Cirok bi Kurdî

Bûk û tûtûk

Hebû tunebû, çûkek hebû.
Çûkekî, bê kar û bar bû. Ji xwe re difirriya, dikir vîçevîç û li ser vê yan wê darê vedinişt.
Lê rojekê biryara xwe da ku here ji bo xwe havilekê bike. Bi rê de çûk westiya li ser sitirîyekê venişt. Çima sitirîyek di lingê wî re neçû!! Sitirî gellekî canê wî êşand. Kire qîre-qîr û hawar. Bi vir de û wir de firriya, çû çû rastî pîrikekê hat. Pîrik li ber tendûrekê bû. Ardû xistibû tendûrê, pif dikir nedikir agir pê nediket ku tendûra xwe germ bike. Çûk çû li ser tendûrê venişt, ji pîrê re got:
­­ Pîrê, stiriyek ketiye lingê min, heke tu wî stirîyî derxî bavêjî tendûra xwe wê agirê te pê keve, tendûra te germ bibe, tu yê nanê xwe lêxî.
Pîrê got:
­­ Baş e!
Sitirî derxist, avêt tendûra xwe puf kire agirî. Agir pê ket. Tendûr germ bû. Pîrê nanê xwe lê da. Nan pijiya. Gava pîrê nanê xwe yê dawîn ji tendûrê derxist ku bide rê biçe malê, çûk ji ser darê firriya hat got:
­­ Pîrê ez sitiriyê xwe dixwazim.
Pîrê got:
­­ Min sitriyê te avêt tendûrê pê nanê xwe lê da.
Çûkî got:
­­ Min çi jê ye, ya divê tu sitirîyê min bidî yan jî z ji dêvla wî ve heft nanan ji te dixwazim.
Pîrê got:
­­ Aman, yeman çûko wiha meke. Ma ne te sitirî da min. Min xêra xwe ew ji piyê te derxist. Te bi xwe got bavêje tendûrê da agirê te pê keve.
Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
­­ Ya sitiriyê min yan jî heft nan!
Pîrê mecbûr heft nan dan çûkoyî.
Çûko heft nanên xwe girtin firriya çû çû, dît ku şivanek li per pezîye. Şivanî şîr dotiye tasa şivaniyê, bişkulan diçîne çîrî dike bi wî awayî bixwe. Çûko çû li ser berekî ber şivanî venişt got:
­­ Şivano, a ji te re heft nan. Biçîne şîrê xwe û zikê xwe pê têr bike!
Kêfa şivanî hat. Nan û şîrê xwe xwarin, hemî qedand û zikê xwe têr kir. Tam wexta ku şivanî got ªOxx! Elhamdulîllah!´, çûk firriya hat li ber şivanî venişt, got:
­­ Ka nanê min!
Şivan şaş ma, got:
­­ Min nanên te çand şîrî û xwar!
Çûkî got:
­­ Na, ez nanê xwe dixwazim. Ya tu yê heft nanan bidî min yan jî heft beranan...
Şivanî got:
­­ Aman, yeman çûko wiha meke.
Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
­­ Ya heft nan, yan jî heft beran!
Şivanî mecbûr heft berandan çûkoyî.
Çûko heft beranên xwe girtin firriya çû çû, dît ku li gundekî dawet e. Mala dawetê req û beqên dora gund kom kirine dixwazin wan şerjê kin ûtêxin xwarina dawetê. Çûko çû li ser dara ber mala dawetê venişt, got:
­­ Dev ji wan req û beqan berdin! Ev e ji bo we heft beran, serjê bikin, bikelînin bidin berbûrî û mezûbanên xwe!.
Kêfa xwediyê dawetê û ya hemû berbûriyan hat. Beran şerjê kirin avêtin ber birincê, her kesî xwar zikê xwe pê têr kir. Ku ji ser xwarinê rabûn Çûko firriya hat got:
­­ Kanî heft beranên min bidin min!
Xwediyê dawetê got:
­­ Me beranên te serjêkirin dan ber mêvanên xwe, xwarin qediya.
Çûko got:
­­ Na, ez heft beranên xwe dixwazim. Yan hûn ê heft beranên min bidin min, yan jî ez ez bûkê dixwazim.
Gotin:
­­ Eman, yeman çûko wiha meke!
Kirin nekirin, çûko ji ya xwe nehat xwarê:
­­ Yan heft beranên min yan jî bûkê...
Mecbûr bûk dan Çûkoyî. Çûko bûka xwe girt, firriya çû çû rastî berxvanekî hat, li ber berxan bû, tûtûka wî di deva de bû û bi meqam lê dida. Dilê Çûko bijiya tûtûkê, çû got:
­­ Berxvano ma tu qebûl nakî ku em bûk û tûtûka xwe bi hev bidin!
Kêfa berxvanî hat got:
­­ Lê çawa!
Çûko bûka xwe da berxvanî û rakir tûtûka wî firriya çû çû li ser zinarekî venişt. Tûtûka xwe xiste devê xwe got:
­­ Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!
Gava Çûko welê got, dîna xwe dayê ku çiqas ehmeqî kiriye, poşman bû. Lê poşmaniya dawî tu fêde nedida wî. Cardin tûtûka xwe xist devê xwe, got:
­­ Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!
Tûtûka xwe rakir, bi hêrs û girî li tehtê da, perçe perçe kir, avêt. Dest vala frriya çû çû, wenda bû, kesî nezanî ku bi ku de çû...
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
 
