Armancên gotarê
Li gel, ku ez dê pir mirovan dilêşî bikim û lêvên wan xwar bikim, dîsa jî weşandina vê gotarê pir giring e û pêwist e, em ji rastiyê nerevin û nexeydin. Ev têm pirsgirêka girêdana Êzîdîtiyê bi Yezîdê Siltanê Şamê ve zelal dike.
Wekî din jî ez dixwazim ji cîhanê re bidime xwiyakirin, ku girêdaneke esasî û bi teybetî avakirina ola Êzîdîtiyê bi Yezîdê kurê Mu‘awiya re tune. Êzîdîtî ne beşek ji beşên Îslamê ye.
Ez dixwazin vê tespîta jorîn bi encamên lêkolînên zaniyar bidim ber çavan. Heya vê gavê jî xêrnexwazên me, çi Tirk, çi Ereb û çi Ecem dibêjin, ku Kurdên Êzîdî Emewî ne û li pey Siltanê Şamê Yezîd in. Carne jî dibêjin, ku Yezîdê kurê Mu‘awiya ola Êzîdîtiyê peyda kiriye. Ne pêxemberê Êzîdî heye û nejî Mesîhê wan weke li cem xaçperestan heye. Ola Êzîdîtiyê oleke milyaketî ye, bi zivikê Xwedê Tawisî-Melek ve girêdayî ye. Êzîdî Şîxadî bi xwe dibînin weke rêberekî ji xwe re. Ew jî bi hinera Tawisî-Melek rabû û Êzîdîtî ji ber zilma Îslamê parast. Êzîdî di wê baweriyê de ne, ku Tawisî-Melek xêr, xweşî û aştî xistibû dilê Yezîd jî, lewma xêra Êzîdiyan xwest û nehişt, ku Erebên misilman wan bikujin û welatê wan bi temametî talan bikin. Tu mirov ji Êzîdiyan inkar nake, ku qenciya vî Siltanî li ser me heye, lê belê ne, ew yê me ye û ne em jî li pey wî ne. Destekî yê din paqij kir. Pêwist e, em tiştekî bitenê jibîr neken, ku Yezîd mirovekî Ereb bû û Tawisî-Melek Êzîdîtî di dilê wî de şêrîn kiribû û Şîxadî karî xêr ji bav û kalên xwe ve Êzîdî û Kurd bû.
Gelo ev Yezîd kî bû?
Ji bo kû em vî Yezîdî baştir nas bikin, min darbava malbata Emewiyan ji pirtûka "Xilafet Benî Ûmeya, ya ku Dr. Nebîl Eqîl li Şamê di sala 1972 an de weşandiye, derxistibû û di vir de dinivîsim (rûpela 16).
Li gor saloxên vê bavdarê Yezîd kurê Mu‘awî û Meysûnê ye. Ew li bajarê Mekayê ji diya xwe re çêbûye. Bavê wî Mu‘awiya kurê Sufyan e, kurê Harb e, kurê Ûmeya ye, kurê Abid Şemis e, kurê Menaf e.
Piştî ketina bajarê Meka dibin destên leşkerên pêxemberê Îslamê, Mu‘awiya dibe misilman. Hingî Mu‘awiya mirovekî bi nav û deng bû û xuyanî bû, pêxember Mihamed ciyekî layîq û bilind di komara îslamî de xiste destên wî. Xûşka Mu‘awî, Ûm Hebîba dibe jina pêxember. Di dema xelîfên yekemîn Abû Bekir de şerekî pir dijwar û dirêj di navbera misilmanan û xelkên El-Rida de vêket. Yên bi navê El-Rida hatine naskirin, ew mirov in, yên bi şûr bûne misilman, lê belê li ola xwe ya berî Îslamê poşman bûn. Hêje hindek ji me çaxe yek yê din pîs bike anjî çîran pê bike jê re dibêjin, mertit anjî mirted. Piştî Emer Îbnûl Xetab bû xelîfe, rabû Mu‘awiya birêkire bajarê Şamê, ji bo kû ew bibe serekbajrê wê. Ev jî di sala 637 de piştî Îsa bû.
