انتحار فنانة الكردية نازك نيروي Nazik Nerweyi

G.M.K Team

G.M.K Team
256.gif


خبر عن انتحار فنانة نازك نيروي

Îro roja şemiyê 15.12.2012ê termê hunermenda kurd Nazik Nêrweyî di çemê Zêyê mezin de li bajarokê Dêrelokê hat dîtin.



Stanbêja kurd a ji wîlayeta Duhokê Nazik Nêrweyî, duhî roja îniyê 14.12.2012ê li bajarokê Dêrelokê nêzîkî qeza Amêdiyê xwe avête nav çemê Zê û jiyana xwe ji dest da.

Li gor hindek çavkaniyan hunermend Nazik Nêrweyî beriya xwe bikuje çend nameyek bi telefona xwe ji heval û dostên xwe yên nêzîk re şandine û daxwaz ji wan kriye ku, gerdena wê azad bikin, herwesa wê nameyek bi wî awayî ji xweha xwe jî re şandiye.

Piştî diyarnemana hunermend Nazik Selîm Nêrweyî, polsî li wê digere û pêlav, destmal û telefona wê li ber çemê Zê li Dêrelokê dibîne û ji bo polis diyar dibe ku, wê bixweavêtina çemê zê xwe kuştiye. Polis û xelkê deverê li termê hunermenda kurd digerin



http://www.youtube.com/watch?v=yMXMskB55jw
 
أعلى