كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

Birêye min
Rojek serê sibê têrê belek hatî
Li ber derême danî xeberek reş hanî
Dilême şevitî agir li ser denî
Gotin birayen min roniya çavêmin
Nava çemî pereda di şerek giranda
Bi penç re hevalan ketin dilê gelan

Dema ku bihartê li deşta depê
Kani rubar dertê ba bi pelbi pelte
Bihna te xweş jêtê

Ax birayemin Ayhan tev li pênç hevalan
Bun dermanê salan ji bo birina dilan
Li deşt u baxan wunin rengê gulan

Emji ve birnakin Ayhan Mehmet Celal
Axa welat jilbu bi xuna weyi zelal
Li peywe tên va bi hezaran heval

Ax biraye Ayhan tev li penç hevalan
Bun dermanê salan ji bo birina dilan
Li ser deşt u baxan wunin rengê gulan
 
رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

Gula Baxçêmin
Gula baxçêmin hêjare
Birina dilêmin xedare
Dikim gazî û havare
Ka welatê min Kurdistan

Buhara min bu zivistan
Ne gul maye ne jî gulistan
çar havêr dor buye goristan
Ka welatê min Kurdistan

Ev çi heşme hat serê me
Qetilkirin bav û birême
Ka erdê me ka warême
Ka welatê min Kurdistan
 
رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

Hoynar Hoynar
Hoynar hoynar hoynarew narîna min
Hoynar hoynar hoynarew şîrina min

Navê yara min nazew narîna min
Navê yara min nazew şîrina min
Kember piştê gelbazew narîna min
Kember piştê gelbazew şîrina min

Navê yara min fatew narîna min
Navê yara min fatew şîrina min
Kember piştê duqatew narina min
Kember piştê duqatew şîrina min

Navê yara min zîne narîna min
Navê yara min zîne şîrina min
Kember piştê zêrîne narîna min
Kember piştê zêrîne şîrina min
 
رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

Yar Ha Nîna
Yar hatime te bibînim yar ha nîna nîna nîna
Yar hatime te bibînim yar ha nîna çavreş nîna
Zerê serê te helbînim yar ha nîna nîna nîna
Zerê serê te helbînim yar ha nîna çavreş nîna
Pê nişana xwe datinim yar ha nîna nîna nîna
Pê nîşana xwe datînim yar ha nîna çavreş nîna

Yar hatime te bixwezim yar ha nîna nîna nîna
Yar hatime te bixwezim yar ha nîna çawreş nîna
Dêû bavê te cambazin yar ha nîna nîna nîna
Dêû bavê te cambazin yar ha nîna çavreş nîna
Qelindê pirro min dixwezin yar ha nîna nîna nîna
Qelindê pirro min dixwezin dost ha nîna çawreş nîna

Yar hatime te bi gul kim yar ha nîna nîna nîna
Dost hatime te bi gul kim dost ha nîna çawreş nîna
Te mayinê kiras û dil kim yar ha nîna nîna nîna
Te mayinê kiras û dilkim dost ha nîna çawreş nîna
Yar ha nîna nîna nîna yar ha nîna çawreş nîna
Dost ha nîna nîna nîna dost ha nîna çawreş nîna
 
رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

çiya Bilind in
Weylê dîne çîya bilindin te nabînim
Va Kurmance gul sorbune naçirpînim
Gundî ciranino min go ezê ser dile xwe da
Ne du dilan na hewînim nahewînim

Wa malino dîna min direvî wa direvî
Erê dîne tu wer rindî pirr bêdewî
Gundî malino min go ezê keleş kewa xwe bigrim
Ketin orta min û we da deşt u zevî
 
رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

Gula Cîhanê
Hezar û çardeh sale em vê cîhanê
Azadîyê daxwez dikin ji boy Kurdistanê
2{ Dilê min ji te râ feda gula cihanê

Ey Mazlum û ey Kemal mizgîn li we be
Şerefa li dinya yê ser serê we be
2{ Radike koletîyê hat partîya me Nakarat

Welatê min darek bû ma li ser çiyayên te
Daxwezya min xwelî bû ma li ser erdê te
2{ Hîv û roj tarî bûye ji ber nûra te
 
أعلى