Malbata Emewiyan ji gelê Şamê re bi hemû rengên xwe pir baş û tolerent bûn. Wekhevî hema bêje dêmokrasî û serbestî armancên wan bûn.
Di baweriya min de heke niha hindek mirovên misilman, yên bi SosiyalûÎslamê difikirin, ev raman ji vê komarê standine. Mala Êmewiyan tu zor û serdestiya bi qirêj û xwîn li gelê Şamê û Sûriya-Mezîn nedikirin. Dibe, ku wan jî ev dêmokrasî ji Bîzentiyên xaçperest girtibûn. Ev jî sedemeke pir giring û mezin bû, ku komara Îslamî-Erebî bi nav û deng û meşûr bû. Piraniya serokên Îslamê, yên piştî dema pêxember siltanî û serekbajarî bi navê Îslamê kiribûn, pir zilm û zorî li gelê xwe kirbûn. Ne pêşveçûn hebû û ne jî azadî û serbestî. Ew mirêvên ne Cihû anjî Xaçperest bû, wan dikuştin bê rehim, anjî wan bi şûr misilman dikirin. Ji ber vê yekê jî Êzîdiyan û xeynî Êzîdiyan xwe avêtin tor û bextê malbata Emewiyan. Pir nivîskarên ereb vî tiştî tînin ser ziman. Yek ji wan jî Dr. Mihamed Abid El-Cabirî ye, yê di pirtûka xwe de El-Aqil El-Siyasî El-Arabî, di rûpelê 237 an de û di sala 1992 an de li bajarê Beyrûtê hatiye weşandin û vî tiştê jêrî dibêje:
"Ji bo girtina ciyên pir mezin û zenzîbil û hesas di komarê Emewiyan mirovên din yên Ne-Ereb didane pêş. Wan Ereb nedixstin van wezîfetan. Baweriya wan jî di vî tiştî de ew bû, ku mirov dikare baweriya xwe bi van mirovên Ne-Ereb û Ne-Misilman bêtir ji Misilmanan û Ereban bîne". Pir kar û fêde ji van gelan jî gihiştin malbata Emewiyan. Bazirganî, kirîn û firotan dikirin. Xaçperest zêrker, hesinkar û sinetkar û hesabdar bûn, cihû textor û ilimdar bûn, Êzîdî cotarî û ji xwedîkirina sewalan, pez, çêlek û. t. d. baş bûn. Bîzentî kar û barên komarê, yên çandî, civakî û komarî pêkdianîn. Wekî dinjî gelê Şamê jiyana xwe berî hatina Îslamê weke biran derbas dikirin, dijminatî kêm peyda dibû. Emewiyan şûrê Îslamê hew hejandin û tukes bi zorê nekirin misilman. Wan gotina "Ol ji bo Xwedê ye, û welat welatê hemû mirovan e" bi cî dianîn.
Hin bi hin nexweşî û xêrnexwazî diket navbera Emewiyan li Şamê û malbata Pêxember - Ehil El-Beyt - li Meka û Medîna û di dema dawî de li Bexda, Kûfa û Kerbelayê. Serokatiya malbata Pêxemberê Îslamê Eliyê Şêr û herdu kurên wî Hesen û Hisên dikirin. Vê dijminatiyê belavkirina Îslamê pir li paş xist û komara Erebî-Îslamî bê hêz û bê hiner kir. Pir gelan, yên bi şûr misilmantî li ser wan ferz dibû, ji nû ve serê xwe hildan û berxwedan kirin. Bitenê ji kuştina her çar xelîfên Îslamê tê xuyakirin, ne herkes ji rewş û halê xwe razî bû. Ew mirovê dîroka Îslamê û Pêxemberê wê bixwîne, dê bizanibe, ku ji her çar xelîfên rêber, Abû Bekir, Emer Ibnûl Xetab, Osman Ibnû Afan û Elî Ibnû Abî Talib - Eliyê Şêr - bitenê Abû Bekir bi mirina normal di nav nivîna xwe de çûye dilovaniyê. Her sê xelîfên din hatine kuştin. Eliyê Şêr di mizgeftê de di ser nivêjê de hatiye kuştin. Ji ber vê yekê jî pir Elewiyên vê demê naçin mizgeftan û nivêj nakin. Dimanî û dijminatiya di navbera herdu aliyan de her ji mêj ve bû, ne ji dema kuştina Eliyê Şêr û zarokên wî Hesen û hisên ve ye. Hên ji kuştina Osman ve xirabî kete navbera herdu ciyan de. Emewiyan doza xwîna Osman dikirin û wî weke yekî ji malbata xwe didîtin. Jina Pêxember Eyşê jî piştgirya Mu‘awî di vê pirsê de dikir û destê zavê xwe Eliyê Şêr û neviyên xwe Hesen û Hisên nedigirt. Eyşê dayîka Fatma jina Eliyê Şêr bû. Elî jî hem kurapê Pêxember bû, hem jî zavê wî bû. Şerê di navbera wan de û hemû lez û beza wan bitenê ji bo serokatiya Îslamê bû. Wey li wî ku hewl bide xwe û şerê yê din bike, wî pîs bike û gotin û dûvikan pêve bike. Ev rewşa han hişt, ku herdu cî li hevalbendan, dostan û dilxwazan bigerin û mirovan li dora xwe bicivînin.
