كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Min navê xwe kola li bircên
Gava ku stêrk
Li esmana stûxwar,
Gava ku ney û blûr û tembûr
û dehol û zirna
sar bûn, sar bûn
Bi giyanek pola
Min navê xwe kola
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.

Ez welatparêz im,
Ez mirovperwer im,
Ez Bavê Tûjo me lo!...
Şoreşger im Şoreşger im

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.
Ez şêx Seîdê kal,
Bijîşk Fuad im
Pêşmergekî bê nav û bê nîşan
Ez duh şehîd bûm
îro, nûhat im.
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Maçek
Maçekê tu bi min bidî
Hey tu dosta min
Derdê dilêm derman dikî
Hey tu gula min
çi bikim ji gul gul sebir gul
Heyran gul qurban gul
Gul gula min, şêrîna min
Delala min

Sed kul di dil de kirin
Hey tu dosta min
Can û ceger tev xwîn kirin
Hey tu gula min

çi bikim ji gul gul sebir gul
Heyran gul qurban gul
Gul gula min, şêrîna min
Delala min
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Limin lêlê
Heval ez bilûrvan im, delê lêlê de lêlê
Dengê saza xozan im delê lêlê de lêlê
Li we ez dilgiranim delê lêlê de lêlê
De delê de delê de lêlê lê de lêlê

Nakin dengê saza min delê lêlê de lêlê
Guh nadin awaza min delê lêlê de lêlê
Hûn nizanin doza min delê lêlê de lêlê
De delê de delê de lêlê lê de lêlê

Sivik çû bihara min delê lêlê de lêlê
Zer bûn pelê dara min delê lêlê de lêlê
Dûr dûr diçî yaramin delê lêlê de lêlê
De delê de delê de lêlê lê de lêlê
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Li şarê jînê
Li şarê jînê xort û ciwan bûm
çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm
çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm
Li şarê jînê xort û ciwan bûm
çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm

Kî ez didîtim jimin ditirsî
Nav û nişanêm ji hev dipirsî
Nav û nişanêm ji hev dipirsî
Li şarê jînê xort û ciwan bûm
çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm
çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm

Camek nenoşîm ji herdu lêvan
Daxwaz neznaim ji herdu sêvan
Daxwaz neznaim ji herdu sêvan
Li şarê jînê xort û ciwan bûm
çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm
çeleng siwar bûm
Xweş pêlewan bûm
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Lêv
Lêvşîrîna min
çavreşa min
Nayê ba min
Ew delala min

Min ser bire ser xaç
Min jê stend sed maç
Ji min veda awir
Got tu bûyî gawir
Wê ez kirim evdal
Xwîn ji dilê min bû rêz
Zor wê da girî
Ji xwe re kuştim bêhtir

Gava maç da min
Ji wan lêvên qelew
Mala min xerab kir
Wê keçka delal
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Leyla
şêr şêr e, mêr e yan jin e
Nîşan bi destê Leyla min e
Pola ye dil, wek hesin e
Leyla kî ye, Leyla çi ye, Leyla min e

Leyla keça Mîd û Med e
Canê xwe da di ber me de
Bijîn heçî ku can jî da
Xweş bin ji ter jar û geda

Divêm li pey te bêm ez jî
çib’kim bi vê jîna rijî
Xwînê nerijî nabijî
Leyla bijî Leyla bijî
 
أعلى