Nêrîna li dîroka Kurd

G.M.K Team

G.M.K Team
Zanînnameya Grand Birîtanîk (c/15 Çap:1911) xala Kurdistan de wiha tê gotin;”Pirsa -Kurd kîne?- di dîrokê de gelek caran hatine kirin.Hatina Ksenefon bi deh hezar leşkeran ku berîya zayinî 410’an de rastê Kardokan(Kurdokan) hatibûn têra bersivê dikir.Ji van şopan tê zanîn ku Kurd kevintirîn nijadê Cihanîye û Greek û Persan şarewîya xwe ji Kurdan hînbûne û mejû û zimanê Persan şaxekî ji ziman û mejûya Kurdane”.



Belê Anqsiklopedîya Birîtanîka wiha dibêje,lê çikas haya me ji dîroka me heye.Emê heta kengî xwe “piçuk”,”paştamayî”,”ne xwedî zimanekî dewlemend” û “xwedî dahatûyekî tarî” bibînin.Gelê Kurd ji B.Z.(beriya zayinî-îsa) salên 10 hezaran ve wekî qevmîyet li ser vî Cihanê wek ji nav gelên herî kevintir de cihê xwe girtîye û bêgûman heta bedawîyê her bimîne.

Diroka gelê Kurd gelek qedîm û dewlemend e.Şaristanîya Kurdî ji nav kurahîya dîrokê bi serkeftinên girîng hatiye roja me û mora xwe li dîroka cîhanê xistîye.Dirokê de yekem padişahê Kurdan “Tosa”(Diyakos) ye.Gelê Kurd di dîrokê xwe de bi navê MEDYA imparatorîyek herî xurt avakiriye û piştî MEDAN gelê Kurd nikarî buye carekî din dewletek wisa bihêz û berfireh avabike.

Zimanê Kurdî ji wek Avesta(Medî) dest bi pêkhatinê kiriye.Di konaxa didoyan de wekî Pehlewî û konaxa sêyem de jî zimanê Kurdîya îroyîn derketîye holê.Komalên wekî Gutî,Hurrî,Kasî, Nayirî,Lolo,Subarî û hwd.. pêşîyên gelê Kurdin. MEDAN bi sedsalan desthilatdarîya xwe parast û hemû êşîrên Kurdan û êşîrên ku piştre bingeha Persan pêk anîne di banê Imparatorîya MEDAN de di nava aşitî de jiyan.Piştî rûxandina dewleta MEDAN gelê Kurd bi wekî Kardûkan derketin dîka mejûyê.Di vê demê de ji azerbaycana îro heta kendava basrayê di bin destê Kurdan de bu.


Li Kurdistanê piştî salên B.Z 200’an dagirkerî dest pê kirîye û yek bi yek Makedonya,Roma,Part ,Sasanî,Ereban,Selçuqiyan,Akqoyunli û safevîyan,Osmanîyan istîla pêk anînê.Ji ber istilayan bi avayekî xwezayî dewletek yekbûyî ne hatîye damezirandin jî gelek dewletên Kurdan a bihêz hatine avakirin.Wekî Dewleta DEYLEM(923--1055),DOSTKÎ(957), REWADÎ(900),ZEND ,HESENWEY(1107),HEMDANÎ(833-991),EYYUBÎ(1100--300),ŞEDDADÎ, LOR,MERWANÎ(985-1085) û bi dehan dewlet û prenstîyên din hatine avakirin.Piştî sedsala 16an jî gelek mirektî û hikumetên Kurdî hatine avakirin û saya wan dewletan şaristanîya Kurdî xwe gihandîye dema îro.

Piştî dagirkerîya Osmanîyan wekî gelek milletên din gelê Kurd jî bo serxwebûnê welatê xwe hewl daye.Belam ji ber asûna xwe ya jeo-politik Kurdistan ,paşdemayîna civaka Kurd,di nav civaka Kurd de nebûyîna çîna rewşenbîrî,ziyana ku ku bi sedsalan li Kurdistan hatine kirin,bêzar bûn û tirsa dewletên Cîhanê ji diroka Kurdan û nexwestina wan a Serbixwebûna Kurdan,kêşeya olî û gelek sedem û arîşeyên din gelê Kurd serxwebûna xwe dest nexistîye.Piştî şerê cihanê yekem Kurd di peymanê lozanê de firsendek zêrîn bi dest xistine.Di peymana Sevr de serbixwebuna Kurdistan hatiye pejirandin.


Lê Sevr de gelek xalên ku Kurdan eciz kiriye jî bune û Kurd û hêç hêzêkî din xwedî li peymana sevrê derneketine.Kurd wê demê de nizanîbûn ku peymaneke ji sevrê hezar hezar carî girantir peymanek bo kurdan bêne morkirin.Lê wisa bû ji ber dek û dolabên kemalistan û birexistin ne buyîna Kurdan carekî din Kurdistan di nav dagirkeran(Tirkîye,Iraq,Surîye,Iran) de hat parvekirin.


Di sedsala 20’an de jî wekî Serhildana Şêx saîd,Dersim,Çiyayê Agirî,Serhildana Mistefa Barzanî,Şêx mehmûd,Bedîxanîyan û gelek serhildanên Kurdan bo azadîya Kurdistan çêbû.Lê yek ji wan jî negihişt encamê.Di sala 1946an li rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê Mahabê hat îlan kirin.Lê ev komara yekemîn a Kurdan ku di nava hemû gelê Kurd bû hêvîyekî mezin afirand, di nav salekî de hat rûxandin.

Herî dawî jî 1992’an de Dewleta Federe A Kurdistan hat îlan kirin.Ev dewleta federe hin jî girêdeyê Iraqêye û çavên hemû Kurdan li vê beşa azad a Kurdistanê de ye û her roj berew serxwebûnê diçe.Netewên wekî Greekan ku di dîrokê de Cihêkî mezin girtine û piştî dagirkerîya Osmanîyan Greekan jî gihîştine otorîte yên xwe ya sîyasî.Hinek netewên din jî ji holê rabune.Bê guman Netewa Kurd jî wekî Greekan carekî din vegere hêza xwe ya berê.Bêşik Neteweya Kurd di Rojhilata Navîn de gelê herî kevn û mezin yê dêmhatîye​
 
أعلى