bircîme dayê :: Oldman Dubani

G.M.K Team

G.M.K Team
bircîme dayê
asma'îl slîman hacanî
Bircîme dayê
Tenura xwe dade,
Kela birsa min zore
Qîma min bi nanê tenurê nayê
Dayê bircîme
Tenura xwe dade,
Kela birsa min zore
Dil na pje kadên penîru qoradê
Dayê tenura xwe dade,
Birsa min zore qîma min,
Bi nanê genmê lib zêrîn,
Nanê ce û gars, gijnîj û genmukan nayê
Bircîme dayê
Dlê xwe bke tenur û dade
Birçya azadyê me..
Birçya ronahyê me
Min biryarda
Ev çil û şeş roj
Min xwe dî roj
Ronî bexiş ji kunca tarî
Bu welatê tarîstanê
Da êdî zarokên kurdan
Şev û roj
Azad bi leyizn
Bkin henk û yarî
Dayê buharan,
Destê xwe bde ber zirçena xwe
Rune û pişta xwe bde dîwarî
Bçavên xwe mêzebke
Qîzu bukên salê ,kalên nav nvînan
Zaru zîçên gundê me
Newrozu sersalê
Qest bkin grê bnê gundî
Li dura tirba me bzivrin
Li ber mlên wan
Sîsn û beybunên welatê berfê
Li gura me reşînin
Têlk û dyarî

silav u rez​
 
أعلى