Kurd û Kurdistan Dîrok

G.M.K Team

G.M.K Team
BI GIŞTÎ KURD Û KURDISTAN



Ziman

Zimanê Kurdî di roja me de li Rojhilata Navîn û Asyaya Nêzik de zimanê 4’emîn ku herî zêde tê axaftin û Cihanê de di nav 30 zimanên sereke de cih digre li gor pîvanên wekî; rêjeya axaftinê,bikaranînê di amûrên medyayê de,mejûya danîna berhemên pêşîn yên nivîskî Weku hemû zimanên dewlemend û şareza zimanê kurdî jî ji kurahîya mejûyê peyda bûye û bi bingeh û basûtê xwe ya bihêz xwe gihandîye roja me ya îroyînJi serdema Hurrîyan li serdema Medan ve wek Zimanê Avesta(Zimanê Med-Medya) hatiye û gelek gonaxan derbas buye û gihiştiyê serdema me



Zimanê Kurdî di nav Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî de cih digreDi nav vê malbatê de di şaxe Îranê de yeLê em dikarin zimanên Kurdî,Farsî,Afganî,Peştunî wek gruba zimanê Kurdî bi nav bikinPêywendiya Zimanê Kurdî û Farsî ku ji yek rehê hatine,heman tekîlî û manendî di zimanên ji Zimanê Latinî hatine wek Spanyolî,Îtalyanî,Frensî de jî heyeHer wiha hin dane hene ku nîşana kevnbûna zimanê Kurdî ji Farsî nîşan didin



Zimanê Kurdî ji du zaravayên sereke pêk tê

1-Koma Kurmancî(Kurmancîya Jor û Jêr)(Hin caran binavkirin tê guhertin û bikaranînên li Başur bahdinanî,li bakur… jî tê dîtin)

2-Koma Zazakî-Goranî



Elfebeya Kurdî

Di mejûyê de zimanê Kurdî elfebeyên cûda hatiye nûsîn



Elfebeyên sereke ku di zimanê Kurdî de de hatine bikaranîn û hê jî tê bikaranîn

-Elfebeya Dewra Medan(Nivîsa bizmar): Ji aliyê Medan ve hatiye bikaranîn

-Elfebeya Aramî: Hin belgeyên ku bi vê elfebeyê di sala 88 BZ de hatinê nivîsandin

-Elfebeya Avesta: Pirtûka pîroz ya ola Zerduşî de vê elfebe jatiye bikaranîn

-Elfebeya Pelewîya Kevn: Bi vê elfebeyê pirtûka Sorani Dinkard hatiye nivîsandin

-Elfebeya Masi: Li agahîka ku Ibn Wehşiye di pirtûka xwe ya sala 855 de nivîsandiye diyar dike ku bi vê elfebeye 3 pirtûkê Kurdî dîtiye

-Elfebeya Kurdên Êzidî: Pirtûkên piroz yên Ezidîyan Kitêbê Cilwe,Misfeha Reş bi vê elfebeye hatiye nivîsandin

-Elfebeya Kurdî ku ji tîpên Kîrîlî pêk hatiyê: Kurdên ku li xakên Sovyeta berê de dijîn bikartînin(Salên dawîn de êdî wekî berê nayê bikaranîn)

-Elfebeya Kurdî ku ji tîpên Erebî pêk hatiyê: Kurdên Kurdistana Azad û Kurdistana Rojhilat bikartînin

-Elfebeya Kurdî ya Latinî: Elfebeya ku Kurdên Kurdistana Bakur,Kurdistana Rojava,Ewrûpa û Rûsaya bikartînin û elfebeya hevbeş a pêşarojê ye



Medyaya Kurdî û Teknolojî

Wekî tê zanîn rojnamevaniya kurdî bi Rojnameya Kurdistan ku di sala 1898 an de derdiketîye destpêdikeEv rojname 22 Nîsanê de dest bi weşanê kirîye22 ya Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegerîya Kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Başûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegerîya Kurdî” tê qebûl kirinEv rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegerîya Kurdî di sirgunê de derdikeve holêRojnameya Kurdistan ji alîye Miqdad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê hatîye derxistin Piştî Miqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi weşandina wê kirRojnameya Kurdistan piştî Qahîre li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistinHejmarê dawîya Rojname Kurdistan (no: 30-31) 14 adar di sala 1902 yê derketDestpêbûna rojnamegerîya Kurdî li gorî ciranên me -wek Tirkan- pirr dereng nîneBelam Medyaya Kurdî ji ber astengî û berbestîyên bêdawî bi qasê cîranên me bilêz pêşneketîye



Ji vê demê pêve bi sedan kovar û rojname li grî delfetan rolên xwe belavkirina bîrûbawerîyên peşketinxwaz û çandî û neteweyî de lîstinKovarên wek Gelawêj û Hawar jî mînakên herî ya vê yekê bûDi sala 1932'an de li şamê kovara bi navûdeng Hawar dest bi weşanê kirXwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anîHawar bi tîpên latinî dest bi weşanê kiribûCara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbecekirinKovara Gêlawêj jî di demê xwe de bi rastî jî stêra geşa rojnamegerîya kurdî bû



Bi dûv dehan sal XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin jî bi navê KTV-DUHOK weşan dike, televîzyona yekemîn a bi Kurdî di nava Kurdistan da bûMED TV ku li derwey Kurdistanê hatibû damezirandin yekemîn televîzyona Kurdî bû ku netewî,satalaytî-navneteweyî weşan dikir



