Yek Kurd li Swêdê tune

G.M.K Team

G.M.K Team



Ji mêj ve tê gotin Swêd welatê duyem ê Kurdan e. Lê ev ji bilî gotineke rût û sozdarî ya Kurdan û dostên Kurdan ên swêdî ne tiştekî din e. Fredrîk Malm, parlamenterê Partiya Gel a Swêdî û dostê Kurdan, di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de dibêje ku li Swêdê 70 hezar Kurd hene. Li gor kîjan serjimêriyê?

Berî 10 salan 70 hezar Kurd li Swêdê hebûn, vêga jî her 70 hezar in û zêde nebûne. Li vî welatî ne hejmara Kurdan tê zanîn û ne Kurd jî di nav serjimêrî û statîstîkên fermî yên dewleta Swêdê de hene. Çimkî li Swêdê Kurd wek Kurd nehatine tomar kirin û nayên tomar kirin jî. Êdî Kurd bi awayekî fermî li Swêdê nînin. Her wek çawa li Tirkiyê û welatên din jî hebûna wan tine, li gor serjimêriyên fermî.

Li gor yasaya Swêdê penaber tenê li ser bingeha hemwelatiyê, yan welatên ku jê hatine, tên danasîn. Ziman û girêdanên wan yên neteweyî li ber çav nayên girtin. Di amar û tomarkirina Swêdê de tenê welatê ku penaber jê hatiye, li ber çav tê girtin. Lewma em dibînin ku xelk berevajî eslê xwe yê neteweyî tên qeyd kirin. Kurd jî ne li derveyî vê çarçeweyê ne. Wek mînak Kurd ne ku wek Kurd, lê wek Tirk, Îranî, Îraqî û Sûrî û Libnanî û hwd. di nav amar û statîstîkên Swêdê de hene. Lewra hejmara rast a Kurdan li vî welatî ne diyar e. Bingeha vê pirsgirêkê jî vedigere destûra Swêdê û welatên din yên Ewropayê.

Kêşeya tomarnekirina Kurdan wek Kurd ji mêj ve ye ji aliyê hinek navendên lêkolînan amar û statîstîkên Swêdê hatiye lêkolîn kirin. Lê hêjî Parlamenta Swêdê di vî alî de xemsariyê dike û destûra Swêdê naguhere. Bi rastî tomarnekirina Kurdan wek Kurd, ne ku tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hinek dezgeh û saziyên din yên swêdî, nemaze perwerde û fêrbûna swêdî jî, kêşe derxistine.

Yek ji aliyên negatîv ên vê pirsê ew e ku zarokên kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, ku di yasaya swêdî de hatiye misogerkirin, bi awayekî pêwîst sûdê nabînin. Malbateke kurd ji bo ku zaroka wê ji mafê xwendina bi zimanê kurdî sûdê wergire, divê bi xwe wek malbat bide dû vê mijarê. Yanî erkê şopandina xwendina bi zimanê kurdî li Swêdê ji dêvla dewletê ketiye ser milê takekes û malbatên kurd. Her lewma heya ku daxwaza xwendina zimanê dayikê ji aliyê dê û bavê zarok ve li dibistanê neyê bilind kirin, ew maf nayê bi cîh kirin. Kes nizane kîjan zarok li dibistanê kurd e, yan ne kurd e.

Herwiha Kurd wek takekes na, lê wek grûp zerermend dibe, ji ber ku ji aliyê dewletê û di qeydên dewletê de wek grûpeke neteweyî nayên nas kirin. Lê li vir jî wek Tirk, Iraqî, Îranî û Sûrî tên nasîn. Swêd bi awayekî fermî nasnameya Kurdan nas nake. Ji aliyekî din jî ve dewleta Swêdê ji bo xwe ziyanê dibîne, ji ber ku nizane çend Kurd li Swêdê hene, heya ku li gor amar û hejmara rast ya Kurdan bernameyên perwerdeyê ji zarokên kurd re bên danîn. Wek mînak kes nizane hejmara zarokên kurd li Swêdê çend e, da ku li gor wê hejmarê mamosteyên zimanê dayikê ji bo wan bên perwerde kirin.

Berî 12 salan min ev pirs ligel lêkolerekî swêdî bi navê Erick Dugger di hevpeyvînekê de ku di malpera Dîmane de hat weşandin, anî holê. Dugger got: “Bi baweriya min ev xeletiyeke mezin e. Xeletiyeke mezin e, ji ber ku hejmara Kurdan di ti amareke dewleta Swêdê de tine. Yanî em dikarin bêjin ku bi awayekî fermî li Swêdê Kurd tine ne, her wek çawa li Tirkiyeyê û welatên din jî Kurd bi awayekî fermî nînin.“

Li gor gotina Dugger dewlet heya vêga du hokaran destnîşan dike: yekem ew e ku qaşo berpirsiyarkirina wê yekê ku penaber bi çi zimanekî dipeyive û kîjan girêdana wî ya etnîkî heye, dewlet destêwerdanê di sînorê kes û taybetmendiya kesan de dike, ev jî li gor dewletê karekî ne qebûlbar e, ji ber ku sînorê takekes, an wek li Swêdê dibêjin “întegrîteya kesan“ binpê dike. Hokarê duyem jî ew e ku Cihû û Rom li gor wê ezmûna tahl a ku di dema xwe de, di heyama şerê duyem ê cîhanê de li Elmanyaya Nazî kişandine, di bingeh de ji tomarkirina navan ditirsin û ew bi xwe naxwazin ku wek Cihû yan Rom li vî welatî navên wan bên tomar kirin. Bi baweriya Dugger ev hokar ne di cihê xwe de ne û divê Parlamenta Swêdê van yasayên kevin biguhere.

Ji bo guhertina yasaya Swêdê û naskirina nasnameya Kurdan, Kurdan bi xwe jî di vî alî de hewil nedane. Ligel ku çend endamên Patlamenta Swêdê Kurd in û bi dehan saziyên din ên Kurdan li vî welatî hene, lê hêjî ji bo tena carekê jî vê meseleyê bala wan nekişandiye.

Tiştê ku dikeve ser mile her Kurdekî wek takekes ew e ku her Kurdek di asta xwe de dikare here îdareya herêma Skattekontor li şaredariya xwe û daxwaz bike ku wek Kurd bê nivîsandin. Diyar e ev mafê her kesî ye û dikare sûd ji vî mafî bê wergirtin. Eger daxwazên zêde bigihin dewleta Swêdê û ji wan 70 hezarên Fredrik Malm behsa wan dike, tenê 10 hezar serdana bingeha amara Swêdê bikin, êdî dewlet neçar dibe ku daxwazên Kurdan bi cîh bîne.

Rudaw
 
أعلى