Seydayê Tîrêj

G.M.K Team

G.M.K Team
860.jpg

Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923an de li parêzgeha Hisiçê-gundê (Nicîm)ê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitik bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem mele Birahîmê Golî, Qur’anê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên Kurda, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.

Ew, di sala 1937an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin re mîna Cegerxwîn, Qedrî can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt dibe. Bi akam û bandûra wan, evîna helbestnivî-sandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata Xoybûnê de cihê xwe digre. Ligel nivîsandina helbest û çîrokan têkoşînek ramyarî jî dimeşîne. Dîsa S.Tîrêj di bin bandora Cegerxwîn de dimîne û ji sala 1948-1952an di partiya Qomonîst ya Sûrî de kar dike.

Di sala 1952an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin.

Piştî ko Seyda ji zindanê reha dibe, berî dide nav Erebên Cibûran û ji neçarî demek pir dirêj xwe li nav wan diparêze.

Di sala 1973an de berî dide bajarê Hisiçayê û li wir bi cîwar dibe, ta ko ji nav me koç dike.

Seyda, di bîr û baweriyên xwe de Berzanî bû. Lê girêdana wî bi tu rêxistin û partiyan re nebû. Kurdekî serbixwe bû. Piştgiriya hemû tevgerên Kurdî û Kurdistanî dikir û xwe mîna yekî ji wan didît. Heger merov li helbestên wî vegere ev nerîn pir zelal dibe. Tenê li ser zimanê Mamoste Hisênê Umero tê gotin ko ew di salên pêncî de hevalê partiya Qomonîst ya Sûriyê bû.

Mamostayê mezin û bi nav û deng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (Kîme Ez) de, li ser seydayê Tîrêj, bi navê wî yê zikmakî (Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên bilind ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje:

“... Ev xwendin û zanebûn

Nêzîk dikin serxwebûn

Xortên wek te pir zana

Gerek bêjin; Nezana

Bira destên hev bigrin

Di vê rê de em bimrin...”

Berhemên wî yên çapkirî ev in:

1-Dîwana Xelat, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1985.

Ev dîwan di sala1990î li siwêdê jî hatiye çapkirin.

2-Dîwana Zozan, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1990.

3-Dîwana Cûdî, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1998.

4-Serpêhatiyên Kurdan(1).Ev kurteçîrok ji alî Şêx Tewfîqê Huseynî hatine wergerandin bo zimanê Erebî.

Berhemê wî yên ne çapkirî ev in:

-Mûlida Kurdmancî.

-Dîwanek ji helbestan. Ya rast (çend helbestên destnivîsî)hene.

-Serpêhatiyên Kurdan(2).*

*(Ev destnivîs di erşîvê Dilawerê Zengî de ne).

Seyda sê caran hatiye xelat kirin:

-Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê 1995.

-Xelata(100)Saliya Rojnamevaniya Kurdî. 1998, Hewlêr.

-Xelata Koma Helebçe ya Folklorê Kurdî li Cizîrê- Hisiça. 2001.

Seydayê Tîrêj û helbest:

Rêjîmên şovenîst digel talankirina dewlemen-diya serxak û binxakiya welatê me, bi dijwariyek mezin êrîşî ser ziman, tore û folklora Kurdî jî dikin. Lê, herwekî xuya ye, ev armanc û daxwaza wan heta niha neçûye serî û di dilê wan de bûye kulek mezin. Ji bo em ji bin destê van rêjîmên şovenîst derkevin, bi sedan serhildan û berxwedanên bi rûmet me daye; bê hejmar law û keçên xwe di vê riyê de gorî kiriye. Ev şer, di warê parastina ziman, tore, û zargotina Kurdî de jî, bi dijwarî dom dike û roj bi roj gûrtir dibe. Ronakbîr, nivîskar, helbestvan û hozanên Kurd yên bi rûmet di nava vî şerê ha de, cihekî taybetî digrin. Xebat û têkoşînek giranbiha didin. Pêwîst e, ko em vê xebat û têkoşîna hêja û giranbiha kêm nebînin û di vî beşê şerê tevgêra rizgarîxwaziya gelê kurd de, wan tenê nehêlin û ne zindîkuj û mirîperest bin, di saxiyê de xwedî li wan derkevin.

Yek ji wan helbestvanên bi nav û deng jî, seydayê Tîrêj e.

Seydayê Tîrêj, li ser şop û riya helbestvanên helbesta Kilasîk ya resen helbesta xwe ristiye. Bi van çend gotinan nerîna xwe di helbestê de diyar kiriye:

“Ez li helbestê bi nezim, awaz, qafiye(serwe), û naveroka wê dinêrim. Ev her çar şert wê dikin helbest”.

