Xizir ('E.S) û Welî

G.M.K Team

G.M.K Team
Xizir ('E.S) û Welî


Dibên rojekê Xizir ('E.S) ji Xwedê Teala peşniyaz dike: „Dibê ya Rebî Tu Lîste ango Navnîşana kesên ku ji Xwedê û Pêxemberê Xwedê Teala hezdikin bi de min". Ez dixwazim herim wan kesana bibînim. Xwedê Teala peşniyaza Wî qebûl dike, jê re dibêje here filan Mizgeftê, Tu yê li wê Mizgeftê wan Kesan bibîne.


Xizir ('e.s) tê diçe wê Mizgeftê. Bala xwe didê mirovên li Mizgeftê hemû di Zikr û Îbadetê de nin. Lê mirovekî wayê ji xwe re di quncikekî Mizgeftê de wisa xilmaş bûye, dikeve û radibe!

-Tu navê Camêr Welî ye, ew jî wisa Wird û Zikrê Xwedê Teala dike. Lewra Xizir ('e.s) jî di wê ferqê de nîne, divê qê Camêr razaye:

Xizir ('e.s) tere kêleka wî û tiliya xwe li binê çengê wî dixîne, jê re dibê rabe rabe tu çi razaye, wê destnimêja te bişkê, ca binêre Cemaet tev Nimêjê dikin, tu jî razaye!...

-Camêr qe rewşa xwe xerab nake û dengê xwe jî nake, cardin Zikr û Îbadetê xwe bi wî awayî berdewam dike:

Xizir ('e.s) cardin gazî dikê.

-Camêr qe deng ji xwe nayne û bersivê jî nade, cardin ji xwe ra bi wî awayî Zikr û Îbadetê xwe berdewam dike.

Cara Sêyemîn (3.) :

Îcar pir zora Xizir ('e.s) tere û hinekî bi hêrs wisa xiştî Camêr dike, dibê rabe rabe ji xwe ra îbadetê Xwedê Teala bike, te çi xwe li xwê danîye!...

-Camêr dibê here te çi bela xwe di min daye, eger tu nere ez ê gazî Cemaetê bikim bibêjim eva Xizir ('e.s) me, wele ew ê Cemaet taya por bi serê teva nehêle, tevî birûçikîne..."

Xizir ('e.s) bi firtafirtê ji Mizgeftê bazdide û tê cardin diçe hafa Xwedê Teala. Dibê Xweda yê min, min ji Te Lîste xwest û ez çûm Mizgeftê hal û mesele ya min û Camêrekî viya ye, eva çi hîkmet bû hat serê min?!

-Xwedê Teala dibê: „Te got Lîste ya Kesên ji Xwedê û Pêxember hezdikin bide min, Te negot kesê ku Xwedê ji wî hezdike Lîste ya wî bide min". Xwedê Teala dibê: „Ew kesên ku ez ji wan hezdikim ew ji wan kesa ye".

Ebdurehîmê Mûşî

Şirove:

Îcar mixabin hinek kes. „Kefş û Keramet ango Welî û Ewliyayên Xwedê Teala" înkar ango mandele dikin. Eviya xeletî û gunehekî zehf zêde mezin e.

Lewma Âlim dibên, kes/ên ku bi zanebûn Welî û Ewliyayên Xwedê Teala mandele bikin: „bila ew ji îmana xwe bitirsin. Heta hinek Âlim jî dibên wan kesana ji Olê derdikebin ango ew bêîman terin hafa Xwedê Teala".

Bêguman wekî ku min li jor destnîşan kir ku Welî û Ewliyayên Xwedê Teala hene û herdu dinya jî li ba wan yeke. Bi hezaran mînak jî henin. Helbet ew dilên ku bitenê ji Nûra Xwedê Teala bin, wan dilan hertiştî dizanin û dibînin. Lê belê Zatên mezin ên Welî û Ewliyayên Salih zêde sirên xwe ji kesî ra navên. Encax Xwedê Teala pê di zane. Lê belê carna mirov jî hinek mu'cîzeyên Wan Âbid û Ewliya yên Salih bi çavên xwe jî dibîne. Lewra kalikê min ê Mele Emîn bixwe jî mu'cîzekî Zatê mezin Şêx Kekê Rehmetulah bi çavên xwe diye. Înşelah ez ê carekî din ji we ra bînim ziman.

Îcar Welî yên Xwedê Tela carna 40 rojan dikebin Silûka û Xwedê Teala Zikr dikin, ew bitenê di rojekî de Mewijekî, Mişmişekî û hwd. dixwin. Dema ku dikebin Silûka heta ku 40 rojên wan neqedin ew dernakebin, wisa ji Xweda yê Mîhrîban ra Îbadet dikin. Bêguman dilê wan ji Nûra Xweda yê Dilovan e, û lewra ku herdu dinya jî ji wan ra yek e. Bêguman Welî yên Xwedê Teala tu wextê: „Haşa Wekella" heram naxwin, derewa û fesadiyê nakin. Ew bêguneh û zehf zêde pak, paqij û saf in. Xwedê Teala hejmara Wan zêde bike. Me bavêje ber Du'ayên wan dostên Xwe yên Salih. Helbet Ew li ba Xweda yê Mîhrîban zehf zêde „Ezîz, Berz û Giranbihanin". Du'ayên wan jî li ba Xwedê Tela qebûle.

Zarokên Xwe bi Exlaqê Îslamê Perwerde bikin

Wekî ku tê zanîn heta ku „Zarok Balix" nebin tu berpirsyarîyekî wan tune ye. Lê divê piştî ku Zaroka/ên mirovan bû 7 salî pêwîst e ku mirov êdî wan bi exlaqê Ola Îslamê bide perwerde kirin û wan fêrî Nimêj û Rojî yê bike. Lewra Dê û Bavên ku bi Exlaqê Îslamê Zarokên xwe perwerde nekin, Xwedê Teala wan berpirsiyar digre. Lê kesên ku erka xwe bi cih bînin ew sibê ji Zarokên xwe ne berpirsiyar in. Bi taybetî berpirsyarî ya mezin jî dikebe ser milê bav.

Kesên Gunehkar û Dilreş

Ji bo kesên gunehkar û dilreş jî Âlim wiha dibêjin: „Dema ku ew nû dest bi gunehan dikin, xalekî (.) reş tê ser dilê wan". Ew çiqas gunehan zêde bikin, ewqas dilê wan reş dibe. Xwedê neke eger ku dil tev reş bibe, êdî ew dikebin tarîtiyê û ew Nûra Xwedê Teala ji dilê wan radibe. Heta ku ew cardin çok nedin ji Xwedê Teala tika û tobe nekin, êdî ew li dinya û axretê îflehê xwe nabin. Mirovên ku ji dil û can tobe bikin Xwedê Teala tobe ya wan dipejirîne. Lê pîwîste ku li ser tobe û soza xwe bisekinin û êdî, zilm, gunehan û hwd. nekin. „Xwedê Teala me ji dilreşan nenivisîne... înşelah û Rehman. Amîn..."

Ebdurehîmê Mûşî
 
أعلى