Çend Gotin di Roja Cîhanî ya Jinê de, Rola Jina Kurd,

G.M.K Team

G.M.K Team
128.jpg
Çend Gotin di Roja Cîhanî ya Jinê de, Rola Jina Kurd
wek nimûne Fesla Anter
Konê Reş
Di dawiya çerxê 19 an û destpêka çerxê 20 an de navê çend jinên kurd di bakurî Beriya Mêrdînê de bi mêranî, merdî û cegerdarî di civaka kurdên Beriya Mêrdînê de dihatin gotin, bandora wan li jinên Beriya Mêrdînê hebû wek: Xatê; diya Silêmanê Mistê, ku jinek mêr bû di herêma Xerzan de.. Şemê; diya Felîtê Quto, ew jî jinek mêr bû di herêma Pêncînaran de.. Perîxanê; diya Omer û Emînê Perîxanê di herêma Rema û Bişêriyê de.. Fesla Anter; Diya nivîskarê Kurd Musa Anter di navçeya Nisêbînê de. Dibêjin jinek wek axa bû û mixtariya gundê xwe Zivingê dikir.. Durra; jina Hemê Mihê ji eşîra Koçeka, dibêjin jinek nandan û sexî bû, deriyê wê ji mehcir, feqîr û û fiqran re her dem vekirî bû.. Sara Hesê; Jina Hesê Şemokî, ji mala Hesê Berekêt, dibêjin ku di herêma Hevêrkan de jinek zana, merd û şaraza bû..
Qamişlo, 07.03.2015​
 
أعلى