çîroka roviyê gewr

G.M.K Team

G.M.K Team
Wê rojê rengê hewayê ne wekî her demê vekirî û paqij bû.Tirêjên tavê kêmtir û hewa jî sartir bû.Rengên dara zertir qerebalixa çûkan zêdetir bû. çûkên li daristanê bi lez û bez difirîn û ber bi gelîyê jîr ve diçûn.​

Ji dûr ve komên ewran hêdi hêdi ber bi daristana çiyayê cûdi ve dihatin. Di nêv qerebalixa çûkan de rovîyek birçî di nêv daristanê de hêdi hêdi ber bi nêçîra xwe ve diçû. Belçimên dara bi hewarî ji dara di ketin erdê. ji ber wê her gavek ya rovî zêdeyî ve deng der diêxist.
Nêçira rovî çûka reş erd dikola û kirmên axê derdiêxist.Rovî nêzik çûka reş bû lê ewrên gewr weke nehêli rovi nêçîrê bike dest bi baranê kir û çûka reş ji ber baranê firî û çû.​

Rovîyê gewr birçî û aciz seyra çûyîna çûka reş kir û careka dî birçî ket nêv daristanê û ber bi mala xwe ve çû. hergav dilopên baranê zêdetir diketin erde.. Rovîyê gewr ji çend newal û kendalan derbas bû û hat binê darek ya mazî û li wê derê sekinî.​

Rovî şil û westayî bû.Rûnişt binê darê û ma li hêvîya vekirina baranê. Lê ewrên baranê li ser daristanê kêm nebûn.Dengê baranê , xişinya dar û belçiman hemî deng winda kiribûn û tejî daristanede tirs kiribû. Rovîye gewr ji tirsa rûnişt ber qurmê darê û bêdeng ma. Çavê xwe zil kir û guhê xwe da dor û berê xwe.​

Piştî çend wextan baran kêm bû ewrên reş hêdî hêdi ji daristanê dûr ketin.​

Carekê ji geliyê jîr dengekê nazik û tirsonek hat gûhê rovîyî. Rovî bi lez rabû ser pêyê xwe û fekir gelîyê jîr . Rovîyê gewr dizanî ev dengê ji dûr ve tê dengê roviyan e û ber bi dengî ve ket ser rê û çû gelîyê jîr.Di kaş û kendalan de hat xwarê û ket di nêv daristanê de. careka dî guhê xwe da dora xwe û ber bi dengî ve çû.Fekir li binê dareka mezin rovîyek mê ya rûniştî.Rovîya mê ji serma dovê xwe li xwe alandî û serê xwe danîbû ser belçimên şil. Çavên wê zil bûbû û pêyê wê şikestibû. Rovîyê gewr hedî hêdî nêzik rovîya mê bû. Dêhlerovîyê serê xwe rakir û got tû kî yî?​

Rovîye gewr: Ne tirse ez ne neyar im.ez rovîyê newala sor im. Min dengê te seh kir ji ber wê ez hatim vê derê.Ez hatim arîkarîyê bidim te.Ka bêje tu kî yî tu li van deran çi dikî?​

Dêhlerovî: Ez rovîya geliyê jor im.ez ser newalekê re derbas dibûm. lê ji ber baranê newal tejî av bûbû û ez li ber lehîyê ketim û min pêyê xwe şikênand. Ji êvarî ve ez li bine vê darê me.​

Roviyê gewr: Ka ez çawe arîkariyê bidim te.​

dêhlerovî : Mala min ya li geliyê jor tu min bibî wê derê ez ê gelek kêfxweş bibim.​

Rovîyê gewr: Ez ê te bibim mala te.
Û herdu rovî hêdî hêdî ketin ser rê û çûn mala rovîya mê. Mala rovîya mê li binê darekê, li rexa kevirek mezin bû. Derîyê malê teng mal ve fireh bû.belçimên daran li ber derî kom bûbûn.Herdu rovî hatin ber derî û çûn mal ve. Û Herdu rovîyên westayî ketin xewê. Piştî wê şeva dûr û dirêj di nêv çiqilên daran re tirêjên tavê hat mala rovî ve. Rovîyê gewr çavê xwe vekir hat ber derîyî. Ji der ve bêhna xweş û paqij ji axê dihat.Rovî nefesik kûr kişand û di jor de seyra geliyê jîr kir.Germahîya tavê kêfxweşî êxistîbû nêv daristanê. Dengê teyran, pezkovîyan ji geliyê jîr dihat.Hemî heywaneta weke sipasiyên xwe rêkin ji tavê re laşê xwe li ber tavê germ dikirin. Di nêv vê kêfxweşiyêde rovîyê gewr li daristanêde li tiştek ya xwarnê geriya. Rovî li daristanê geriya û demekê li bine darekê gurîyek reş dît. Gûrê reş pez kovîyek girtibû û goştê wê dixwar. Rovîyê gewr ji ber gûrî xwe veşart pişta kevirekê û seyra gûrî kir. Gûrê reş têr goşt xwar û hêdî hêdî di nêv daristanêde winda bû. Rovîyê gewr çû ser kelaşê pez kovîyê û parçeyek mezin jê kir û bir mala rovîya mê. Rovîyê gewr parçeya goştê taze danî ber jinê û herdu rovîyan bi hev re xwarin. Her roj rovîye gewr ji rovîya mê re xwarin dianî û piştî çend hefteyan pêyê rovîya mê sax bû û rovîya mê weke her demê carek dî di nêv daristanê de kêfxweş û dilşad geriya.​

Pişti wan rojên xweş hewa cemidî û ewrên zivistanê sere çiyayan girt û daristana çiyayê Cudîyî hêdî hêdî ma di bin berfê de..Daristana xêr û bereket di bin berfê de bêhnteng bû û roj bi roj ma hêvîya biharê.
Herdû rovî bûn jin û mêrên hev ketin nêv daristanê kêf û seyranê.
…​

Diyar BAYRAM​
 
أعلى