Îbadeta Bê İlm

G.M.K Team

G.M.K Team
Îbadeta Bê İlm


Dibên du heval hebûn e.*Wan xwestine ku ji bo riza Xwedê Teâla*karekî bixêr bikin. Vana bi hev re ketine rê. Ji hevalan yekî şikeftek li ser rêya xwe dîti ye. Çûye şikeftê û ji hevalê xwe re gotîye: “Ez ê bikevim vê şikeftê û 40 salî ji Xwedê Teâla*re îbadetê bikim.” Ê din jî gotiye, ez ê jî herim li ba Âliman 40 salî îlîm hîn bibim.


Werhasilê kelam çil salên wan temam dibe. Îcar ew ê ku*îlim hîn bûye, çûye cem hevalê xwe yê di şikeftê de îbadet dike. Dema ku bala xwe didê hevalê wî*hîna nimêj dike. Ji hevalê xwe re dibêje, hema silavê bide. Piştî ku viya silavê dide.*Ê din jê dipirse:

-Ew çiye di nava şaşika te da?

Hevalê wî nava xwe dikişîne û dibêje:

-Min pirr gunehekî mezin kir. Mişkekî di şikeftê de ez pirr aciz dikirim. Min jî ji bêhemdî ya xwe pêlê kir û wî kuşt. Paşê ez ji vê kirina xwe pirr poşmam bûm. Min jî wî girt û di nav şaşika xwe da veşart û li pişta xwe girê da. Ji bo ku ez xwe bidim efû kirin, min 40 salî bi vî awayî nimêj kir!

Hevalê wî yê Âlim jê re got:

-Te çil salî bi betalî îbadet kiri ye. Di dînê me da ji bo nimêjê ji necasetê teharet lazim e. Yanî paqijî şertê nimêjê ye. Lewra nimêja bêpaqijî Xwedê Teâla napejirîne.*

Gelî heval û hogiran îbadet tiştekî baş e û li ser mirovên misliman jî ferz e. Lê eger ku*îbadet bi tacê îlmê neyê xemilandin pirr mane û ehemîyeta wî namîne.

FİKRÎ AMEDÎ
 
أعلى