Dibêjin, ku qencî qenciyê dikşîne. Wisa diyar e, ku Êzîdiyan piştgirya Yezîd li hember dijminên wî û wî jî ew diparastin.Dema ku leşkerên Îslamê welatê Kurdan Kurdistan wêran kirin û dane ber xwe, piraniya Kurdan Êzîdî bûn. Hejmareke pir hindik ji Kurdan File bûn. Filehan xwe bi Incîlê û hatina navê Îsa di Qur‘anê de xwe ji kuştinê xelas kirin. Wekî din jî hên Pêxember li jiyanê bû destûra filehan dabû, ku bimînin li ser ola Îsa. Pêxember ev tişt bi nivîsîn li paş xwe hiştiye. Ev nivîsîna Pêxember Mihemed hên di destên wan de ye. Cihûyên Kurdistanê jî mane li ser ola xwe ya kevin. Wan jî xwe bi tewratê ji kuştinê xelas kir. Kurdên-Êzîdî, yên Di‘ayên wan bi dev bûn, hatin koçberkirin, talankirin û wêrankirin. şûr ji ser gerdenên wan bi sedên salan nehate xwar û ranebû. Êzîdî heya îro jî dibêjin, ku di yek rojê de 10.000 mirov dest û ling girêdayî avêtin ava mezin û Diclê û Yezîdê siltanê Şamê ev tişt bihîst. Daku dilên van mirovên bindest û barketî werin kirîn, rabû xwe nêzîkî wan kir. Pesna wan bi mêraniyê da û pir edetên wan qebûl kir. Bi alîkariya wan wî dixwest pişta xêrnexwazên xwe bişkîne. Weke me berî vê gavê gotibû, wey li wî ku hevalbendan ji xwe re bibîne. Heçkê Yezîd bû soz û qirar dabû Êzîdiyan, ku zilm û zorî ji ser wan here û bê hilandin. û bi rastî jî wî pir tiştên wan serbest kirin û azadî dabû wan.
Misilmanên ereb xwe nedan pişta Yezîd. Navê wî bi rengekî nebaş û li dij-îslamî derketibû.
Bi teybetî misilmanên Îraqê pir li dijî wî bûn. Heya îro jî tu mirov nizane, bê çima Yezîd guhdaneke baş li Êzîdiyan dikir. Dibe ku diya wî keça Kurdan be û ew xwarzê wan be. Nexwe çawa Êzîdiyan hewqas giranbihabûn û rûmet dabûne wî. Pir Qewl, stiran û helbest li ser wî deranîn.
Qewlê Qazî Şero li ser berz û danberheva di navbera Qaziyê Şamê û Siltan Yezîd çêbûye û heya îro jî Êzîdî wê distirînin. Qewlê Yezîd bi zimanê kurdî hên di nav Qewlên Êzîdiyan de heye.