yezîdê Şamê ne. Her Êzîdiyekî rewşenbîr û bi dîroka xwe bizanibe, dizane ku ola wî olan Kurdan e, kaniya gelê Kurd e, pir kevnar e, pir bi rûmet û qîmet e. Em destên xwe didine wan mirovan, yên ola me weke oleke serbexwe dibînin. Em dostaniya wan gelan û mirovan dixwazin ji dil û can, yên bibêjin Êzîdî birayên me ne. Dem hatiye wê tîrê, ku ola Êzîdiyan weke oleke serbixwe û kevnar û berî Îslame bê naskirin û qebûlkirin.
 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى