كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Pir xweş e
Pir xweş e pir xweş e
Ev dinya min pir xweş e
Pir xweş e pir xweş e
Kurdistana min xweş e
Dev li ken in sorgul
Ser dihejin sumbul
Xurxur ji avê tê
Hilm û sira pê tê

Gul destê evînê
Pêlên derya jînê
Gîhane em serbestî
Sed tuf li bindestî

Em saza hebûnê
Doza peydebûnê
Dengê saza rindî
Rewşa serbilindî
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Pero
Nizanim çima ji min hez dikî
çiyê min heye te şa dikî
Ji vî dilê tirsonek yar
çi hêviyê texmîn dikî

Ew çavên min î girs û bedew
Gelek caran şikestî ne
Ew dilê ku tu dixwazî
Ji singa min derxistine

Ka binêre li çavê min
Mêranî tê de kuştine
Newestîne wan çavên xwe
û dilê xwe nexapîne
Ez nikarim ji te hez bikim

Ma tu halê min nabîne
Rêka min dûr û dirêj e
Ne min ne xwe nexapîne
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Pere
Pere pere pere
şîrîn û zêrê zer e
Pere pere pere

însan hemu bi te re
Ne halo ye ez bêjim
Ne ker û gêj im
Lê bêjim nebêjim
însan hemu bi te ra

çima wilo şîrîn î
Dinya te dibînî
Lê tu heyî û tu nîn î
însan hemu bi te re

Te yara min ji min stend
Te bir û nevegerand
Lê tu wilo şîrîn î
Dinya hemû bi te re
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Navêm jiyan bê Kurdistan
Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax

Bo çi dijîm li vê cîhan
Bo çi dikim kêf û seyran
Bo çi ev şahî û dîlan
Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax

Ew welatê minî rengîn
Dinale ji êş û birîn
Bang dike bi gazî û girîn
Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax

Dijmin dikuje bi roj û şev
êrîş dikin bi xavên qirêj
Lê nav welat derd û bihişt
Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Na na

Nebêje min ez nikarim
Werim ez cem te
Şeva tarî ez dinalim
Meme li hêviya te

Ez dimrim, ez sax dimam
Ji bona xatirê te
Na na, keçê na
Bes e ji derdê te

Ez bi tenê, li min sar e
Li hêviya te me
Şev tarî ye, ewr û mij e
Ne xema te ye

Ez rihêlîm, dilê min lê da
Ji bona xatirê te
Na na, keçê na
Bes e ji derdê te
Ez dimrim, ez sax dimam
Ji bona xatirê te
Na na, keçê na
Bes e ji derdê te

Ez rihêlîm, dilê min lê da
Ji bona xatirê te
Na na, keçê na
Bes e ji derdê te
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Nikarim
Nikarim xunaveke rondika bim
li gorina şehîd bibarim
çariya reş nakirim
Bisk û keziyan nabirim
Rûyê xwe nadirim,rûyê xwe nadirim

Ez ji bilbilê xemgîn re ne bihar im
Ji bûka çarireş re ne guhar im
Ji konê şînê re ne sitûn im
Ji kalê poşman re ne qelûn im!
Na na nikarim, na na nikarim

Gula binefşê xemgin e ez na çinim!
Di cihê şahiyê de şinê nabînim!

Şehid canê xwe didin erdê ji bo ala
Şahiyê hildin, şahiyê hildin

Ala şahiyê govend û dilane
çepk û lîlandin e û strane...
 
أعلى