كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

Lê lêQurban
Lê lê qurban min go navê te girane ez ban nakim
Xwedê arekî mala bavê te (bi)xinî xewda nakim
Hetta ku serê min û te neçûye ser balîfekî
Bila dinya alem bibêjîînam nakim

Lê lê hîva gundê me yo hîvek nu ye
Ji xwe ra her jî çûye bilind bûye
Lê lê delalîkê gotin dilê te nexweşe
(Limi kwîre bra hayjeciye) ???

Lê lê min go dilo dilo dil sisê ye
Dinya alem çarkoşe ye
Kî (li) vî dinya bi dilê xwe bizewicî padişahe
 
رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

Welat Durêm
Welat ji min dure sebra min nayê
Dil bê hedûre xewka min nayê
Ax eman eman sebra min nayê
Ax limin limin xewka min nayê

Ew çi dikin dayîk û bawê min
Zimanê winda nakewî navê min
Xewn u xeyala wan tim ber çawên min
Qom u qewlo xade dikin kevran mêvên min

Delalîka dilêm çi dike
Ez (di)zanim çav rêye bîra min dike
Li jê ra bibejin îsal kû ez nehatim
Bila ser min nesekine here mêr bike

Welatê xelkê tim li min sare
Ne payîz ne havîn ne bihare
Evar dibe xewn û xeyala min digre
îster çavê min da dayê hûr hûr dibare
 
رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

Erdê Depê (Karakoçan)
Erdê Depê erd ki dûze
Tava havinê qîje qîje
Hêkê daynin hêk dipêje

Erdê Depê erdki dûze
Ser dilîzin xort û qîze
Yara min ewa îşlig sîse

Deşta Depê deştki dûze
Van du siyaran vîz û vîze
Yara min wan ra war dilîze
 
رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

Ax lê Elif
Wezî wî çaxa em ber karan
Kar mexelda binya daran
Me hevra kozik çê dikir
Em malkî dilîstin xwera

Ax lê elê lê lê elê
Zeman çiqas xweş bû belê
Axle elê lê Elife
Por orxane sîng balîfe

Xwezî wî çaxa arê çîyê
Em dilîstin ser kanîye
Me hevra kilam digotin
Hetta şev nivê tarîyê
seredor
 
رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

Min Digo Melê
Min digo melê lê lê te digo me lê lê
Malan barkir lê lê çaydan (di)kelê

Navê yaram lê lê nav meleke lê lê
Bejn zirave lê lê por xeleke
Baran barî lê lê li Xwedê da
Av herikî lê lê ber malê da
Seredor

Baran barî lê lê erd şil nekir lê lê
Tu ya min bûy lê lê Xwedê nekir
Li dinyayê gellek yar dîn
Ser yarê ra yar hez nekir
Seredor

Payîze dibarî av li sere lê lê
çi bostane bê çepere
Dinya alem tev zewicîn
Ew ê bêkar lê lê ez u ten e
Seredor
 

كول نار

G.M.K Team
رد: كلمات اغاني الفنان زنار سوزدار

كل الشكر لالك يا قلبي
على الجهود الروعه
تسلمي يارب
 
أعلى