Rewşa mediyaya Kurdîya îroyîn astekî başde yeLê hin jî pirsgirîkên wekî dezgeh bun,profesyonelî,kêm buyîna reklam û rewşa aborîya dijwar,meseleya elfeba,ji xeynî Kurdistana başur astengên dewletên dagirkerên Kurdistanê,keşeya partîvanî û ne serbixwe buyîna medyaya Kurdî û hwd berdewaminKeşêyek din jî meselaya sîyasîyeorganên mediyaya Kurdî girêdayê partîyaneLi cîhanê jî %100 media ne sebixweyeHelbet ev tişteke xwezayîyeLê dive rojnamegerîya Kurdî xwe nêzî serxwebunê re bikşîneDivê çapamenîya Kurdî Kurdperwerî,niştimanperwerî,demokratîk,modern,prof esyonel bûn,rast bûn,sirûşthezî,rizgarî û pêşketina Kurdistan û berjewendîya gelê Kurd wekî esas bipejirîne



Îro piranîya wan li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname weşanê dikinJi vana 3 rojname ku li Kurdistana Azad weşan dikin rojnameyên rojana neLi Kurdistana Bakur û Rojhilat rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heyeLi Kurdistana Azad ji 20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3 televizyon bi navê Kurdistan TV,ZagrosTV û Kurdsat TV bi avayekî satalaytî weşanên xwe didomînin yên din jî bi şêweyekî cigayî-hêremî weşan dikinBiqasî wan jî radyo li Kurdistana Azad weşanên xwe berdewam dikinHer wiha li Kurdistana Azad bi navê Pêyamnêr Ajansa Dengûbasên Kurdî sala 2005an de bi avayekî fermî dest bi weşanê xwe kirHer wiha li Ewrûpayê jî 3 televizyonê satalaytî heyeHer wiha ser înternetê ji her perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi sedan malper heye ku di medyaya Kurdî ya Înteraktif-Online de cih digrinJi ber ku înternet cihêkî azade,erzane û sînoran nasnake gelê Kurd jî bi hêsanî xwe înternetê de gihandin astekê başEm rewşa Cihanê jî bidin ber çavan ku edî medyaya elektronîk her roj girîngîya xwe zêdetir dike pêwistîya pêşketina medyaya Kurdî ya elektronîk derdikeve holêGer înternet hin zêdetir berdarî were bikaranîn him sêra medyaya Kurdî cûdatir be him jî têkarîya înternetî di jiyana civakîya Kurd de û pêşetina rewşa politik a Kurdistanê jî zêdetirîn be





Dîroka Çand û Wêjeya Kurdî
Li gorî wan belgeyên ku di destê me de hene, derdikeve holê ku şaristaniyeke berz a neteweya kurdan hebûye Ji mêj ve xwedî xet, nivîsandin û çandê bûne û mil bi milê neteweyên din ji bo pêşxistina çand û zanista xwe pêngav avêtine Lê, piraniya cih û warên wî yên dîrokî ji ber derbasbûna demê û guherînên li cîhanê nemaze piştî îslamiyetê bandora ereban û dûgelên wan ji holê rabûne û têk çûne Ev nivîs û nivîskarên ku mane jî girîngtirîn belge ne ji bo pêşandana şanî û dirûvê çanda netewe û welatparêzên kurd, em dixwazin mînakekê bidin: Hermîpos ku di sedsala sêyem a berî zayînê de jiyaye û hevçerxê Hexamenişiyan e dibêje : "pirtûkek îraniyan heye ku navê wê Avesta ye û bi zimanê Medî hatiye nivîsîn" Heredotos mêjûnasê bi nav û deng ê yewnanî di dîroka xwe de nivîsiye: "Diyaeko damezirînerê rêzepaşayetiya Medî berî dadpirsînê, şikala (hizirname9 xwendiye" Kîtziyasê Yewnanî ku bijîşkê qesra Erdeşîrê babek bûye, di pirtûkek mêjûyî de nivîsiye û tê de behsa rojnameyên qes û derbarên şahan de dike Ev yek ji me re vê ronî dike ku di wê serdemê de jî bûyerên wê demê di rojnameyên der barî û yên girêdayî qesrê de hatine tomarkirin Geznefonê yewnanî jî di pirtûka xwe ya bi navê "Perwerdekirina Kûriş" de behs û dabaşa hebûna dibistan , xwendin û perwerdehiyê ya li Îranê dike Her wiha Eflatûnê zana, Plotarîkê mêjûnûs û çend mêjûnûsên din jî der heqê vê yekê de gelek tişt nivîsîne Ew beşa "Tewrat"ê ku bi zimanê hexamenişînî hatiye nivîsîn dabaş û behsa yasa, xwendin, nivîsîn û çanda medan dike li gorî van belgeyan derdikeve holê ku li Kurdistanê nivîsîn, xwendin, ***ala, rojname, şaristaniyet, dadgeh û dadpirsîn hebûye Her wiha neteweya kurd xwediyê desthilatî, wêje, zanyarî û çandê bûye Û her wisa bûye sermeşqa pêşketin, çand û hunerê, ji hemû neteweyên ku cîhan pêk anîne Her wisa piraniya cih û warên pêşiyên me, ji ber sedema derbasbûna demê têk çûne ligel wê jî lat û textê kevirên, Bêstûn, Serpêla Zehaw, textê Silêman û şûn û warên din ên ku li Kurdistanê mane, girîngtirîn belgen e ji bo nîşandana jiyan û şaristaniyeta neteweya kurdan


Milletekî wekî Milleta Kurd ku wêjeya wî ya nivîskî bi sedan sal berê destpêdike,xebatên ku di her warê hunerê de hatine kirin zêde gotin nahêleSedsalên berê de kesên wek Mani(Derdora 250 PZ ) û Anu Şîrvan (Derdora 400 PZ) jî berhemên nivîskî bi zimanê Kurdî hatibe dayîn jî kesê ku ji herî zêde nasnakirin û wekî destpêk tê pejirandin Baba Tahirê Hamadanî(938-1010) ye



