كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Gulek
Guleka min hebû yek gul
Min neqand bû ji were ji dil
Min avda bû bi hêstirê çavan
Min dîtibû li nav baxan
Gul gula min, daxwazya min
Gul gula min, brîndar a min
çi guleke rind û ciwan
Perîşan bû li cihan
Jêre bibinin hun derman
Ewji weki me her insan
Gul gula min, daxwazya min
Gul gula min, brîndar a min

Ger ez bimrim ger bêm kuştin
Hun li gulê hun bipirsin
Daxwaza wê hun bibînin
Heyfa gulê hun hilînin
Gul gula min, daxwazya min
Gul gula min, brîndar a mi
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Gula Sor
Gula sor, hilbû jor, bîn da dor
Li paş çiyayê Kaf şîn bû
Alem jêre evîn bû
Bi me xweş, da me heş
Em bi bîna wê sermest
Emê pê şa bin serbest
Nezanîn, xemrevîn, xemilîn
Pê zemîn
Gula bi kelemê di nav baxê îrema
Hey gula sor, alem li dor
Bicivin û bînbikin dor bi dor

Hey gula sor, hilbû jor, bîn da dor
Gula sor gula sor
Hay gul, gula sor gul
Gul gula sor, gula sor gula sor
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Giryanim bese

Ez ji xew rabûm welatim
Ez bi qurbanim bese
Tevde rabûn Rojhilatim
Sebr û samanim bese

Ev dema serbestîye
Bindestî êdî çû nema
şad û dilxoş û bilind bim
Heps û zîndanim bese

Em hemî dost û bira bin
Da bibî bax û bihişt
Min ji nêv baxê cîhanê
Bax û bistanim bese

Omrê min çû tev di vê rê
Roj û şev nalî û girî
Das û çakuç wa me hildan
Qîr û giryanim bese
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Feqîro

Careke din min
Bêriya te kiriye
Careke din min
Bêriya dengê te kiriye
û careke din min
Bêriya te kiriye

Feqîro lo lo, belengazo lo lo
Ay ay ay ay.....

Lê stêrê, stêra min
Lê gulê, gulşîrîna min
Ay delala min, delala min
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Ey hevala evîndar

Ey hevala evîndar evîndar
Tu jî wek min brîndar brîndar
Hene gelek wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me
Hene gelek wekî me wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me

Evîn bûn rêberê me
çi hanîne serê me
Dûrist nakin evînê
Bê mirês dikin civînê

çiya bilind dibin jor
Cîhan dibit keska sor
Herdu rewşa vê jînê
Dengê saza evînê
 
رد: كلمات اغاني الفنان جوان حاجو

Esmerê bêrîvanê

Canê canê canê
Kulîlka li mala Xanê
Canê canê canê
Esmerê bêrîvanê
Min b’qurbanê rebenê
Danî derdê qelenê
Canê canê canê
Kulîlka li mala Xanê
Canê canê canê
Esmerê bêrîvanê

Navê lawik nizanim
Navê keçkê Siltanê
Canê canê canê
Kulîlka li mala Xanê
Canê canê canê
Esmerê bêrîvanê

Poz gulê xizim zerê
Kesera ser keserê
Canê canê canê
Kulîlka li mala Xanê
Canê canê canê
Esmerê bêrîvanê
 
أعلى