Şivan Perwer برور شفان

Sarê
Sarê rabe êvar e, delalîkê rabe êvar e
Sîyê girtî zinare
Sî ket ber dîware
Min bi heyrana gerdenê
Wan biskê te yî li dar e

Sarê keça Sûrya ye, delalîka dayik û bava ye
Min go Sarê were vir
Sûryoyî xeber daye
Dinê me ji hev cuda ye, lê dilê me di hev de maye
Em gelek ji hev hezdikin
Ferqa dîn qet nemaye
Sarê tu Sara min î, rindikê tu yara min î
Ez bi heyrana gerdenê, wan biskên te yên şekirî
Zar û ziman ne zor e, ger tu dixwazî fêr bibî
De were te fêr bikim, da bi Kurdî xeber bidî
 
Hekîmo
Were bêje Hekîmo… Hekîm qûrban tuyê bi xwe kî
Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî…

Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî
Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî
Wey esmerê bînî şîrê teyrê bazî, emê pêşkêşî hekîmê xwe kin
Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm
Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî

Evdal im evdal im… nemînim nemînim… wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêşîne

Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê… bîne vî alî
Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî
De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara
Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne şîrê teyrê barî
Wesmerê bîne şîrê teyrê barî, wemê pêşkêşî hekîmê xwe kin
Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka
Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêşkêşî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaşê hejde salî

Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim…
Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêşîne
 
Seyran
Seyran meha seyran e
Dema bihara gulan e
Vebûn gul û gulxunçe
Çirîka bibilan e
Were evîn were ba min
Jana dil axîna min
Ez heliyam li ber evînê
Dermanê dil bide min
Heyva çarde çû were
Dewir û dem nema bi me re
Ez nexweş im bêhal im
Beriya ku can bidim wer
 
أعلى