Hin navên ku di navbera salên 800 û 1800an de Edebiyata Kla*** a Kurdî de berhem dane wiha dikarin rêz bikin;Bassamî Kurdî(800),Behlûlê Mahî(800?),Pîr Şarîar(900?),Gilanî(900?),,Baba Qeyserê Hewramî,Baba Sirincê Kelatî,Baba Gecekê Hewramî(942-1006), Dayê Tewrêza Hewramî(950?) ,Fatme Xanim,,Şaxweşîn(923-1055) ,Alî Teremokî(1000-1056) ,Ibn Wehşiye(1000),Elî Herirî(1010-1077),Şêx Adî (1073-1162?),Nizamî Ganjewî(1176),Şêx Îsa Berzencî(1353),Melaya Cizirî (Sedsala 12an An jî 1407-1481?),Feqîye Teyran(1302-1375? An jî 1564-1562),Melayê Batê1414-1490?),Ehmedê Xanî(1651-1707),Îsamîlê Beyazidî(Xamil) (1660),Siyah Pûş,Şêxê Babeşîr, (1737-1785), Wedayî(1790-1850) ,Evdirrehmanê Axtepî(Derdora 1800), Nalî(1800-1856)Ji vana belkî ser Kurdan herî zêde bibandor bûye Ehmedê Xanî (1651-1707) ku berhema wî yê bi navûndeng û giranbuha Mem û Zîn ve tê nasînEhmedê Xanî 350 sal berê xwedî hişmendiye neteweyî bûye hin Kurdên ku îro jî nikarin vê hêstiyarî nîşan bidinLi gel Ehmedê Xanî navên wek Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî,Pirêmerd,Nizamî,Melayê Batê û hin navên din jî morên xwe li Edebiyata kla*** a Kurdî xistineEdebiyata Modern a Kurdî li Kurdistana Başur her çiqas ji salên 1900an de berhem dida jî pêşketin û zêde bûna berheman piştî 1970an pêk têPiştî 1991ê azad bûna Kurdistana Başûr û di perçeyên din de jî bilindbûna hişa neteweyî bi xwe re zêdebûna lêzahîya pêşketina Wêjeya Kurdî jî anî



Di rojame de hin navên helbestan û nivîskarên ji Kurdistana Azad,perçeyên din ên Kurdistan û Ewrûpa wiha dikarin rêz bikinMehmed Uzun,HelîmYusiv,Şêko Bêkes, Ereb Şamilov,Hesenê Metê ,Mahmut Baksi,Cegerxwin,Mahmud Lewendî,Xelil Duhokî,Elî Mahmûd,Xebat Arêf,Murad Ciwan,Sîrwa Ezîz,Hecî Cefer,Mamo Jemo,Zinarê Xemo,Zekî Seyda,Musa Anter,Rojen Barnas,Dilawer Zeraq,Firat Cewerî,Arjen Arî,Siraç Bilgin,Dîary Qeredaxî,Sebrî Silê,Hesen Qizilci,Mem Bawer,vanî,Abdullah Nureddîn,Celalî,Salah Hussin Hama,Qedrîcan,Nureddîn Zaza,CanKurd,Aram Raşid,Xalid Faraj,Kakşar Oremar,Mehmet Bayrak,Osman Sebrî,Qenatê Kurdo,Cemşid Bender,Torî,Evdila Pêşew,Celilê Celîl,Perwîz Cihanî…Navên ku li vir de hatine rêz kirin tenê hin mînakin gelek nivîkar,lêkolînvan û helbestavên giranbûha hene ku navê wan nehatiya nivîsandin




Mûzîka Kurdî

Çavkanîya gelêrî-dîrokîya Mûzika Kurdî DengbêjinHêmanên bingehîn a Muzîka Kurdî Dengbêj,Stranbêj,Lawikbêj ve Çîrokbêjan eDengbêj xwedî hiş û dengekî bihêzin

Her wiha ji ber ku li erdnîgarîya Kurdistanê her tim digerin pêkanîna hişmendîya netweyî de rolekî girîng leystineJi Kurdistanê bi hezaran dengbêj derketîye Evdalê Zeynikê ku di sedsala 17an jiyaye,Selim Slêman,Kawis Axa,Meyremxan,Hesen Cizrevî,Qerebetê Xaco,Îsa Berwarî jî hin dengbejên ku cara pêşî tê hişa mirov



Rewşa Muzika Kurdî ku di serdemên navîn,nû mijareke lêkolînekeNiha tenê nêrinek giştî ser Muzika Kurdî kirin



Di Muzika Kurdî de keşêya herî girîng nebûna pêşesazîya Mûzika Kurdî yeArîşeyek din jî ku vê arîşe hemû mijaren diyar dibe ji nebûyîna dewleekî navendî û serbixwe ya Kurdistanê yeJi ber wan pisgirêkan riheke hevbaş a Mûzika Kurdî pêk nayeMeselyek din ku zirarê dide Mûzika Kurdî ,wergerandin û talankirina bir sedan klam û stanên Kurdî yeÇi heyfe ku, gelek caran ev talan bi destê Kurdan tê çêkirin



Radyoyên Bexda,Tehran û Êrîvan pêşketina Mûzika Kurdî de rolekî girîng leystine Mihemed Arif Cizrevî,Meyrêmxan,Hesen Cizrewî,Hesen Zîrek Aram Tigran,Şakiro,Qerebetê Xaco,Eyşê Şan û gelek navên din bi wan radyoyan dengên xwe gihandine guhdarvanên Kurd

