paytext a Kurdistan AMED

G.M.K Team

G.M.K Team
Belê, emê di vê beşê malpera xwe de, demeke dûr û dirêj û yeke bi yek bajêr û şarojkên(qezayên) kurdistanê bidin nasandin. Ne tenê yên Bakur herweha yên her çar perçeyan din jî yek bi yek bi kurti li vir binivîsin Heta ji destê me were û îmkanên me çêbin emê gundên welatê xwe jî bidin nasandin. Ne bi tenê bajar, bajarok û gund, herweha, emê cî u warên dîrokî, mîtolojî, dînî(zîyaret), çem û çiya deşt û zozanên welatê xwe binasin, û bidin nasandin. Emê dîrok û cografyaya welatê xwe raxin ber çav. Em di vê hejmara xwe ya yekem de bi paytextê xwe, bi nasandina Ameda me ya rengîn, dengîn û zengîn dest pê dikin.​




BAJARÊ AMED​

Amed him wek bajar û him jî wek herêm ciyekî gelek kevn û dîrokî ye. Di van 20-30 salên dawî de li herêma Amedê li Erxaniyê du şopen kevneciyan hatine dîtin û kolandin. Unîversîteya Stanbul û ya Chicago beşê Rojhilat li herêma Erxeniyê li girê Hîlalê ciyek ji bin axê derxistin ku ew berî 7250-6750 berê zayînî (berî mîladî) xerabeyên gundek in. Xerabe ode bi ode ne, ciyên însan û heywanan hene.
Li gor encamên lêkolînên arkeolojîk ji berî dîrokê ve mirov li herêma Amedê jiyane. Wek tê zanîn dîrok bi dîtin û karanîna nivîsê dest pê dike. Lêbelê dîroka bajarê Amedê wek dokumentên dîrokî digihe 3.000 sal bz.​

Serdema Subaro, Hûrî û Mîtaniyan​

Heta îro bi qasî ku hatiye tespîtkirin. 6.000 sal berî niha yanî 3.000 sal bz cara pêşî Subaro li herêma Amede jîyane û hukim kirine. Sumer û Akadan bi wateya xelkê navbera herdu çeman, ku paşê Grekiyan ji vê herêmê re bi zimanê xwe gotine Mezopotamya. Piştre navê Subaro bûye Hûrî. Yanî Subaro û Hûrî heman gel in. Dibe ku li gor eşîretan navê wan were guhertin. Di wê demê de kijan eşîr desthilatdariyê bigirta destê xwe, ew bi wî navî dihat nas kirin. Îro hemû dîroknas dibêjin ku Subaro û Hûrî heman xelk in û zimanê wan hînd-ewropî bûye. Hûriyan li herêma jorê Dîclê hukim kirine. Demeke ji Zagrosan, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk, û beşek ji Suriyeya îron û heta derya Spî jî ketine bin destê Hûriyan. Li van herêman kevneşopên Hûriyan îro jî gelek in. Bz di navbera salên 1800-1500an de li herêmê dewleta herî mezin û bi nav û deng ew bûne. Bz piştî 1500î mirov êdî li herêmê ji derî Hûriyan Mîtaniyan jî dibîne. Subaro, Hurî û Mîtanî heman xelk bûne, yek eşîrek bûye. Piştre Mîtanî desthilatdariyê digrin destê xwe. Mîtanî bêtir li herêmên Mêrdîn, Haran, Riha, Heleb, Antakyayê hukim kirine. Li Amedê bi tenê herêma rojava girtine bin kontrola xwe. Weha xuyaye ku herêmên bakur û rojhilatê Amedê di destê Mîtaniyan de maye.​

Bedena bajarê Amedê cara pêşî ji aliyê Hûriyan ve hatiye çêkirin. Li derê çiyê li qata herî binî bi nivîsên bizmarî û bi zimanê hûrî hatiye nivîsîn. Amed an jî Amîda bi hûri ye.​

Ev ax û ava Mezopotamyayê ya bi xêr û bereket li serê kurdan felaket li pey felaketê aniye. Bi hezar salan bz bajar û herêm ji aliyê xelkê din ve hatiye dagîr kirin. Bêhejmar împarator û serleşker çav berdane Amed û herêma Amedê. Yên xurt hatine û dagîr kirine û ji wan xurtir hatine wan ji navê rakirine û karîna xwe damezrandine. Şaristaniyên berî xwe wêran kirine, bi dagîrkerî û zordestî û baweriyên xwe re zanîn û şaristaniyên xwe jî anîne. Ka em binerên kijan împarator û artêşên dewletan Amedê bi dest xistine, dagîr kirine. Belê, ew hatine dagîr kirinê, kustinê, kolekirinê lê demeke paşê mecbûr mane bi şûn ve kişiyane û çûne, lê yên mayî Amedî ne û heta îro mane. Dê bimînin, ji ber ku xwedî ew in!​


