Bi Sê Telaqan Lo

G.M.K Team

G.M.K Team
Li Batmanê Gûndê Receba…..
Hevalno…weke hûn zanin her gundekî adetê wan û usulê wan hene.de îca Recebî jî gava sonda vedixwun hama dibêjin “bi sê telaqa”..mesela;

Kuro hama bi sê telaqa ne wisaye lo…
Yaw bi sê telaqa bav êmin kare li bav ê te xe felan û bêvan..

Rojekê du heb Recebî ji Batmanê wê herin Receba…Lê rebenino negihîştine dolmişê û mane bi peyatî.. werhasilî kelam lêxistine bi peya bi rê ketine..Silo gotiye;
- Celal..?
Celal jî gotiye;
-Kerem bike Silo..
S : were emê heta qazanê TPAO’yê herin.heta wire heger ku tu nebêjî “Bi sê Telaqa”,ezê berxikekê (bir tane kuzu) bidime te.temam?
C : wey ser çava.ê ku nede?
S : Hama ê ku nede ji te pîstir law.
Werhasil hêdî hêdî diçin...nezika 3 seeta ewê peyatî herin.hindik dimîne bigîjin qazana Celal dibêje;
C : wa Silo..
S : çi bu Celal
C : nema ha..hama bêje em gihane qazana..wele berxik ji te çu
S : na na neçu..
C : kuro hama bi sê telaqa çu lo

S : ê ne ez zanim tu îdare nakî..tê bêjî bi sê telaqan..hama bi sê telaqa neçu lo..te xwar.ma ka ew çav bi min re heye law ez berxekê bidime te..

Nivîskar: Hozan Shan

ji girtin...​
 
أعلى