Li Girtîgehê Jî Mewlîd Hat Pîroz Kirin

G.M.K Team

G.M.K Team
Hefteya rojbûna pîroz li her derê welêt tê pîroz kirin. Li girtîgeha Muşê jî pîrozbahiyek hate amade kirin.


Li Muşê çalakiyek din jî hebû. Ji bo xêra qûrsên qur’anê kermes hat li dar xistin. Pîrozbahiyên Rojbûna pîroz dewam dikin. Rojbûna pîroz li girtîgeha Muşê jî ji aliyê komeleya MUÇEV û girtiyan ve hat pîroz kirin. Pîrozbahî bi xwendina Qur’anê ve dest pê kir. Di pîrzobahiyê de helbest û beyt hatin xwendin. Girtî dem bi dem kêliyên hêstyar jiyîn.
Pîrozbahî bi şanoyê bi dawî bû. Çalakiyek rojbûna pîroz jî li derve hebû. Ji aliyê muftîtiya Muşê ve ji bo xêra qûrsên qur’anê kermesek hat li dar xistin. Di kermesê de ji çît û melhefên jinan bigre heta Xwarinên herêmî û şîranî hemû tişt hebû.
 
أعلى