Mîh û Şêr û Gur
Hebû tunebû, carekê ji caran êleke koçeran bar kir, mîhek li şûna waran ma. Mîhê jî rê girt ûçû, çû rastî mêrgekê hat; mêrgeke pirr xweş. Mîhê di mêrgê de warê xwe çkir û za; du berxên mê anîn.
Rojekê mîhê dît ku vaye şêrek bi ser de hat. Şêr jê re got:
-Tu çima li vê derê yî?
Mîhê got:
-Bi saya serê te, ku tu siltanê heywanan î, ez û berxikên xwe li vê derê, di vê mêrgê de diçêrin.
Şêr got:
-Qet tu hesaban meke, dilaram be, ez parêzerê te me. Şêr çû bi riya xwe de mîh û berxikên xwe man di mêrgê de.
Rojekê mîhê dît ku va ye gurek hat. Gurî jê re got:
-Matu nizanî ku ev mêrg a min e? Tu bêyî prsê ji min bikî hatiyî tê de diçêrî.
Mîhê got:
-Ev mêrg, ya şêrî ye. Gurî got:
-Na, ev mêrg a min e û ez ê her du berxên te ji dêlva çêreya xwe bixwim.
Êrîş bire ser her du berxikan û ew xwarin, piştre vegeriya bi ser mîhê de:
-Heke careka din ez vegerim û te li vê derê bibînim, ez ê te jî bixwim. Gurî da rê û çû. Rojekê şêr li welatê bin destê xwe digeriya, hat ser mêrgê jî. Mîhê hal û hewalên xwe û gurî jê re gotin. Şêr gava mesele bihîst got:
-Guhê xwe bide min bê ez ji te re çi dibêjim. Ez ê xwe di pişta vî kevirê han de veşêrim. Gava gur hat û gote te » ev mêrg a min e,« tu bibêje »na, ev mêrg a şêrî ye«. Heke gpt »na, ev mêgr a min e«, tu bibêje »hema sê gavan ber bi vî kevirê han de bavêje û sond bixwe åbêje bi vî kevirî ev mêrg a min e¼ min qebûl kir«.
Şêr rabû xwe di pişta kevirî de veşart. Qederek di ser re derbas bû, gur hat gote mîhê:
-Hêja tu li vir î? Ma min ji te re negot ji vir here?
Mîhê got:
-Ev mêrga şêrî ye.
Wî got:
-Na!
Li dûmahîkê mîhê got:
-Ji min re bi vî kevirê han sond bixwe, min qebûl e.
Gur jî li tiştekî wiha digerriya. Hema ber bi kevirî de çû û jimart:
-Ev gavek, ev du gav û ev sê gav....
Di gava sisiyan de çavên wî bi yên şêrî ketin, tirsiya, destê xwe avêt pêsîra xwe, got:
-Bavo, ez bextê xwe xera nakim, ev mêrg a şêrî ye.
Çaxa wilo got, şêr ji pêl ve rabû û ber bi wî ve hat, jê re got:
-Belê guro, ji ber ku te ez li pişt berî dîtim, ev bû mêrga min. Lê gava te berxik xwarin ev ne mêrga min bû.
Şêrî hema pençeyek li qafê gurî da û gur di cih de kuşt.
Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
 
DÎKIL AXA
Hebû tunebû, pîreka cadûkar û dîkekî wê hebû.
Rojekê pîrê gava mala xwe dimalişt serîyekî çortan li erdê dît, danî ser kulekê. Dîko çû nikul li seriyê çortanî da. Gava pîrê ev yek bihîst çû, şûnikek li qorrika Dîko da. Dîko jî nikul li çavê pîrê da. Pîra cadûkar berra Dîko da. Dîko ji tirsa canê xwe bazda derva. Çû çû, rastî kerekê hat. Karê bang kir, got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Kerê got:
- