كلمات اغاني الفنانة Yekbûn


Gulê
Gulê tu çima nayê bamin
Fedîneke were rûnê cemmin
Hêstir dikeve li çavê min were

Jiyan bêyite ne tiştike
Sebramin nema
Jiyan bêyite ne tiştike
Ez dimirim were

Porêm reşbû te spî kir
Emrêm pir bû te nêvî kir
Ez hatime te bixwazim were

Jiyan bêyite ne tiştike
Sebramin nema
Jiyan bêyite ne tiştike
Ez dimirim were
 

Kejê

Kejê nikarim bê te
Kejê dimrim ji bo te
Kejê dikim bêm ba te
Kejê ketime bextê te Kejê

Kejê li min binere
Kejê derdê min pir e
Kejê ew çi awir e
Kejê ketime bextê te Kejê

Kejê ez ne berdûşim
Kejê ez ne serxweşim
Kejê tenê dilêşim
Kejê ketime bextê te Kejê

Kejê hez dikim ji te
Kejê dîn bûme ji bo te
Kejê dilêm dişewite
Kejê ketime bextê te Kejê
 

Jîyan

Jîyan ne tenê dengê tembûrê ye
Ne tenê helbestek e ne jî çîrok e
Ne jî kasek av e yan pariyek nan
Jîyan dijwartir e ji çandina hêviyan

Lorî lorî lorî lorî kurêm lorî, berxêm lorî cergêm lorî

Jîyan dirêjtir e ji meh û salan
Jîyan mezintir e ji gund û bajaran
Jîyan kûr e weke bêhn û wek çeman
Jîyan dijwartir e ji çandina hêviyan

Lorî lorî lorî lorî kurêm lorî, berxêm lorî cergêm lorî
 

Go Na Na

Go na na go na na ez te nakim
Go na na go na na ji te hez nakim
Go na na go na na ez te nakim
Dinya xirab bibe jî welle ez te nakim

Nakim nakim nakim ez te nakim
Nakim nakim nakim welle nakim
Nakim nakim nakim ez te nakim
Nakim nakim nakim billeh nakim

Go na na go na na here ji ba min
Go na na go na na neyê hinda min
Go na na go na na te naxwazim
Qiyamet rabibe jî ez te nakim

Nakim nakim nakim ez te nakim
Nakim nakim nakim welle nakim
Nakim nakim nakim ez te nakim
Nakim nakim nakim billeh nakim
 

Cahaltî

Sala hat, dilbuhurî
Hatin mîna gava
Ser emrê me hêwirîn
Wede li me ne kir lava
Cahaltî li me barkir
Derî dada revî
Ahiltî li me karkir
Nikarîbû birevî

Xwezî ez dîsa zar bûma
Ber dilê dayka xwe bûma
Berbangê dîsa hişyar bûma
Merg, çîmêna da bax bûma
Xwezi l`deqakî cahil bûma
Çiya û baniyada xwar bûma
Mihîna belek siyar bûma
Paşê dîsa kal bûma

Ez êdî nikarim
Mîna salê berê
Bikevime govendê
Nav şahiyê cimuetê
Hey li min, hey dilo
Dilo kale-mêro
Tu bîr nakî Çîlê
Birîna dilê kalê
 

Nikarim
Gewdê min ji te dûr
Ruhê min bi te re
Qêrîna dilê min
Min brîndar kir

Nikarim bimeşim
Nikarim bibînim
Nikarim bipeyivim
Brîndarim brîndar
Hesreta dilê min
Agirekî mezin
Jiyan bêyite
Bê ruh û wek mirin

De were cemmin
Destê min bigre
Bi hevra bimeşin
Dermanê min tuyi
 
أعلى