Serdema Asûriyan​

Di dema mîtaniyan de êdî Asurî ji jêr ve êrîsî mîtaniyan dikin. Hêdî hêdî Asûrî li herêmê xurt dibin û dixwazin bibin hakimê herêmê. Bz zayînî di salên 1300an de asûr herêma Amedê dagîr dikin û bajar dikeve bin destê wan. Herweha di gelek dem salaên ciyê ciyê de Asûrî herêmê dagîr dikin.​

Sedema Urartuyan​

Ji dema Asûriyan ve li herêma Wanê bi navê Urartu xelkek hukim dikir. Ji roja ku Asûrî hatibûne herêmê her êrîşî Urartuyan dikirin. Berî zayînê di sala 781 an de Asûr êrîş bir ser ordiya Urartuyan. Urartuyan bi Mîtan û Nêrbiyên ku di nav ordiya Asûriyan de bûn bi dizî bi wan re li hev kiribûn. Di dema şer de Mîtan, Nêrbî û Urartû bi hev re li Asûriyan dan û artêşa Asûr şikiya. Û herêm ket destê Urartuyan. Di sala 743an de artêşa Asûr di bin serokatiya kralê nû Tîglatpileser-III an de zora Urartuyan bir û Amedê bi paş ve girt.​



Serdema Îskîtiyan​

Îskîtî ji Qafqasan ve hatin û zora Ûrartuyan birin û berî zayînê di sala 635an de herêma Amedê jî girtin bin kontrola xwe û bi qasi 28 salan li herêmê hukimdarî kirin.​

Serdema Medan​

Wek tê zanên Medan bz di sala 612an de zora Asûriyan biribû. Di sala 625an de herêma Amedê ket bin destê Medan û heta 550an di destê wan de ma.​

Serdema Persan​

Di sala 550an de Kralê fars Kuras-II, zora kralê Medan bir û Amed ket bin destê Farsan. Heta sala bz 331 Amed û herêma wê di bin bandora Farisan da ma.​

Serdema Îskenderê Mezin​

Kralê Mekdonyayê Îskender bz di sala 331ê de bi artêşeke mezin berê xwe ber bi rojhilat ve kir û Amedê girt û ber bi Îranê ve çû. Heta sala 323 herêm di bin destê Îskenderê Mezin de ma. Piştî mirina Îskender herêm ket destê Selevkoslar. Heta sala 140î di destê wî de ma.​

Serdema Partan​

Partan xwe xwedî mîratê farisan didît û îktîdarê girtin destê xwe û herweha herêma Amedê jî heta sala 85an di bin bandora wan de ma.​

Serdema Tîgranê Mezin​

Tîgran sistiya Partan dît û êrîş bir ser wan û herêmê girt bin destê xwe. Herweha Amed jî di navbera salên bz 85-69an ket bin destê Tîgran. Tîgran xwe warisê Urartuyan didît.​


Serdema Rom û Bizansê​

Bz ji sala 69an heta pz sala 639an herêma Amede ket bin desthilatdariya Romiyan. Pêşî Rom û piştre jî Roma bû du perçe ve care Bizansî li wir man. Îro jî mirov him li ser kevirên bedena Amedê him jî li gelek ciyan rastî şopên nivisarên û xerabeyên Romiyan tê. Ev dema xirîstiyaniyê ye. Di serdema Romiyan, sala 149an de, beden ji aliyê Împarator Constantius ve him hatiye tamîrkirin û him hinek ciyên nû jî lê hatine zêde kirin. Navbera Derê Çiyê û Rihayê hatiye xerab kirin, ji çaran yekê bajêr hatiye fireh kirin û ji nû ve beden hatiye çêkirin. Di sala 359an de nifûsa bajêr 20.000 bûye.​

Serdema Îslamê​

Di dema derketine Îslamê de Amed di bin destê Bizansan de bû. Di serdema Xelîfe Omer de, di sala 639an de eskerên artêşa îslamê bi şerekî dijwar Amedê digirin. Heta sala 661 an Amed di destê Ereban de dimîne. Ji sala 661 heta 750 yan vê care di destê Emeviyan de dimîne. Ji sala 750 heta 869an dikeve bin destê Abbasiyan. Ji sala 869 heta 899an di destê Kurê Şêxan de dimîne. Ji sala 930 heta 980î di bin destê Hamdaniyan de dimîne. Ji sala 980 heta 984 di destê Kurê Buveynan de dimîne.​

