Muqteda Sedir Gehêşte Hewlêrê û Ji Aliyê Serok Barzanî Ve Hate Pêşwazî Kirin

G.M.K Team

G.M.K Team
1460.jpg
clear.gif
clear.gif
clear.gif
clear.gif



Îro bi serdaneke fermî li ser wexandina Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Serokê tevgera Sedir Seyêd Muqteda Sedir gehêşte Hewlêrê û li Balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê de ji aliyê Serok Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Di merasima pêşwaziyê de Serokwezîrê Kurdistanê, Cîgirê Serokê Kurdistanê û hijmarek ji Mamosteyên olî yên Kurdistanê jî amade bûn.



Piştre di presskonferansekî de Muqteda Sedir ev yek diyar kir ku, di serdana xwe ya ji bo Îranê de bi Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî re civiyaye û behsa kêşeyên heyî yên Îraqê pê re kiriye.

Nav hatî herwiha eşkere kir ku, ev serdana han ya ji bo Hewlêrê bi mebesta guhdarî kirina Kurd û nêrînên Kurde.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa 17 xalên sereke kir ku, biryare weke prensîb werin pejrandin.
Biryare her îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Muqteda Sedir bi hev re bicivin û rewşa Îraqê û peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de giftûgo bikin.
 
أعلى