Di Muzika Kurdi de herî zêde di şêweyên mûzika gelêrî a Kurdî,mûzaka gelerî aKurdî yê modernizekirî, modern(pop-rock-cazz-pop folk,etno-rock…) û şêweya Dengbejî deberheman tê hilberandinKurd hilberîna xwe ya muzikal bi hûnermendên Şakiro, Mehemed Şêxo, Tehsin Taha, Qarabete Xaço, Seid Yusuf ,Seid Hesen,Hesen Zîrek hatiye roja îro edî karine ku perisînin binesazîyake modernÎro Mûzika Kurdî xwedî hunermendên wek Ciwan Haco û Şivan Perwer ku di qada navneteweyîde bi navûdengin







Bingeh û Rehên Kurdan
Kurd neteweyeke îranî ne û dîroka wan diçe sê hezar sal berî zayînê Li gorî belgeyên dîrokî yên ku di destên me de hene; kurd li quntara çiyayên Zagrosê bi navên "Gûtî", "Lolo", "Kasî", "Mîtanî", "Sobar", "Nayrî", "Manayî", "Kurdok" û "Xaldî" û bi piranî di koçberiyê de jiyane Paşê di salên 700 heta 550'yê berî zayînê de dewleteke bi hêz a bi navê "Med" damezirandine Li gorî hin ji dîroknasan, ariyayî di hezareya sêyem a berî zayînê de li başûrê Rûsyayê bi ser bakurê Qefqas û Derya Reş re koçbernî rojavayê Asyayê bûne Li wir jî ew bûna du beş Beşek ji wan çûye Ewrûpayê û netewey;ên Ewropayî yên niha paşmaya wê beşê ne Beşa din jî çûye Rojavaya Navîn û bi maweyeke hezar salî li wir mane Paşê jî berê xwe dane bakurê Îranê Piştî demekeê ew beş jî bi xwe bû du deste Desteyek çû Hîndê û li Pencabê bi cih bû Gelê Hîndistanê paşmaya wê desteyê ye Desteya din jî li Îranê belav bû Wan bi navê "îranî" deng veda Ew desteya ku li Îranê niştecih bûn û wekî "pars" deng dan Yên din jî ku her bi awayekî koçber jiyan û li ser çiyayên Zagros û Ararat belav bûn jî, dewleteke bi navê "Med" damezirandin Faris jî pêş ketin û wan jî dewleteke bi navê "Hexamenişîn" pêk anîn û wan Dewleta Medya di sala 550'yê berî zayînê de têk birin û pûç kirin Vêca koka farisan diçe ser Hexamenişiyan û ya kurdan jî diçe ser medan


Civak û Jiyana Kurdan
Kurdistan ji ber ku cihekî çiyayî ye, daristanên wê pir in û heta ku dilê mirov bixwaze tavgeh, çem û rûbarên wê jî hene Ligel van jî ji bo çandiniyê jî gelekî bikêr e Ev gişt bûne sedema vê yekê ku kurdberê xwe bidin çandinî û ajledariyê (sewaldariyê) û debara xwe bi vê yekê bikin Ya ku diyar e, ji ber ajledariyê jiyaneke neteweya kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan Jiyana wan li ser pişta çarsiman bûye û li ku cihekî xweş dîtine li wir danîne û maweyekê li wir mane Ji sewalên xwe havilên qenc girtine û ji hiriya wan ji xwe re cil û ber, kepenek, gore û hwd çêkirine Ji şîrê wan ji xwe re penîr, mas, rûn û hwd girtine Bi vî rengîzilamê kurd li kêleka jina xwe li bal sewalên xwe li dengê çûkan û li sîresîra kêzikan û li dengê wezîna bê guhdarî kiriye Li stêrkan nihêriye Her wisa xweşikahiya xwezaya Kurdistanê dîtiye Her karê ku ji destê wan hatiye kirine û hêdî hêdî berhemên xwe ji bo nifşên piştî xwe bi cih hêlane Ji bo ku jiyaneke neteweya kurdan a ajledarî hebûye, diyar e ku di destpêkê de li çiyayan jiyaye Ji bo xwedîkirina sewalên xwe li rastî gelek kend û kospan hatiye û ji bo parastina sewalên xwe canê xwe avêtiye xetereyê Li dijî dijmin, neyar û ajalan şer kiriye Ji ber van sedeman kurd di pile û payeya yekem de netirs (bi xêret), wêrek û dilêr bûye Her wisa şerker e û di tu şert û mercan de natirse Piştî ku gelê kurd li deşt û çiyayan bi vî rengî jiyaye, hêdî hêdî li hin cihan stiriye ûniştecih bûye ligel çandiniyê sewalvanî jî kiriyel Lewre mijûlî avedaniyê bûye û ligel vê yekê jî f^ğrî xet û nivîsînê bûye Hêdî hêdî mil bi milê neteweyên din ên ariyayî ji bo pêşxistina çand û wêjeya xwe hewl daye û têkoşiyaye û kemiliye Mêcersûn ku yek ji rojhilatnasan e, di geştnameya xwe de dibêje: "Kurd zor camêr, wêrek û netirs in, pir ji nêçîr û yariyan hez dikin Ew dixwazin li deşt û çiyan bijîn Ji bindestî û koletiyê hez nakin û jê aciz in Gotina wan yek e Gelekî cesûr û jêrek in Zû fêrî ziman, kar û pîşeyan dibin Gelekî jiax û niştimana xwe hez dikin û xwe li serî didin kuştin Kurd gelekî bexşende, dilovan, dilêr, camêr, lêbor, mêvandar û mêvanperwer in dinav kurdan de jin xwedî payeyeke berz in û zilamê kurdan gelekî rêz û hurmetê dide jiyana xwe Di pêkanîna karekî de jê dipirse, Jin jî mil bi milê zilaman dixebitin di cotkirin, ajledarî, maldarî, zarokxwedîkirin û xermanê de mil bmi milê zilamê xwe dixebite Jina kurd gelek bi namûs û damenpak e ku dawa wê pîs bibe jî wê dikujin Keç bi dilê xwe dizewice dildarî reşbelek 8cergûbez: di govendê de destênhevgirtina jin û mêran) di nava kurdan de bi nav û deng e û hemû ji şahî, dawet û govendê hez dikin Ew vê yekê nîşan didin ku kurd diltêr, rûxweş, bi hiş, zana û wêrek in"