Serdema Merwaniyan​

Belê, wek me di serî de jî destnîşan kiribû bav û kalên kurdan Subarto û Hûrî, 3.000 sal bz Amedê ava kiribûn an jî dîwarên bajêr cara yekem ji aliyê wan ve hatibû lêkirin. Ji wê rojê şûn ve heta dema Merwaniyan nêzîkî 3.500 salan bajarên kurdan ketibû bin destê dijminê renge reng, curbe cur û care duyem bû ku carek din diket destê kurdan. Merwanî ji sala 984 heta 1085an, tam 101 sal Amed û herêma Amedê birêve dibin. Di dîroka Amedê de demeke zêrîn dest pê dike. Êdî artêşên dagîrker li vir tunebûn. Merwanî ne ji bo talan û wêrankirinê hatibûn, lewre ew xwediyên malê bûn û mala xwe yanî bajarê xwe ji her alî ve ava dikirin û diafirandin. Av û avadaniyê dikirin. Pire, hemam û seraya çêdikirin. Pira Amedê ya Dehderî û Pira Mala Badê di vê demê de hatine çêkirin. Ziman û edebiyata kurdî li Amed û Farqînê gelek bi peş dikeve. Amed û Farqîn dibin buhişta derewîn.​



Serdema Eyûbiyan​

Di navbera salên 1232-1401ê de Amed dikeve bin destê Eyûbiyan. Ku serokê dewleta Eyûbi Selheddîn Eyûbî bi xwe kurd bû lê li gor bîr baweriyên wê demê, dîn bêtir li pêş bû netewe hewqas ne girîng bû. Di wê demê de dijberiyên musilman û xiristiyanan hebûn. Selehedînê Eyûbî û serleşker û piştre jî padîşahekî îslamê bû.​

Selçûqî, Osmanî û Komara Tirkiyê​

Her çiqas dem dem Amed ketibe bin destê tirkên Selçûqî û Qerekoyunî jî bi rastî piştî şerê Çaldiranê di sala 1515an de artêşa Osmanî der û dor li Amedê digirin û xelkê bajêr jî êdî ji birêvebiriya Şahê Îranê gelek eciz dibin û alîkariya Osmaniyan dikin. Ji wê roja reş şûn ve Amed wek birêvebirî bi Osmaniyan ve tê girêdan. Heta salên dawiya Osmaniyan jî, bi tenê bac didin Osmaniyan. Wek hemû bajar û herêmên Kurdistanê, Amed jî nîv otonom bû.​


Bedena Amedê​

Wek me li jor jî destnîşan kiribû ku cara pêşî beden ji aliyê Hûriyan ve hatibû çêkirin. Tê texmîn kirin ku beşê Serayê ku bi tirkî dibêjin Îçkale hatiye çekirin û yên din peyder pey lê zêde kirine. Beden di şiklê masiya mertal de bi kevirên reş ên mezin hatiye lêkirin. Beden 5 km dirêj e. Bajarê kevn yê ku qada wê di nav bedenê de dimîne, ji rojhilat û rojava 1700m û bakur û başûr 1300 m dirêj e . Bilindiya dîwarê bedenê di navbera 8-12metreyî û firehiya wî jî di navbera 3-5m tê guhertin. Di bedena Amedê de 82 birc hene. Bircên herî bi nav û deng, Heftbira, Ez û Tu û ya Bizinê ne. Birc du tebeq in. Tebeqa bini ji bo malzemeyên şer û ya jorîn wek kozikên şervanan hatine çêkirin. Tê gotin ku cara pêşî di bedenê de çar derî hebûne. Derê Mêrdînê, Derê Çiyê, Derê Dîclê û Derê Rihayê. Piştre sê deriyên din lê hatine zêde kirin û bûne heft derî.
Bedena Amedê îro yek ji berhemên dîrokî yên li cîhanê ye. Piştî dîwarên Çînê li cîhanê yekemîn e.​

Hemam​

Deva Hemamê: Di sala 1540î de bi navê Hemama Mezin(Hemam Kebîr) ji aliyê Wekfa Husref Pasa ve hatiye çekirin. Di navê de ji 21 keviran hemzeke mezin hatiye çêkirin. Çapa qubeya ku mirov li wir cilên xwe ji xwe derdixe 14 metre ye. Heşt pencereyên wê hene. Tê gotin hemam hewqas mezin bûye ku rojekê devek dikeve hemamê tê de wenda dibe. Loma vî navî lê kirine.​
 
أعلى