كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Torîna min
Torina min ez dizanim
Tu nehati buyî dîtnamin
Li ser nexweşiya min
Li ser nexweşiya min
Torinam min delala min

Can dilhê xwe ji te nahêlim
Tu cara xwe ji te silnakim
Ji ber ku bextê me huya
Feleka me şikestiya

Lê can sond dixum te nahêlim
ger çend sala li min biburînin
Pirça serê min sipi bikin
çend qunaxa me ji her dur bikin
evina ma dê pêtirbitin
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Seyro
Seyranê wayê wayê
Seyranê hayê hayê
Gava Seyro dibînim
Gava Seyro nabînim

Gava Seyro dibînim
Mala min xerab dike
Gava Seyro nabînim
Mala min ava dike
şevreş e va êvar e
Were pepûkê were
Wey Seyro
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Serxweş

Aşiqê te aşiqê çavên te
Miriyê te me, ez ji bo te me
Were qurban were were
Ax tu were were
Were heyran were were
Were zalim were
Aşiqê te me heyran
Aşiqê te me qurban
Were qurban were were
Berî ez bimirim carekî tu were

Nayê bîra te şeva li mala te
Serxweşê te bûm
Qedeh li ber te bû
çavên te li nav çavên min bûn
Awirên te ne ji dilê te bûn
Ji bona xatirê te
Nemam li cem te
Dûr ketim ji bo te
Digiriyam li ser te
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Sê sê
Da min, da min, da min
Cotê memikan wê da min
Ketime ser sinê wê
Ketime xêra Xwedê da

Sê sê sisê
Sê sê sisê
Hê hê hê hêy
Hê hê hê hêy

Ba kir ban kir ban kir
Got hele hele tu were
Bi qedrê rebê xwe bike
Ji kesî re behs meke

Rûnê rûnê rûnê
Di rex min da wer tu rûnê
Bi çavan li min mêyzîne
Min bixwe û bihelîne

Sê sê sisê
Sê sê sisê
Sê sê sisê
Sê sê sisê
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Te zû têderanî
Hate ber derî
Min lê nenêrî
Lê gava ew çû
Min dil daye dû

Ka ew çavên reş
Ka ew dêmên geş
Ka ew bîna xweş
Ka ew reng û rû

Yara min bakir
Ey bilbilê dîn
Li ser çi digrî
Qêrîn û nalîn

Yara te wa ye
Li ber çava ye
Ev deşt û çiya
Tev xweş kir bi bîn

Bilbil tu zanî
Gelo ez kime?
Tu tim serbest î
Lê ez girtî me

Bê lîs û hêlîn
Bê ol û bê dîn
Ez im Cegerxwîn
Xortê Kurdî me
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Qamişlo
Bi dengê xewnê te şiyar dikim
Bi lêvên tirsê te maç dikim
Bi singa agir te himbêz dikim
Qamişlo dîlbera min

Di mirina evinê de em evîndar in
Xewnê min û te bi weris ve bi dar in
Kevoka spi li dor te mar in
Ez û te kevokên bi der meşext man e
şev li me tari ye û derya talan e
Qeyka me şikestiye û qerax winda ne

Ka destê xwe bide min
Da hêvi pêl bide
Roj li ser geya
Disa rewşen bide
Ka destê xwe da kehnî din bibe
Qamişlo dîlbera min
 
أعلى