KI C Bike bi Xwe Dike

G.M.K Team

G.M.K Team
Kî Çi Bike bi Xwe Dike


Kûsî derket dîharê darê qirqijî, jorda li erdê ket gijgijî, rehmet li dê û bavê cemaetê, ê mi jî. Hebû tunebû wezîrê axa hebû. Dibên wezîr her dem*ji axa re digot: “Axa yê min kî çi bike bi xwe dike”. Îcar mirovekî nehs û hesûd hebû ye çav berdaye ciyê wezîr. Dibê ez bi awayekî serê wezîr bidim wenda kirin, ez têkevim dewsa wezîr.


Viya dest bi hîlebaziyê dike, werhasilê kelam rêya xwe dibîne. Dibên rojekê tere cem axa, jê re dibê axa yê min wezîrê te bi te re îxanetê dike, dibê devê axa pir bîn dide, mirov ji bîna nikare li cem axa bi sekine!...

-Axa dibê tu rast dibêjî?

Viya dibê eger ku tu ji min bawer nake, em wezîr bi ceribînin, dema ku wezîr bi te re mijûl dibe ka berê xwe ji te di guherîne an jî na.

-Axa dibê baş e, em bi ceribînin.

Ew merivê nehs û hesûd wezîr dibe mala xwe, xwarineke çêdike û zehf zêde sîrê dike nava xwarinê û dide ber wezîr.

Wezîrê feqîr jî qe haya wî ji dek û dolabên hesûd tune, xwarina xwe têr dixwe.

Dema ku vana ji wir* tên dîwana axa.

-Axa gazî wezîr dike.

Dema ku wezîr tê cem axa, ji ber ku bîna sîrê ji devê wî tê, berê xwe ji axa di guherîne, wusa yekalî pê re diaxive.

-Ji axa jî wetrî rast wezîr gotiye bîn ji devê axa tê, lewra berê xwe jê di guherîne. Axa nizane ku wezîr xwarina bi sîr xwarî ye, ji bo ku axa jê acis nebe lewra wezîr xwe jê dûr dide û berê xwe jê di guherîne.

Lê wezîr cardin ji axa re dibê, axa yê min kî çi bike bi xwe dike:

-Axa namekî di nivisîne, tê de dibêje wezîrê min bi min ra îxanetê dike, dema ku hat wir hûn serê wî jêkin. Axa tîne name ya xwe dide wezîr û jê re dibê bibe filan gundî.
*
Wezîr dibê ser çavan*û cardin jê re dibê axa yê min, kî çi bike bi xwe dike. Wezîr radibe, ew ê here navnîşana ku axa daye wî dê nameyê bibe wê*navnîşanê.

-Lê wî hesûdê çavnebarê ku çavên wî li şûna wezîr e, bi rê da xwe digîne wezîr. Jê re dibê tu kuda terî?

Wezîr dibê hal û mesele ya min û axa ev e, ez vê name yê dibim filan gund î. Îcar ji ber serkeftin û aqilmendiya wezîr, dibên axa çiqas wezîr şandiye wî gund î, gund her car wezîr xelat kirî ye.

-Ew ê hesûd jî vê yekê dizane. Ji wezîr re dibê heyran*tu nere ka tu were ez û te em kincên xwe bi hevra bi guherînin, ez ê nameyê bibim gund û werim. Wezîr dike û nake xwe jê xelas nake, tîne kincên xwe yê wezîrî yê dide wî û ê wî jî li xwe dike. Lê ji wî ra jî dibê kî çi bike bi xwe dike. Bila ew meriv here di dewsa wezîr de serê wî were lêxistin.

Wezîr jî dema ku sax vedigere tê dîwanê. Axa matmayî dimîne. Ji wezîr di pirse, dibêje te nameya min nebir gund?

Wezîr dibê*axa yê min hal û mesele ya min û filankesî ev e.

-Axa êdî di zane ku serê wî merivî çû û êdî fêhm dike ku fesadiya wî serê wî xwar. Axa ji wezîrê xwe dipirse, dibê wezîrê min dema ku tu wê rojê bi min re di axivî, çima te berê xwe ji min di guherand?!

-Wezîr dibê axa yê min hal û mesele ya min û wî mirovî ev bû. Ji ber ku xwarina pir bi sîr da bû min, min jî fersend nedî ku ez devê xwe bişom, ji bo ku tu ji min acis nebe lewra ku min berê xwe ji te di guherand.

Axa jî êdî li xwe tê mikurê, dibê hal û mesele ya min û wî fesadî ev bû, lê wî çala ku ji te ra kola ew bixwe ket wê çalê.

-Wezîr dibê axa yê mi, min ji te re negot kî çi bike bi xwe dike:
Axa dibê belê belê wezîrê min, haza ku kî çi bike bi xwe dike.

Çîroka mi l' civata yaran
Rehmet li dê û bavê guhdaran
Ji xêncî xayîn û gemaran

Çîrok: Gelêrî
Kom Kirin: Ebdurehîmê Mûşî
 
أعلى