كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .

رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .


Kewê

Kewê xortê ser çiya bûm
Her bilbilê awaza bûm
Dengê cihêlê genca bûm
Min deng dabû çiya û newal

Xort û lawên min heval bûn
Aşiqê dengê zelal bûn
Li ber çêla geşe gul bûn
Rewneq dabû bask û kendal

Ref ref hatin dildarêt me
Li dûv deng û awazêt me
Ji ber hawar û gazinêt me
Dîlan kirin cihêl û kal

çiya me li ser awaz xwendî
Mêrga me lê dilan re çandî
Cergê lawa pê hejandî
îro mame bêdeng û lal

Bextê we me ey hevalê
Ey tolazên pîr û kalê
Di wê rojê de em binalin
Da ji bîr nekin neçit ji bal
Helbest: Xelef Zebarî
Muzîk: Mihemed Şêxo
 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .

Xortên me

Xortên me lê ne bê jimar
Gêwên nehing in nav û dar
Serbestî û azadîkar
Jînê dixwazin bê hedar

Kurd im min azadî divêt
Xwînê dirêjin bo welêt
Şûnê didim xew li me nebê
Heya ji cî rakim neyar

Hew hêvî û gazî bikin
Ger em nebin dost dê çi kin
Derdê bi dest derman nekin
Lê em dimînin bendewar

Hingî me go em westiyan
Heya bi çînê em gihan
Dengê me çû koma cîhan
Kesik li me nabê şiyar

Ala bi aştî ya bi zor
Ferz e li me hildanê jor
Yan bêne kuştin tev li dor
Şerm e ji vê em bêne xwar
Helbest: Ehmedê Şêxo salih
Muzîk: Mihemed Şêxo
 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .

Rabe ji xewê

Rabe ji xewê çavê raketî
Dilêm şewitî agir pêketî
Şêrîna min çû tu dil vêketî
Lê çibkim îro ji dest min derketî

Şêrîna min bir zalim neyara
Ez mame feqîr mam li ber dîwara
Ez bandikim qêrîn hewara
Kî serhêlîn e kî ji xew şiyar e

Ser min zivistan, ka bihara min
Şêrîna min ket dest neyarê min
Wê li min qut kir ziman zarê min
Li min xopan kir şûn û warê min

çi dem bê ser min ji biharê dila
Ku bê guhê min dengê bilbila
Ez wê hilgirim ser herdu dila
Ez pê dermankim derd û kula
Helbest: Bêbihar
Muzîk: Mihemed Şêxo
 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .

Axîna min

Xwedê çawa gul were çêkir
Nexşek nema li wê bejnê kir
Wextê çav dî gul bi xemê kir
Herdiwa di dil de hêlîn çêkir

Axîna min tim ji dil tê tim ji dil
Lê min xist merez û kul, xem û kul
Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil
Hisret kirin ji dîtina gul, ji dîtina gul

Şev û rojêm dirêj kirin, dirêj kirin
çav ji xewa bêpar kirin, bêpar kirin
Kul û xema bi hevre kirin, bi hevre kirin
Ta di dilde xwe bi cî kirin, xwe bi cî kirin

çav û dilêm bûne gunehkar
Her civandin ta kirine bar
Ev derdê pir nayêne jimar
Xwe berdan ser dil wek kurmê dar
Helbest: Hilal Botanî
Muzîk: Mihemed Şêxo

 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .


Keçka gundê me

Ez keç im keça gundan im
Kulîlka serê lawan im
Rîhana rêz û çeman im
Lawiko ez bêrîvan im

Delalê tu xwînşêrîn î
Dil req î lêv hingivîn î
Mij xorta gava min dibînî
Bêriyê ez evîndar im

Lawiko evînî şerm e
Geleka bi tirs û sehm e
Evînî guneh e li dev me
Lawiko ez bêrîvan im

Delalê bêjin rihanê
Kulilka heyva gulanê
Rêzana xweşiya jîyanê
Delalê ez evîndar im
Lawiko were mala me
Min bixwaze û sehke kilame
Gustilkê bike tilîya min
Lawiko ez bêrîvan im

Delalê bêje bavê xwe
Min bide û dewlet serê xwe
Qayil ke delalê dilê xwe
Bêrîyê ez evîndar im
Helbest: Ebdulezîz Sefer
Muzîk: Mihemed Şêxo
 
رد: كلمات اغاني الفنان العملاق محمد شيخو .

Pêşkevin
Pêşkevin em serfiraz in milletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî
Wa milletê Kurdî

Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im
Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im
Wa milletê Kurdî

Kurdistan êdî menale lawê te hatin
Xwendevan xwînfiroşê axa welat in
Wa milletê Kurdî

Xwendewan û xwendegeh im bê al û leşker
Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser
Wa milletê Kurdî

Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim
Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim
Wa milletê Kurdî
Helbest: M. Ehmedê Namî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Dil kuştiyê awirên çavên te
Dil girtiyê reşmûyên çavên wê
Nam şêrîn tam şêrîn dêm şêrîn

Li hember min rabe ser xwe weke roj
Ji ber singê cana min bişkoj
Navzirav rû gulav ser dilav

Yarê ez kuştim li min nabê êvar
Derman çi ye kes nizane bes yar
Renge rû tarî mû rinde rû

Min dil daye buhayê du sêva
Min can daye buhayê du lêva
Dev li ken, lêv û çen, xweş beden
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Mihemed Şêxo
 
أعلى