Ayîn û Bawerî di Nav Kurdan de

Neteweya kurdan di her serdemê de li ser ayîn û baweriyekê bûne Wekî hemû neteweyên din ên ariyayî di şefeqa dîrokê de baweriya kurdan jî bi Xwedê hebûye û ew perestine Her wiha bi perestina hîv, roj, stêrk, agir, av, ba, birûsk û tiştên bi vî rengî mijûl kirine Wan di destpêkê de laşên miriyên xwe binax nekirine Wan laşên miriyên xwe danîne ser latekî lûtkeyan da ku laşxwir wan bixwin Bi vî awayî wan xwestiye ku dîsa bikevin nava laşê giyaneweran Lê paşê ev rêbaz ji holê rakirine û laşê miriyên xwe pêçane û li çiyayan di bin axê de veşartine Paşê ji malbata Espîtmanî ya Medyayê kesekî bi navê Zerdeşt peyda bûye û bangî gel kiriye ku Xwedayê tek û teniya biparêzin û baweriyê pê bînin Gel jî bawerî bi wî aniye û ayîna wî qebûl kiriye Rêz û rêçikên wî bi kar anîne

Zerdeşt an Zerdtuştire kurê Pûrûşesp e û ji malbata Spîtme ye Li gorî gotina Hertsfuld Spîtme yan Sînam malbeteke Medî ye ku li bajarê Rega yan Rey fermanrewayî û desthilatî kiriye Pîlînûsê mezin jî ku di salên 23-97'ê zayînî de jiyaye dibêje: "Di pirtûka 'Mêjûyî Xorskî" de Zerdeşt wekî 'zerdeştê Medî hatiye binavkirin" Di pirtûka 'Encumenê Arayê Nasirî' de hatiye nivîsandin ku Zerdeşt li qiraxa Goma Şêz ku nêzîkê Tîkantepeya Hawşarê ye, ji dayik bûye Paşê çûye Çiyayê Sebelanê û li wir ji aliyê Xweda ve bûye pêxember Paşê çûye bajarê Rey Ji Rey jî çûye paytextê Luhrasip û Guştasipê û xelkê herêmê aniye ser ayîna xwe Hin dîroknas jî li ser vê baweriyê ne ku Zerdeşt xelkê herêma Gola Urmuyeyê ye

Li ser mêjûya jidayikbûna zerdeşt di nava dîroknasan de dîtinên cuda hene Gelek dîrokzanên Yewnanî yên wekî Erestû, Eflatûn û Îkzan Tûs li ser vê baweriyê ne ku Zerdşt di sala 6500'ê berî zayînê de li nêzîkî Gola Urmuyê ji dayik bûye Lê hin ji dîrokzanên hevçerx jî ev bawerî û dîtin red kirine û wekî derew zanîne

Dr Mihemed Muîn di lêkolîneke li ser dezrdeşt de gihîştiye vê baweriyê ku Zerdeşt di sala 660'ê berî zayînê de goşegîr bûye û di sih saliya xwe de ji aliyê Xwedê ve bûye pêxember li ser çiyayê sebelanê nêzîkî Gola Urmuyeyê ji wî re siroş û îlham hatiye Ew di çil û du saliya xwe de ango di sala 6187'an de berî zayînê çûye bajarê belxê û Key Goştasip aniye ser ayîna xwe Di sala 583'yê berî zayinê de û di temenê heftê û hef saliya xwe de şerek di navbera wan û Ercaspê toran de diqewime û Zerdşt di wî şerî de li ateşkedeya bajarê Belxê hatiye kuştin Heke ev gotin rast be û Zerdeşt di salên '660-583'yê berî zayînê de jiya be, ew bi du şahê mezin û bi hêzên Medî re maye: Ferwertîş '644-625 berî zayînê' û Huwexşetre '625-585'ê berî zayînê' Wê çaxê ji bo çi di pirtûka xwe de behsa (dabaşa) bajarê Hegetane û behsa wan nekiriye? Ji ber vê yekê piraniya dîrokzanan dibêjin ku Zerdeşt berî wan jiyaye Ji bo mînak dalayê Parsî li ser wê baweriyê ye ku Zerdeşt di sala 1000'ê berî zayînê de ji dayik bûye

Hirtul li ser wê baweriyê ye ku zerdeşt di serdema Wîştasipê Hexamenişî de ji dayik bûye Liman jî dibêje ku Zerdeşt di serdema Darûşê Hexamenişî de serî hildaye Wist û Caksin û hin kesên din jî vê yekê rast nabînin ew ser wê baweriyê ne ku zerdeşt di sala 660-583'yê zayînî de jiyaye Ev dîrok di pirtûka 'bulnd Hişn' û Ertay Wêrafname'yê û di hin pirtûkên din de jî ku bi zimanê ehlewî hatine nivîsîn de jî heye

zerdeşt di beşa Gotayan de di beşa zimanvanî keçekya de nivîsiye ku ew ji malbata Spîtme ye û diyar dike ku Spîtme malbateke medî ye Plînûsê mezin jî zerdeşt wekî zerdeştê medî bi nav kiriye û gelek mêjûnas û lêkolîner jî li ser vê baweriyê ne ku zerdeşt Medî bûye Vêca di kurdbûn û medîbûna zerdeşt de tu şik û guman namînin

