كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .

رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .


Min bihîstî

Min bihîstî tu nexweş e dilo
çibkim bextê min tim reş e dilo
Dilê min herdem dikule dilo
Carekî nebûye geş e

Delala min tu pir têşî dilo
Derdê xwe ji kesîr’ nabêjî dilo
Bendî te mam ez heliyam dilo
Tu kulê xwe ji min re bêjî

Nayêm ba we li min negrî dilo
çima wilo tu bêsebr î dilo
Evîna te ez helandim dilo
Ma sozê te heya kengî

Hêstir ji çavê min tên xwarê dilo
Weke xunava biharê dilo
Alem tevde dikevin xewê dilo
çavê min ji bo te şiyar in
Helbest: Kemal Şanbaz
Muzîk: Mihemed Şêxo
 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .


Dil kuştiyê

Dil kuştiyê awirên çavên te
Dil girtiyê reşmûyên çavên wê
Nam şêrîn tam şêrîn dêm şêrîn

Li hember min rabe ser xwe weke roj
Ji ber singê cana min bişkoj
Navzirav rû gulav ser dilav

Yarê ez kuştim li min nabê êvar
Derman çi ye kes nizane bes yar
Renge rû tarî mû rinde rû

Min dil daye buhayê du sêva
Min can daye buhayê du lêva
Dev li ken, lêv û çen, xweş beden
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Mihemed Şêxo

 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .


Pir şêrîne


Kurdistan pir şêrîne
Tevde mêrg û kanîne
Ew buhuşta cîhanê
Buhuşt xeyrî wê nîne

Pênc hezar sal em hebûn
Em tevde azade bûn
Millet tev bindestê me
Yek ji me Selahidîne

Welato tu pir hêja yî
Tu welatê me Kurda yî
Di cîhan de tu deng dayî
Tu weke find û çira yî

Ka we ke Kurdistanê
Ji xeyrî dîn û îmanê
Ji te re bibim bi qurban
Roja cejna qurbanê

Wan darê xox û rêva
Bimeşe û bixwe bi lêva
Kî heye milletê wa
Ji xeyrî me Kurda pê va
Helbest: Rêncber
Muzîk: Mihemed Şêxo
 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .


Keça delal

çava kilke, xeml û xêla xwe girêde keça delal
Were dilê min derman bik te derb lêda nego menal
Keçê te baskê min jêkirin mam bê mefer
Ez kor bûme ji dîtna te nakim der
Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim
Ez ne dextor im ku birîndara rakim

Keçê ez mirim te xwe li min kire ferman e dil şewitî
Were bibîn dîtina te ji min re derman e tu nalebitî
Keçê baskê min jêkirin mam bê mefer
Ez kor bûme ji dîtna te nakim der
Xortê hêja menale ruh li te nema
Te çi li min divê serseran va li ber te me
Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim
Ez ne dextor im ku birîndara rakim

 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .

Ey felek

Ey felek bo te dinalim
Bo çi nêrgiz çilmisîn
Ew çima bextê me ho ye
Em bê dost û bêkes in

Qe dihêt ma qe dihêt
Ew roja min û hewe divê
Kanîka arî bizêt û
Jê vexwin çend me bivêt

Agirê sra û vemirî
çav me lê tê geş bibî
Ew buhara tehnî kuştî
Hêvîdar in xweş bibî
Helbest: Bedir Xan Sindî
Muzîk: Mihemed Şêxo
 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .

Di zindanê dinalim

Di zindanê dinalim ez
Sibê de heta êvarê
çava vedikim te nabînim
Tu ji min dûrket şêrîn yarê

Evîndarê te bûm dînê
Va îro tu mi dihilîne
çavrondika dibarîne
Dil bi çav re dinalîne

Tu gul bû min tu bîn dikir
çiqa gava ez hatim hundir
Tu dûr ket te dilê min bi xwe re bir
Tenha te ez hiştim şêrînê

Dikim derim ji dinyayê
Ka soza ku te bi mir dayê
Te hewara min his nayê
Gelo tu ji ku diaxînê

Axîna min û te bi tenê
çare tune jê re li dinê
Ma dost nîne li vê dinê
Cergê me suht vê evînê
Helbest û Muzîk: Mihemed Şêxo
 
أعلى