Dîwar” bi kurdî tê lêkirin

G.M.K Team

G.M.K Team
Diyarname

Lîstika Muzaffer Îzgu “Dîwar” bi kurdî hate lîstin. Lîstika ku Teatra Bakur derxistiye ser dikê derdikeve turneya bajarên kurdan.



Nivîskarê mizahê yê navdar Muzaffer Îzgu heta niha îmzeya xwe avêtiye bin li dor 100 pirtûkî. Yek ji berhemên Îzgu jî lîstika şanoyê “Dîwar” e. Dîwar lîstikeke ku di nav bera du karkeran de derbas dibe. Karker dîwarê lê dikin. Ji karkeran yek di nav jiyana rojane de mirovekî niyetbaş ku armanca wî ew e maliyên xwe xwedî bike. Karkerê din jî ji zindanê derketiye, ji welatê xwe dûr karkerî dîtiye û dixebitin... Dema ev karker hîn dibe ku ew dîwarê girtîgehê çêdikin dev ji lêkirina dîwar ber dide û di navbera wan de nîqaş dest pê dike.

Lîstika Îzgu ji aliyê Cemil Oguz ve ji bo kurdî hate wergerandin û lîstikvanên Teatra Bakur ên Navenda Çanda Mezopotamyayê derxistin ser dikê.
Derhêneriya lîstikê Nazmi Kahraman, lîstikvaniya wê jî Omer Şahin û Îhsan Gumuşten kiriye.
“Dîwar” yekem car ji bo xebatkarên NÇM’ê wekî provaya tevî temaşevanan hate lîstin. Li gor agahiyên ku Şahin û Gumeşten dan me galaya lîstikê ya li Stenbolê dê di meha rezberê de li dar bikeve. Berî vê yekê ew dê biçin bajarên kurdan û li wê derê bilîzin.
Li gor bernameya wan lîstik di tûrneya li bajarên kurdan de dê 2’yê gelawêjê li Amedê, 3’yê gelawêjê li Farqînê, 4’ê mehê li Batmanê, 5’ê mehê li Nisêbînê, 6’ê mehê li Qoserê 7’ê mehê jî dê li Wêranşarê bilîzin.
Li ser lîstikê me bi Omer Şahin û Îbrahim Gumuşten re xeber da. Ji lîstikvanan Gumuşten heta niha li Tiyatro Manga, Tiyatro Arama û BES Tiyatroya Stenbolê lîstiye û niha yekem car di lîstikeke bi kurdî de dilîze. Ew dibêje, “Lîstika bi kurdî xeyala min bû u niha ev xeyala min hate cih.”

Lîstikvan Omer Şahin jî ji sala 1999’ê ve li Wanê, ji dema xwendekarî de ketiye nava şanoyê û ev çend sal in jî ew di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de karê şanogeriyê didomîne
Şahin li ser derxistina “Dîwar” a ser dikê dibêje, “Dema yekem car min teksta Dîwar xwend ji bo min gelek ji dil xuya kir û min jê hez dikir.” Şahin wiha didomîne: “Di şanogeriya kurdî de rewşeke ecêb heye. Lîstikên klasîk têne hilbijartin. Me xwest lîstikeke wisa ji nav gel be; dema serokomar jî bê temaşe bike, Memed axayê gundî jî, kî were temaşe bi awayekî ji jiyana rastî parçeyekexwe têde bibîne.”



Lîstik di nav her du lîstikvanan de diçe û tê, ji qala karkeriya kurmoriyan bigire heta kesên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane mînak têne pêşkêş kirin. Û lîstik dîwarê lê dike di nav jiyana mirovan de, carinan xwe li wan dipêçe, carinan xwe li dilê wan û lîstik bi cureya mîzara reşbîn derdikeve holê.
Lîstikvan Gumuşten li ser peyama lîstikê dibêje, “Mirov dema tên şanoyê dixwazin deşarj bibin û carinan jî bikwenin. Bêşik em qala kêfeke ji rêzê nakin. Di vê lîstikê de ez dixwazim temaşevan bicoşe jî, di dema coşiya de tiştinan jê hîn bibe jî.”
Şahin jî, “Dixwaze wekî xwarineke dema kesek li lîstikê temaşe kir tehmeke ji devê wî/ê de bimîne.
Teatra Bakur a NÇM’ê berê jî lîstikeke Muzaffer Îzgu bi navê “Sînor” derxistibû ser dikê. Di wê lîstikê de Cihat Ekinci û Serhat Ertuna lîstibû.


Kunye:
Nav: Dîwar
Lîstik: Muzaffer Îzgu
Werger: Cemil Oguz
Derhêner: Nazmi Kahraman
Lîstikvan: Omer Şahin, Îhsan Gumuşten
Ronahî: Ahmet Çay
Dekor: Sedat Bariş
Kinc-Aksesuar: Fatih Yakut
Muzîk: Teatra Bakur

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.​
 
أعلى