helbest Adem Tepe – Êvara Xemgîn

G.M.K Team

G.M.K Team
Êvara te ez pir xemgîn im
Çavên xwe te digerînim
Ez nizanim tu li ku yî
Bawer nakim te bibînim

Her dem ez te bîr tînim
Derdê te har û dîn im
Bes e lê tu vegere
Ne kevir im, can û xwîn im

Bûye êvar derve tarî
Çavên min li rêka derî
Derî veke de tu were
Bê dem ez li hêviya te me

Her dem ez te bîr tînim
Derdê te har û dîn im
Bes e lê tu vegere
Ne kevir im, can û xwîn im​
 
أعلى