ê û ê

G.M.K Team

G.M.K Team
Ê û Ê


Kûsî derket dîharê darê qirqijî, jorda li erdê ket gijgijî, rehmet li dê û bavê cemaetê, ê mi jî: Hebû tunebû axa kî tolaz hebû. Dibên axa *yê tolaz çav berdabû jineka gund î! Rojekê wezîrê xwe dişîne dû jinikê, dibê here gazî wê bike, bila were, emê bi hevra têkebin kêf, henek û laqirdî yan û!


Wezîr radibe diçe mala jinikê, ji jinikê re çav di qirpîne. Yanî dibê rabe em herin, axa li benda te ye.

Jinik radibe pêlavên xwe dike nigên xwe, ewê here.

-Lê ji kortifaqiyê re mêrê wê jî radibe:

Dema ku mêrik radibe, êdî jinik wisa neçar dimîne, di cihê xwe de sar dibe û dimîne.

Wezîr û mêrê wê bi hevre tên dîwana axa.

Axa dema ku çav li wezîr dikebe jinik tune, axa ji kerba dîn û har dibe, çavên xwe ji wezîr re di beliqîne û jê re dibêje:
Wezîr êêê........! (Ango tu hat, lê kanê jinik).

-Wezîr dibê:
Ê û ê, sol danî kir pê, hat lewma nihat, eger nihata, ewê bihata.

Çîroka mi l' civata yaran
Rehmet li dê û bavê guhdaran
Ji xêncî xayîn û gemaran

Çîrok: Gelêrî
Berhevkar:*Dilbirînê Deşta*Mûşê
 
أعلى