Piraniya lêkolîner û dîrokzanan dibêjin ku Zerdeşt Avesta bi zimanê xwe yê zikmakî nivîsiye Avestaya rastîn nameye lê ev Avestaya ku niha di destên zeredeştiyan de heye ji pênc beşan pêk tê ku ew jî ev in: "Yesna", "yeşme", "Wîsperd", "Wendîdad" û "Avestaya Hurik"

Zerdeşt di Avestayê de gel ji bo perestina Xwedayê tek û tenê (Ehûramezda) vedixwîne û bang li gel dike ku bîr û baweriya xwe rast û xurt bikin û karê çandiniyê û ajledariyê bi pêş bixin Her wiha ji wan dixwaze heta ku ji wan tê zeviyan bikêlin û behreyê (Havilê) jî bigirin Divê her kes mijûlî karkirin û xebatê bibe û xwe ji tiralî û tembeliyê biparêze

Zerdeşt di beşa "Windîdad" de lava ji Xwedrê dike û dibêje : "Ey Xwedayê tek û tenê, ey afirînerê erdê, tu yê ji min re bibêjî ku xweştirîn cihê erdê ku der e? Ahûra Mazda bersviv dide: "Ey Zerdeştê Espîtma Xweştirîn warê erdşê ew der e ku mirovekî parêzgar dixwaze li wir malekê ava bike û agirdanekê 8ateşdanek) tê de çêbike û her wiha xweştirîn cih ew der e ku dewar, pez, jin û zarokên zor tê de hebin û agirekî gur û germ tê de hebeXweştirîn cihê erdê ew der e ku rez, bax, baxçe û fêkiyên xelkê li wir hebin û erdê hişk, ziha û bejî nelêlin" zerdeşt ji Ahûra Mazda re dibêje : "Aya xweştirîn cihê din li ku derê ye?" Ahûra Mazda bersivê dide: "Ey Zerdeştê Espîtman, ew cih şûnek e ku çarpiyên zêde lê hebin û zêde bikin û bizên Ew cihê ku sewalên zêde lê hebin û cihê ku xelk zêde lê çandiniyê dike û sûdeyê (wec) jê digire xweştirîn cih e Cihê ku çandinî lê neyê kirin wekî jineke xweşik û balaberz û qeşeng e ku ducanî û pêgiran nabe û zarokên wê nabin"

Her wekî ku me got beşeke pirtûka Avestayê bi navê "Gatan" bi awayê helbestî û kîteyî hatiye nivîsîn ku helbestên wê hemû yên zerdeşt in Ku va ye zerdeşt yekem helbestvanê kurd e Ev jî mînakek ji helbestên wî ku dibêje: Yemme xişter awrûh e niwêt ewtem anhe niwît germem niwît zûrû niwît nirtiyuş niwît ereskû dêwe ewdatû

Wate: li padîşayetiya bi nav û deng a Cemî, ne serma bû û ne jî germa Ne pîrî bû ne merg, ne lewçetî û ne jî rijdiya dîwanê Piştî ku ola îslamê li Kurdistanê belav bû piraniya neteweya kurdan bawerî pê anî û bûne misilman


Şûn û Warê Kurdan
Ew şûn û warê ku kurd lê dijîn jê re dibêjin "Kurdistan" di pirtûka "dairetûl Mearifail Îslamî" de tê gotin ku Kurdistan parçe-erdekî biçûk e ku ketiye başûrê Rojhilat Ew ji Loristanê dest pê dike heta meletî dirêj dibe û die bakurê RojavaDr mihemed Muîn dibêje: "Kurdistan parçe-erdek e ku ketiye Asyaya Rojava û di navbera dewletên Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hatiye parçekirin Çiqas ku dilê te bixwaze dewlemend e Xezîneyên wekî av, newt, sifir 8mis), kogird, cîwe (ciwa) zêde tê de heye Gotina kurdistan di zimanê Selçûqiyan de bi nav û deng bûye "Hemdulah mestûfî' ev bajar wekî bajarên Kurdistanê bi êv kirine: Alanî, elîşter, Behar, Xeftiyan, Derbendî Tacxatûn, Derbendî Zengî, Dibîl, Dînewer, Sultan Avay, Şarezûr, kengwer, Qirmîsîn, Kirind û xoşan, Maydeşt, Hersîn û Westam"

Kurdistan ji bo çandiniyê gelekî bikêr e Genim, ceh, birinc, genemşa (genimê şamî), nok, nîsk, kuncî û maş jî li wê derê şîn dibin

Fêkî jî li Kurdistanê çêdibin ku ew jî ev in: Sêv, hinar, encîr, qeysî, gûz, zeytûn, hirmî, alûçe, tirî, sincû û fêkiyên bi vî rengî

Li Kurdistanê mih, bizin, ga, hesp, hêstir, ker û tiştên wekî wan dijîn


Hin ji bajarên Kurdistanê ev in:
Bajarên rojhilata Kurdistanê
Sine, Kirmanşah, Pîranşar, Selmas, Sablax, ***an, Merîwan, Xoy, Şino, Serdeşt, Bane, Bîcar, Tîkantepe, Sayinqela, Urmiye, Xoy, Qurwe, Kirind, Seqiz, Sunqur, Riwanser, Ciwanro, Pawe


Bajarên başûrê Kurdistanê
Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr, Dihok, Akrê, Zaxo, Koye, Kifrî, Rewandiz, Pênciwên, Helebce,Şeqlawe, Diyana, Bedre Mendelî, Xaneqîn


