كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Eman heylê

Tu şêrîn î pir ciwan î
Lêv ji sorê erxewanî
Kê bi vî rengî tu anî
Wer di nav destêm danî
Heylê heylê heylê
şev û rojan ez di meylê

çavên belek çi mêrkuj in
Lêvên sor çi xwînmij in
Bisk û kezî çi xwînrij in
Dêm û enî pir paqij in
Heylê heylê heylê
şev û rojan ez di meylê

Rista mina ji gewhera
Ronî dide rengê çira
Bira nadî destê bira
Min rêkire ji dosta xwera
Heylê heylê heylê
şev û rojan ez di meylê

Rabe ser xwe bi dilovanî
Em derkevin ji zindanê
Dest bi destê te hozanê
Da em herin Kurdistanê
Heylê heylê heylê
şev û rojan ez di meylê
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Em Kurd en Kurd en
Em Kurd in Kurd in em serbilind in
çend hezar sal e bindestê dijmin
Lê hê em mêr in, lê hê em şêr in
Ma ne bes e ko em şiyarbin
Bi destê hev bigrin em herin dijmin
Xwîna şehîdan li erdê nehêlin

Em Kurd in Kurd in em serbilind in
Tucar ji bîr nekin ko em Kurd in
çiqas bibînin zilm û zorê
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Dîlbera qeşeng
Dîlbera qeşeng terhîn û ciwan
Li serî zerzeng di dest de piyan
Pêşkêşî min kir, mayî ji lêvan
Bi vexwarin da kirim netîwan

Pênûs kişabû birhên kevanî
çavên şîn neqşîn rengê çîmanî
Lêvên roj û dirûv hiş û giyanî
Hilkir hilkişa ji laş deranî

Dîlbera nazdar tak ji rihana
Buharên rengîn mîhên gulana
Gîyanên kovî dan ser zîndana
Hilkir hilkişa xist nav însana
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Diyarbekir
Diyarbekir warê min e
Diyarbekir cihê min e
Cihê bav û kalê min e
Ew mesken û paytaxta min e
Ew xumxuma ava mezin
Diherike û pêl bilezin
Kulê dilêm pê re dibezin
Civat û seyrana min e

Li ser surhê singa te bû ferman
Hatin bi te re xortên ciwan
Bi hêbet û bi qehreman
êdî ne ma tirsa giran
Li ser birca te yê bilind
Mij û dûman her girtine
Gul û Sosin pel weşandin

Bimrim bijîm li vê dinyayê
Li te divegerim carek dine
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Can te çi bimin kir
Can te çi biminkir
Can te çi ji xwe kir
Te çi b’serê min kir
Te çi bi soza me kir
Can te çi biminkir
Can te çi ji xwe kir

Te ez xistime xeyala
Xeyalne kûr, ne vala
Ez ji xwe re difikirîm
Fikirne dûr, ne vala

Sebir ji min re nîne
Ez ji kerba mirî me
Xew bi çava nakeve
Hêsir ji xwere tên xwara
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Bese dinale welat

Bese dinale welat, ji van kul û derdan
Refe keçê te rabûn, ji çîya û deştan

Axa Kurdistan welat, şên û şirîn e
Ji bo Kurdistan emê xwînê birjînin

Serê xwe rakir welat, karker û cotkar
Ewê derinin dijmin, ji axa Kurdistan

Em ji gelê xwe welat, em bi hevî ne
Emê mafê xwe bi lez, bi zor bistînin

Bese dinale welat, ji van kul û derdan
Refê xortê tev rabun, ji çîyan û deştan
 
أعلى