Nûnerê taybet yê NY li Hewlêrê ye

G.M.K Team

G.M.K Team

Jêderekî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand, nûnerê taybet ê neteweyên yekgirtî (NY) yê Iraqê, Martin Kopler, bo hevdîtina digel rayedarên Bexdayê, gihîşt Hewlêrê û digel Muqteda Sedr û Eyad Ellawî civiya.

Cîgirê berpirsê têkiliyên derve yên Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî, ji AKnewsê re got, Martin Kopler hat Hewlêrê û digel serokê tevgera Sedr, Muqteda Sedr û serokê lîsteya Iraqiye, Eyad Ellawî, serokê parlamentoya Kurdistanê, Erselan Bazyîz û wezîrê jêderên sirûştî yê Kurdistanê, Aştî Hewramî civiya.

Zêbarî, diyar kir, Kopler dê digel serokomarê Iraqê, Celal Talebanî jî hevdîtin bike û wiha pêde çû, “Her wiha, Kopler bi rayedarên fermangeha têkiliyên derve yê herêmê re jî civiya. Di civînê de li ser hinek mijarên girîng hat axaftin.”

AKNews
 
أعلى