Bajarên bakurê Kurdistanê
Amed, Bedlîs, Erzirom, Bayezîd, Qers, Erzingan, Dêrsim, Riha, Mûş, Exlat, Mêrdîn, Elbak (Başkale), Wan, (İdır),(Agıri),(seert),(Entab),Bıngol,Muş,


Bajarên rojavayê Kurdistanê
Qamişlo, Efrîn û hwd

Kurdên Sovyeta pêşî jî bi piranî li bajarê Yêrîvanê dijîn






Kurte Dîrok a Kurd û Kurdistanê

Berîzbûnê 63, Şahitî Kurdane: Korduene-SopheneKurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cîhekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Îrani û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê

Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt Ji ber van taybetîyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên ***ûk sazkirine Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin

Beriya Îslamiyetê ola Kurdan li gor hinek çavkanian Zerdeştî bû hinek ji zanayan jî mîna Tewfîq Wehbî dibêjin ku kurdan ola xwe ya ciyawaz hebûn Piştî êrîşên Ereban û belavbûna misilmantiyê, Kurdan dev ji Zerdeştiyê, ku yek ji olên herî qedîm ya Rojhilata Navîn e berdan û Îslamiyetê hilbijartin Êrîşên ser Rojava ya Xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoşîn û berxwedanên mîrîtiyên Kurdan û bi saya fermandarên Kurd yên wekî Selehedînê Eyyûbî hatin rawestandin Berxwedana Kurdan di vê demê de rê li ber dagirkeriya Rojhilata Navîn girtiye


Di sala 1514'an de şerekî di navbera Împaratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê kir Tenha sedema vî şerî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê diyar kirin Îran di vî şerî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya Osmanî Di vê rewşê de Kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe birêve dibirin Di demên pêwist de Kurdan bac û leşker didan Împaratoriya Osmanî û bi vî awayî Kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împaratoriyê de man

Bi peymana Qesrî şîrîn ya 1639'an, Kurdistan carek din di navbera van her du împaratoriyan de hate parvekirin Bi vê peymanê re dîroka gelê Kurd ya parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir Tevahiya şerên ku piştî vê dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van şeran de biserketibe, yê binketî her gelê Kurd bûye Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin, bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye destek kirine û têkiliyên hilberiyê yên paşmayî tevî pergalên civakî yên eşîrî parastine Yên ku bi şûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da ku çavkaniyên pêşvebirina şaristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran kirine û çavkaniyên pêşvebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine





Di qirna 19'an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pêş diket, hewldanên ji bo guherandina nexşeya cîhanê jî zêde dibûn Hinekî jî bi bandora bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşîne ve rûbirû mabû Herêma ku împaratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû Ji bo cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz dikişand ser xwe Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên dijwar di navbera dewletên Osmanî, Îngilîzî, Fransî, Almanî û Rûsî de

Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, piştî gengêşî û peymana 18-26'ê Nîsana 1920'an di Konferansa San Remo de dest pê kir Partiya "Îttîhat û Terakkî" ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû, Împaratoriya Osmanî xist nav şerê Cîhanê yê Yekemîn Piştî ku Împaratoriya Osmanî, ya ku di vî şerî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilkişîne

Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pêş diket û li Rûsya bûbû desthilatdar "rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe" bû Sermayedariya li rojava ku ji hişyariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket (Di prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14 bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre) Belê Peymana Sewrê ya di 10'ê Tebaxa 1920'an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî di demek wiha dîrokî de pêk hate


Lihevhatina Sewrê

Nexşeya KurdistanêLi gorî lihevhatina Sewrê, li ser axa Împaratoriya Osmanî biryara damezirandina dewleteke Kurdistanê (û Ermenistanê) hebû Bendên vê peymanê yên 62, 63 û 64'an destnîşan dikin, bê di çi rewşê de û çawa Kurdistaneke serbixwe dê bê damezirandin Benda 62'an Kurdistanê weha dide nasîn: "Devera di navbera rojhilatê Firadê, başûrê Ermenîstan, Tirkiyê û Sûrî, yên ku tixûbên wan dê di pêşerojê de bên diyar kirin, herêmên ku Kurd tê de bi piranî ne" Di destpêkê de di bin ewlekariya hikûmetên Îngilîztan, Fransa û Îtalya de dê mîna herêmek xweser bimîne "Di maweya vê salê de gelê Kurd, ango gelê vê herêmê heger bi piranî daxwaz bike ku ji Tirkiyê bi tevahî veqete û serbixwe bibe û serî li Civata Gelan bixe û Civat, baweriya xwe pê bîne ku kapasîteya vî gelî, ya damezirandina serxwebûnê heye û damezirandinê qewêtî bike, Tirkiyê ewletî dide ku ji bo vê damezirandinê dest ji tevahiya mafên xwe berde," (Bend: 64) Dawiya vê beşa peymanê wiha ye: "Heger piştî damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kurdên li wilayeta Musulê, ku beşek ji Kurdistanê ye, daxwaz bikin ku tevî Kurdistanê bibin, ti îtîrazên hêzên hevalbend dê nebin"

Heman dewletên ku bi van gotinan damezirandina Kurdistanê dipejirandin, paşî dev ji gelşên navxweyi berdan û ji bo ku Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst dorpêç bikin, berevajî bicihanîna bendên peymanê, destek dan damezirandina Komara Tirkiyê û gelê Kurd feda kirin Bi peymana bi Komara Tirkiyê re, ya 24'ê Tirmeha 1923'an li Lozanê, hîmê dewleta neteweyî ya yekpare hate danîn


Peymana Lozanê

Parçe kirina KurdistanêPeymana Lozanê, tevî hin lihevhatinên dewleta Tirkiyê yên din, hate temam kirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûrî, Îraq û Îranê de hate dabeşkirin Di her beşî de tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd, ketin ber talankirin û pişavtina Tirk, Ereb û Farisan