Malbata Emewiyan bêtir ji malbata Pêxember Mihemed mirov li dora xwe civandin.
Sedem jî ew bû, ku wan gelên bindest û perîşan weke Kurdan serbest kirin û destên xwe didane ber wan û wan diparastin. Hingî ku misilmanitiya tîr zilm û zorî li wan mirovan kiribû, wan jê nefret dikirin û jê direviyan.
Di eynî pirtûka nivîskarê ereb Dr. Mihemed A. Cabirî de, di rûpelê 316 an de vî tiştê jêrî dinivîse: "Em naxwazin Emewiyan baş bikin û wan ji devavêtinê biparêzin anjî qencî û tolerenta wan li tîra mirovên bindest û Ne-Misilman bînin ber çavan, lê belê em nikarin rastiyekê veşêrin, ku Emewiyan di yek rê de dikarîbûn welatan û gelan bixne bin destên xwe, ew jî ew bû, ku wan ev gelên Ne-Misilman di nav Îslamê de qebûl kirin û wan weke misilmanan bi maf û heq kirin û serbestî û azadî dabûne wan. Ev gelên han jî ji welatê Faris û ji herêma nava herdu çemên mezin Dicle û Firat bûn. Van gelan xwe bitenê di warê siyasî de sipartin komara îslamî, ne bi oldarî. Irf û edetên wan, rabûn û rûniştina wan ya civakî û çandî nehiştin, ku ew bi temametî bikevin nav Îslamê anjî Îslamê qebûl bikin. Wan tucar jiyaneke misilmantî derbas nekirine û tu şertên Îslamê pêk neanîne. Ev mirov jî mecûs Rojperest û Agirperest bûn, Manîxî bûn, Xaçperest bûn û Cihû bûn. Emewiyan bi vê yekê dikarîbûn dewletan xwe bimeşînin û tu zehmetî nebînin. Heya bi bêşa anjî ciziya îslamî jî ji wan nedistandin. Her Emewiyan ev didane ber rûyên xwe, ku ev mirov ne dibin misilman û ne Îslamê qebûl dikin. Heke hindek ji wan jî bêjin, ku ew misilman in, ew ne ji dil û can dibêjin. Misilmantiya wan jî misilmantiyeke pir tenik û ne rehkûr e. Em dikanin bibêjin, ku ev gelên Ne-Ereb tucar nebûne misilman".
Ji vê gotina vî nivîskarî tê xuyakirin, ku Êzîdî agir- û rojperest bûn. Hingî bi rastî navê Êzîdiyan Ezdayî û Şemsanî bûn û bi vî navî jî dihatin naskirin. Wekî din jî tucar nebûne misilman û ne li pey Yezîdê kur Mu‘awî çûne. Dibe, ku gotina me Êzîdiyan rast be, çaxê em dibêjin, ku Tawisî-Melekê me yê navşêrîn şêraniya Êzîdiyan xiste dilê Yezîdê kurê Mu‘awî, heya ku bi kêrî wan hat û ber barê wan ve rabû. Heya em dikarin bibêjin, ku wî Êzîdîtî û Tawisî-Melek qebûl kiriye, lewma hate nav wan û pir edetên wan bi xwe girtin, weke vexwarina onbît û ereqê, kêf û eşq û dîlan û mûzîk. Emewiyan çirawîskeke korîk ji hêviyê dabûn van gelên Ne-Misilman û tirs ji ser wan hilanîn.
