كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Lê dînê
Tu miraza xortan î lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê
Gerden sî û sê qor mircan lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê

Tu ciwata xortan î lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê
Destê wxe bide destê min lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Kurdistana Kurdan

Kurdistana xweş î, Kurdistan Kurdistan
Ma kî te difroşî, Kurdistan Kurdistan
Pir şêrîn û rind î, Kurdistan Kurdistan
Tev bajar û gund î, Kurdistana Kurdan

Eger wusa mest bibî, Kurdistan Kurdistan
Hejar û bindest bî, Kurdistan Kurdistan
Her tu hin hin bibî, Kurdistan Kurdistan
Berdestê dijmin bî, Kurdistana Kurdan

Divê tev bira bin, Kurdistan Kurdistan
Weke mêra bin, Kurdistan Kurdistan
Destê hevdu bigrin, Kurdistan Kurdistan
Bi mêranî bimrin Kurdistana Kurdan

Em aştîxwaz in, Kurdistan Kurdistan
Bi şev û ro ranazin, Kurdistan Kurdistan
Dijminê koledar Kurdistan Kurdistan
Bijî her Kurdistan…
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Kurd en serbilind en
Kurd in serbilind in naxwazin bindestî
Em azadîxwaz in, divên tim serbestî
êdî em hestan, nîne rawestan
Xencer bi destan bigrin Kurdistan

Kurdistana me ye li bin destê dijmin
Bi riz û rêzanî divê ku em derxin
êriş êriş ey gelê Kurdan
Divê em bigrin bi zor Kurdistan

Gelek xweş û rind e pak û serbilind e
Tev bajar û gund e gelek dewlemend e
Dijmin pê da ser divên derxin der
Bigrin em tola Kurd û Kurdistan

Kurd şêr e li dijmin zencîr li mil pêçan
Gernas û mêrxas e lê teng bûye meydan
Zencîra bişkên derkevin meydan
Bigrin em tola Kurd û Kurdistan
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Hoy zemano
Ev çi rîs e ev çi şaş e
Ya me berda ya bi teras e
Ev çiya per daye paşe
Hoy zemano lo zemano
Hoy bêbexto lo zemano
Ez biçûk im nûciwan im
Pir bi van êşan nizanim
Lê ji wan ez dilgiran im

Wer me bêje ez siyar im
Wek bizot im pêt û ar im
Ez di vî warî li karim
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Hez dikim

Ji te hez dikim
Ji te hez dikim

Weleh bîleh ji te hez dikim
Ez bêheval im
Ez bi tenê me li vê dinyayê

Lê wexta ez te dibînim
Kêfxweş im, serxweş im

Ji te hez dikim
Ji te hez dikim
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Haware haware

Haware haware birano haware
Kurdistan rizgarkin j’bindestên neyare
Lay lay, lay lay, lay lay.......

Kurdistan ay welat, roja te va ye hat
Va hene xortên baş, dikin ceng û şer e
Hawar e hawar e birano hawar e
Kurdistan rizgarkin j’bindestên neyar e
Lay lay, lay lay, lay lay.......

Dijminê me yê mezin, nizane ko em hene
Hev bigrin mêr û jin, Kurd hêsîr û jar e
Hawar e hawar e birano haware
Kurdistan rizgarkin j’bindestên neyar e
Lay lay, lay lay, lay lay.......
 
أعلى