Li hember hewqas zehmetiyan jî, Kurdan ti carî dev ji tekoşîna serxwebûn û azadiyê bernedan û hewl dan, ku di her keysê de serbixwe bibin Di 22'ê Çileya 1946'an de, Kurdên li Kurdistana di bin destê Îrane de, di bin serokatiya Qazî Mihemmed de, Komara Kurd ya Mehabadê saz kirin Mixabin vê carê jî gelê Kurd bû goriyê berjewendiyên navneteweyî û bê destek ma Komara Kurd piştî damezirandina xwe bi salekê, bi tevkujiyan re rûbirû ma û ji holê hate rakirin

Komara Tirkiyê û Kurdistan Herweha di nav tixûbên Tirkiyê de, piştî damezirandina Komara Tirkiyê, Kurdan 28 caran serî hildan e: Ev hejmara serhildanan, ji alî Serokkomarê Tirkiyê yê berê S Demirel bi xwe ve hatiye eşkere kirin

Di destpêka damezirandina Komara Tirkiyê de, M Kemal di hevpeyvîneke bi rojnamevanan re (16'ê Çile 1923) vê daxuyaniyê dide: "Pirsgirêka Kurd dê qet nebe kelem li hember berjewendiyên me Tirkan Ji ber ku wekî hûn jî pê dizanin, kesên Kurd bi awayekî wisa bicîbûne, ku ew li hin deveran bi piranî ne Lê heger em bixwazin pirhijmariya wan kêm bikin û tixûbekî bixin navbera me û wan de, wê demê em tirkîtiyê û Tirkiyê mehf dikin Divê em wê demê tixûb bikşînin heya bi Erziromê, Erzincanê, Sêwazê, Xerpûtê Heta divê em êlên Kurd yên li çola Konya jî berbiçav bigrin Ji ber van egeran, li şûna fikrekî kurdîtî, ji xwe li gorî zagona me ya bingehîn, hin xudmuxtariyên herêmî dê bên sazkirin Wê demê, gelê kîjan bajarî Kurd be, ewê xweser xwe bi rê ve bibe Ji bilî vê, dema qala gelê Tirkiyê bête kirin, divê ew jî (Kurd jî) di nav de bêne derbirîn Gava neyên derbirîn, divê em li bendê bin ku ewê pirsgirêkan derbixin Niha Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê (TBMM), ji nûnerên Tirkan û Kurdan pêk tê û van herdu gelan tevahiya hatin û pêşeroja xwe kirine yek Yanî ew dizanin ku ev tiştekî hevpar e Ne di cî de ye, ku mirov rabe tixûbekî cuda xêz bike…"
(Arşîva Damezraweya Dîroka Tirkiyê, hejmara belgê: 1089)

Ev belge, ji bo çi armancê dibe bila bibe, dide nîşandan ku sazûmankarên dewleta Tirkiyê yên destpêka salên damezirandina Komarê, di derbarê pirsgirêka Kurd de xwedî nêzîkbûnek zelal bûn Yek: Divê ti tixûb neyên kişandin, ango dabeşîn nebe Du: Kurd, li bajaren ku tê de bi piranî ne, dê bi xudmuxtarî xwe bi rê ve bibin Sê: Dema ku qala gelê Tirkiyê bê kirin, Kurd jî dê bên derbirîn Çar: Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê, dê ji nûnerên rêvebir yên Kurd û Tirk pêk bê Pênc: Van herdu gelan, berjewendî û pêşeroja xwe kirine yek Şeş: Dema ku Kurd di nav gelê Tirkiyê de neyên derbirîn, dibe ku nerazibûnên Kurdan herdem rû bidin

Ev daxuyandinên ku ji aliye sazûmankarê dewletê ve hatine dayin, ne hewqas kevn in Lê belê ji bo jiyaneke hevpar, ji Kurdan jî hin hêvî hatine kirin Ji Kurdan dihat xwestin ku li hemberî hêzên Rojava yên ku axa Enedol-Mezopotamya dagir kiribûn şer bikin

Kurdan, axa Enedol-Mezopotamya, wekî niştimanê xwe didîtin û li hemberî dagirkerên vê xakê, ji bo rûmeta mirovahiyê neyê binpêkirin, berxwedanên mezin pêk anîn Gelê Kurd, soza ku dabû gelê ku wek bira didît, bi dana qelen anî cî Lê mixabin, piştî dagirkeriya Rojava hate têkbirin, dewleta Tirkiyê xwedî li sozên xwe derneket Dev ji şirîkatiya bi Kurdan re berda, dewlet bi armanca qelandina Kurdan, dest bi komkujiyan kir

Dîroka Komara Tirkiyê, bi awayekî din, dîroka qirkirina Kurdan e

Sedema ku me bi vê kurtedîrokê dest pê kir ev e: Rastiya gelê Kurd û Kurdistanê, ku tê daxwazkirin da ji dîrokê bête rakirin, ne çîrokeke mitolojîke, ku "sê-çar dabeşkeran" li hev anîne, lê belê rastiyeke berbiçav ya rabirdû û îro ye Ev rastiya ku şemaran (înkarê) napejirîne, ji nav pelgeyên dîroka şemarokan (înkarvanan) difûre

Bê çawa gelê Kurd heya vêga ji bo azadiya nasnama xwe ya neteweyî li ber xwe dabe, ji îro şûnve jî bêguman dê berxwedana xwe bêrawestan bidomîne Pejirandina nasnameya Kurdan û tevlîbûna gelê Kurd ya nav gelên cîhanê mîna gelekî serbilind, dê bibe serkeftinek ji bo aştiya cîhanê û peytandina hebûna gelê Kurd​
 
أعلى