Piştî kuştina Eliyê Şêr, ya bi tevdan û gotina Emewiyan hatibû serî, kurê wî Hisên dixwest serokatiya Îslamê bixe destê xwe. Ji bo vê yekê jî serê xwe ji malbata Emewiyan netewand û her şerê wan û bi teybetî şerê Yezîd kir. Ji bo vê yekê jî serê xwe ji Mu‘awiya re netewand û şerê wî û kurê wî Yezîd kiribû. Gelê Îraqê li dora xwe dabû civandin. Lê belê vî gelî her bêbextî û nokerî li Hisên û hevalên wî kiribû. Bi vî rengî Mu‘awî û Yezîd serdestî Hisên û malbata wî bûn. Li gel vê yekê jî herdu biran û bi teybetî Hisên şerê Emewiyan bi dijwarî kiribûn. Mu‘awî dixwest wan bi rêyweke diplomasî bîne rê û wan qayîl bike, lê Hisên şerê xwe bi wan re berdewam kir. Birayê wî Hesen şertên Mu‘awî qebûl kir û dixwest serokatiya Mu‘awiya di welatê Îslamê û di welatê bin destên Îslame de qebûl bike. Ji bo çareserkirina vê pirgirêkê Mu‘awî pir namên qayîlkirinê ji herdu lawên Elî re şandibû. Mu‘awiya radibe bê razîbûna misilmanan li şûna xwe dixe xelîfê û siltanê û Îslamê. Yezîd ne bi hilbijartin û ne jî bi dengdan bûye siltan. Piraniya gelê Şamê û misilmanên hevalbendên Mu ‘awiya bêdilî wan bû, ku Yezîd li Şûna bavê xwe bû siltan. Ji rabûn û rûniştina wî ne razî bûn. Wî pir edetên Îslamê qebûl nedikir, mina vexwarina onbît, ereq û elkohûlê, anjî mûzîk û lêdana tembûrê. Misilmanan digotin, ku ew ne di şopa Pêxember de diçe û ne misilman e. Yezîd herwer guhdariya gotin û dûvikên misilmanan nekir û hevaltiya gelên bindest û kêmketî weke Êzîdiyan, Filehan û Cihuyan xwest. Wi pişta xwe bi wan pir germ kir. Bê guman wî dizanîbû bê çiqasî Êzîdî û gelên din, yên Ne-Misilman bi bext in û ixanet û nokerî li cem wan tune û peyda nabe. Ji ber vê rastiyê jî van gelên reben û perîşan peznê wî dan û sitara rima wî xwestin. Êdî medha wî bê qedar kirin û bi teybetî Êzîdiyan wî weke rêberekî dîtin û gotin, ku ew di rêya Tawisî-Melek hatiye hedayetê ji ber vê yekê jî ew li Êzîdiyan xwedî derdikeve. Ne dûr e û dibe, ku Yezîd hatibe welatê Êzîdiyan Kurdistan. Weke ku di diroka Îslamê de hatiye nivîsîn, ew serleşkerê ordiya Îslamê bû, çaxê misilman hatibûn Kurdistanê. Ew bi xwe gihistiye heya bajarê Amadê û Diyarbekirê û . Li wir Êzîdî ji nêzîk ve nas kirin. Dibe ku wî li cem wan li tembûrê xistibe, ereq vexwaribe û fêrî zimanê kurdî bûbe. Ne dûr e, ku ew bi rastî xwarzê Kurdan be. Tiştê em dizanin, Êzîdî ereqê bi "Kasa Êzîd" bi nav dikin û tembûrê bi "Saza Êzîd" heya îro jî bi nav dikin. Êzîdî hên medha wî dikin û dibêjin, ku ew bi hewara me ve hat û em ji ber misilmantiya zordest hemand.