Seyda, rûmet, ronahî û cewherê helbestê jî weha dibîne:

“..Ma rûmeta şi’rê çiye, ned’ xizmeta milet debî

Ronahiya şi’rê çiye, pesnê welat ko têd’ nebî

Çibkim ji wê şi’ra rijî, danegire sewda û mejî

Derdê dil û can nakujî, çaxê ko cewher têd’ nebî..”

Ew, li gorî dîtina xwe van mercan ji bona helbestê dibîne, û ji xwe re dike mîna per û baskên balayekî baz ko bi yek firê baskê xwe li ezmanê helbesta resen dide û xwe di kûrahiya dilê xwendevanê helbesta Kurdî de cîwar dike. Germahiya tîrêja helbestê, pencên xwe di dil û hestê xwendevan de rewa dike, û xwendevanê xwe di nav tevna pursir û pursirîyê de dîl dike. Bi vê raza ne penî, tezînokên xweşiyê û akama xwe li dil, hest û derûnan dihingêve.

Li pişt evî bazê serbilind, bazekî şêt û bêhempa di gasîna helbesta Kurdî de heye. Ew baz jî seydayê nemir Cegerxwîn e.

Tîrêj, di bin baskê helbesta Cegerxwîn de berz û mezin dibe. Hînî perwaze û firê dibe. Di derya Cezîrî û Xanî de hevotî melevaniyê dibe.

Linik wî, bejna helbestê pir bilind, bi xeml û xêz û bi kêş û serwe ye, bi zimanekî rewan, pesin û halan, haldan û salixdanên rojeve, gazin û hêviyên rewşa gel di jîna jîweriyê de, di yek hest û hizrî de, li ber tîrêja ronîkirina riya hişyariyê têne meyandin.

Wek me gotî, bi awayekî kilasîk helbetên xwe dihûne: (pesin, şînî, evînî, xweşxwan, perwerî û li ser zimanê bale û teban), kêşa helbestan li ser movik û bi bare ne.

Çewa seyda di bin baskê helbestvanên me yên kilasîk de mezin bû, weharenge gelek helbetvanên me yên kilasîknivîs jî di bin bandora seydayê Tîrêj de mane, û akameke xurt li nifşê pey xwe re kiriye.

Ew, ji dibistana helbesta jîwerî bû, bi rewş û bûyerên gelê xwe ve pir girêdayî bû. Heger merov li rêzkirina naveroka helbestan hûr-hûr meyzeke, merov xelekên dîroka gelê xwe, û bûyer û serpêhatiyên wan gav bi gav, roj bi roj û dem bi dem lêdivarqile. Ji wan bûyerên herî balkêş ya ko bû sedemê xweştir, ciwantir û şêrîntirîn helbest bi seydayê Tîrêj re bête der. Ew kuştiyarî, talankirin û malwêrankirina ko bi serê gelê Kurd hati bû. Têkçûna peymana yazdehê Adarê bû. Seyda, volqana derûna wî, kelandin û lihevketina hundirê wî, sergêjî û pizotên hest û hinav û cergê wî bi hev re ew dane ber pêlan û peqiyan, li ezmanê toreya Kurdî helbesta (Ey bilbilê dilşadî) hate vejandin. Ev helbest nûzayeke nû bû di dîroka helbesta Kurdî ya resen de. Em dikarin bibêjin seyda bi vê helbesta xwe derbasî gerdûna xweştirîn helbestên Kurdî dibe.

Ew, di helbestên xwe de, zor û sitemkariya li ser neteweyê Kurd, hoy û sedemên bindestiya gel, û ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîstiya têkoşînek bi yekdest û canbêzariyek bê sînor didît, bi hunermendiyek mezin û bi zimanekî şêrîn û zelal ev rewş aniye ziman.

Bêdiro, bi derd û kovan, xweşî û nexweşî, paşketin û pêşveçûna gelê xwe ve dijiya. Radestî li ber narvînê nedikir, û xwe dîlê hêvî û lavlavan nedidît. Lewra digot:“ jîn divê kotek û zor e”. Ango ûştê azadî û xoybûnê zor e. Zor nebe setem netê hilavêtin. Bi lavlavan merov naghê armanca xwe. Têkoşîn şana hebûnê ye. Bi baweriyeke bêbend û sînor rizgariya Kurdistanê bi şerê çekdariyê dibîne, û dibêje:

Ez narevim narevim pêşmergim ez narevim

Wek hîm û tehtê çiyê tucar ji cih nalivim

Bi zarotî diya min şîr daye min bi xwînê

Dunya li min bi yek bî ji ya xwe danakevim.

Bi rastî Seyda, heta bi roja dawîn ji jiyana xwe ji ya xwe nehat xwarê, û digel ko ew bixwe ji malbateke xizan û perîşan bû jî, lê ewê yekê tucarî nikarîbû çavkaniya helbestên wî ziwa û bimiçiqîne, yan berê pênûsa wî ji bîr û baweriyên wî biguhêrîne. Bi pênûseke bejinbilind û zimanekî rewan û zelal, her çavkaniyên wî diherikîn û dizan.

