Şivan Perwer برور شفان

Hesenîko û Asê
Hesenîko qurban ava çemê Mûradê tê û leme-lem e hoyê….
Hesen qurban wezê li qiraxa çem rûniştîme li benda te me hoyê...
Wezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te min derbasî wî alî ke
Wez kefîla heqê te me hoyê...
Na na wele tê min derbas neke wezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî, wezê derbasbim cem Hesenîkê xwe, wez helala canê Hesenîkê xwe me hoyê... De lê lê wî Asê...
Lo lo Hesen dîno wezê naçim Mûradê lo bilind ciya hoyê...
û çû keriyê mala bavê min danîne li zozanan cem bêxêrê pezkuviya hoyê...
Lo lo Hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê...
Bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin
Çawa min nedan Hesenîkê bi dilê min, min dane lawê Heskê Xelo ew şûndokê ser xaniya hoyê... De lê lê wî Heseno...
Hesen qurban min go ji Mûradê heta vira hoyê...
Ava Mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê...
Hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara
Wele minê bizanibiya te yê ji min ra bigota Asê xwehingê, minê bigota Hesen bira hoyê...
Na na wele bişewite mala zalim û xêrnexwaza sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevirê hoyê... De lê lê wî çi bike Asê...
 
Hay gidî Xeydokê
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê

Li Ruhayê dewran e, li Siwerekê ferman e
Ji bo xatirê Xeydokê, eşîr tevda di şer da ne
Bona çavê Xeydokê eşîr tevda di şer da ne
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê

Xeydok hat û hewa çû, kê lê nêrî ji dil va çû
Bona xatirê Xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çû
Bona çavê Xeydokê eşîr tevde têk ve çûn
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê

Çi Xeydokek dil û can, xort tev jê re bûn qurban
Çi Xeydokek dil û can lo eşîr tev jê re bûn qurban
Et di bîra xwe neanîn lê çi bûye Kurdistan
Hemû hatin doza wê, lê nefikirîn Kurdistan
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
 
أعلى