Evdo û Koçerê

G.M.K Team

G.M.K Team
Evdo ji mala bavê xwe nû cihê bûye û rewşa wî ya aboriyê nebaş e. Bavê Evdo beroşeke reş a ser tifikî, du kevçiyê zengarî, lihêf û doşekek rizyayî, kulaveke çiriyayî û xaniyeke hilweşiyayî daye wî û ew cihê kiriye.


Rehîm Qoserî
Evdo ji mala bavê xwe nû cihê bûye û rewşa wî ya aboriyê nebaş e. Bavê Evdo beroşeke reş a ser tifikî, du kevçiyê zengarî, lihêf û doşekek rizyayî, kulaveke çiriyayî û xaniyeke hilweşiyayî daye wî û ew cihê kiriye.

Evdo û hevsera xwe Koçerê heyîrî mane, nema zanin wê çi karî bikin û wê çawa jiyana xwe berdewam bikin.
Şevekê Koçerê ji Evdora dibêje; Kuro, bi vî awayî nema diqede, em birçî û tazî ne. Divê em biçin karekî ji xwe re bikin. Çend kesên wekî me hebûn, çûn Stenbolê, xebitîn û rewşa wan pir baş bûye.
Evdo got: Keçê tu rast dibêjî. Sibê amadehiya xwe bike emê jî biçin Stenbolê.

Evdo û Koçerê bi destê hev girtin û berê xwe dan Stenbolê. Bi alîkariya hin xizmên xwe ji xwe re xaniyekê kirê kirin û ketin karê konfeksiyonê.
Lê pir zehmetî dikişandin. Çanda bajarvaniyê li aliyekê, bi ziman jî qet nedizanîn. Cilên ku li gund li xwe dikirin li Stenbolê nekarîn li xwe bikin. Piştî çend mehan pir aciz bûn, ji aliyekê ve hesreta welat, ji aliyê din ve stresa karê konfeksiyonê.
Rojekê Koçerê ji Evdo re got: "Kuro ev çend meh in em hatine Stenbolê, hê te ez nebirime cihekê, ka em îro herin ji xwe re hinekî bigerin."
Evdo gotina jina xwe erê dike. Gava dawiya hefteyê tê, destê hev digirin û berê xwe didin Lûnaparkê. Çaxa çavê Koçerê li hêlanê dikeve ji mêrê xwe re dibêje, "Weleh ezê têkevim hêlanê."
Evdo hêrs dibe: "Keçê çênabe, nekeve hêlanê, wê xelk derpêyên te bibîne. Qet çênabe."
Di nava qelebalixê de diçin û tên, carekê hev winda dikin. Hingî Evdo li Koçerê digere, gêj dibe. Wê demê hêlan tê bîra wî, diçe ber bi hêlanê ve dibîne ku Koçerê waye ji hêlanê dadikeve. Hema diçe tif li çavê Koçerê dike û dibêje: "Wey qîza kerê, min ji te re negot nekeve hêlanê, wê xelk derpêyên te bibîne."
Koçerê qet ne di xema wê de ye, xwe naêşîne û dibêje, "Kuro tu çima hêrs dibî, kesî derpeyê min nedît, min derpêyê xwe derxistibû, aha, vaye di çenteyê min de ye."
Evdo dîn û har dibe. Dirî û di xwe dide. Nema zane çibêje û wê çi bike. Hema bi destê Koçerê digire û diçe malê. Walîzên xwe amade dikin û berê xwe didin gundê bav û kalên xwe.​
 
أعلى