Dara evîna wî tim şîn e. Bi hezar berê rengereng xemilandî ye. Lê, heger berê darê tehl nebî şêrînî û sipehîbûnê jî nadin. Tenê şêrîniya gulê bi dîtin û şîravê xweş e. Lê ya xweştir ew e, ko bilbilekî şeyda bi deh hawan bixwîne û pesnê xeml û xêza gulê bide . Wê gavê nuh gulê li naz û kubariya xwe hay dibe, li ber sura bayê sibê diserçime û bi qurnazî serî dihejîne. Durv girnijî, rûgeş û dilşa dibe. Gul! dezgîr e, bilbilê şêt dilketî ye. Heger tu axaftineke bê sûde, lavijeke bê awaz, sazike bê dûzan bî, tucarî tuwê nikaribî dilê gulê bidestxwekî; ji ber ko gulê dilkoçer e.

“..Wan nêrgizan girtî xunav

Bişkeftî xunca sorgul e

Nêrgiz û sorgul bişkivîn

Çîçek û lal û yasemîn

Xweş tên ji wan bex û bîn

Axifte canê bilbil e

Axifte wî can û ciger

Sermaye axîn û keser

Hêstran dibarê cot û fer

Lewra ko çav herdem şil e..”

Seyda, li ser êmîşê welatê xwe mezin dibû, û pir ji xweristiya welatê xwe hezdikir. Girêdaneke xurt di navbera seyda û xweristiya welatê wî de hebû. Di helbestên xwe de pir li ser av û dar, gul û giya, deşt û çiya, mêrg û kanî, buhar û zivistan, dehl û zevî û bale û tebayên welatê xwe digot. Navên hersî dîwanên wî navên çiyayên Kurdistanê ne: (Xelat, Zozan, Cûdî). Binavkirina dîwanên wî pirtir ji me re diyar dibin bê seydayê Tîrêj çiqasî bi xweristiya welatê xwe ve girêdayî bû.

“..Rojek ji rojên buhara rengîn

Ez diçûme ser çiyayê Metîn

Çiyakî bilind hemî ber û dar

Li jêrê çiyê gelî û zinar

Li dev newalan hemî bax û rez

Li binya çiyê hemî êl û pez..”

Ew, di temenê xwe de kalemêr bû. lê berê dara evîna wî naz e, ciwan e. xweştir û ciwantirîn helbestên evîniyê hûnandiye, û li ser hezkirin û evîndariya keç û xortan û yar û dilberan lorandiye.

Li ser dûrî, gihandin û kavilên evîndariyê nivisandiye.

Ma gelo nayê te bîrê, ko te dildarek hebû

Her wekî reswa û kola, tim l’ber dergahê te bû

Her dema ko te nedîba roj dibû lê wek tenî

Xan û eywan tim li wî zindan û hebs û çale bû

Seyda ne tenê li ser heskirina keç û xortan nivisandiye, lê belê rola keç û xortên xwendevan di rêvebirina kar û xebatê de mîna serê rimê dibîne û bi dengekî bilind hawar û gaziya xwe digihîne xortên xwendevan û ji wan dixwaze ko bi rola xwe ya dîrokî rabin:

“Xortê jîr û xwendevan çare û ûmîda milet

Rabe ji xew tu carek serê roja me derket

Xwe rapêçe birader ji bo kar û xebatê

Kes nema ye di xew de cîhan pêkve li hev ket

Li çar kenar û hawêr şer û halan û ceng e

Karwanê riya jînê binêre va bi rê ket

Li şûnwara nemînî dem pir xweş e birader

Divê wextê nemane tu kes bê al û şewket...”

Seyda, gelek stranên folklorî bi kêş û serwe hûnandiye. Ew stran ji mirinê reha kiriye û sipehîbûn û qeşengî bera rewanê wê daye û bi hunerek pir mezin û bilind hûnandiye. Mîna: Siyamend û Xecê 335 cotmalik in, Sîpan û Perwîn 400 cotmalik in û Ciwan û Kejê jî 421cotmalik in.

Weharenge bi dîrok û mêjûwa gelê xwe ve jî girêdayî bû û leheng, mêrxas û navdarên dîrokê di helbestên xwe de aniye ziman. Pesnê dîroka gelê xwe dida û her û her digot:

“..Buhiştek Xuda ye li xakî zemîn

Berê ew bi navê Meya Fareqîn

Ne dûre ji havîngehên ber Ferêt

Bi nav û bi deng bûye bûka welêt

Ji berya hezar sal Meya Fareqîn

Dibû dewletek serbixwe nazenîn

Dema bûye dewlet bi serxwe’v dihat
 
أعلى