Cegerxwîn parêzvanê zimanê kurdî

G.M.K Team

G.M.K Team


Bîst û heşt Sal derbas dibin ser koçkirina hozanvan û torevanê kurd cegerxwînê hesarî yê ku cihê xwe di dilê her kesê kurd de çêkir , mîna Berzanî û şêx Se-îd , cezerî, û xanî ...... çaxê merov di pirsê gelo vî kesî çawa û bi çi ???

navê xwe di nav gelê xwede belav kir û cihekî xweyî fireh û mezin di dil û ramanê wîde çêkir ?! bersiva vê pirsê xweş zelal dibê çaxê merov nivîsanê wî di xwênê , wê hingê merov raman, daxwaz û armencê wî nasdikê , û xweş yek dighê baweriyeke bê goman bi mezinbûn û buhabûna cegerxwîn û buhabûna kar û xebata ku di ber gelê xwede kirî çi ji hêla ramande û çi ji hêla paristina zimande . gelo cegerxwîn kî bû , çi di xwesit , armencên wî çi bûn ??? cegerxwîn rayê wî di nav ava welat parêziyêde ji zaroktiyêde şînbûn , ji zarokiyêve bi çavê xwe hovîtiya leşgerê tirka dît , bê çawa gunid wêran dikirin , serok û rêber û çi kesê bi nav bi darve dikirin yan jî di binê zindana werdikirin ji wê demêve ew wênê nexweş di nav şanê mejîde hatin veşartin , û bimezin bûna wîre ew wêne mezin dibûn , û derveyî vê êş û azarê , ji malbatê bi xwe dîtin , û çaxê li nav millet geriha , û bi herdû çavê xwe dît bê ew di çi rewşa nexweş deye ji hêla zanistî , mewdanî ,.......û bi çavê xwe dit mijandina axa û mele û şêxa xwîna karker û cotkar û parîşana , vaqas tiştan dilê wî sotin , dilê wî xemgîn kirin , dilê wî mîna volkanê keliha gerim bû teqiya helbesit û çîrok û ziman , şoreş , berxwedan , zanîn bi ser kurdan de rijand .

Cegerxwîn di nivîsandinê xwede , û bêhtir di helbesta xwede doza welatekî azad jibo gellê kurd di xwest welatekî her kes têde weke hev , welatekî bê cudatî di nav bera pîrek û mêrde , welatekî merov têde serbest ne sitemkar ne bin destî ne zor . di helbesta xwede pir pesnê pîrekê daye , nazikbûna wê xweşikbûna wê lê timî wêneyê welat li pişit wê pîreka xweşik û bedewbû yekî hew dizanîbû gelo ew ser pîrekê di bêjê yanjî ser welat di bêje , ez di bêjim hejêkirina ji herdûwanre ew wêneyê hûnandî çêdikir mîna hûnandina keziyê , ev ji hêlekêve, ji hêla din ve doza pêşketinê dikir û rêya pêşketinê bi zanîn ji milletre dida xuyakirin : xwendin û zanist û dirav . Em çiqas bêjin û em binvîsin emê bi kêmatî bêjin û nivîsin li der xebat û karê nemir roja zimanê kurdî Cegerxwîn . lê di dawîde ez dixwazim du tiştan bêjim : 1- heger em bêjin quranê zimanê erebî parast , û Kemal etatorik zimanê tirkî hinekî paqijkir ji gotinên biyanî û tîpên wan wergirandin latînî , û heger em bêjin zimanê farisî hat paristin bi edebê wê yê kilasîk .... em karin bêjin bê şaşîtî Cegerxwîne parêzvane ji zimanê kurdîre . 2- em ji her kesê rewşenbîr , siyasetmedar , nivîskare di bêjin : pêwîste kû merov nivîsandinê Cegerxwîn xweşik bixwênê .

Welat şêro
 
أعلى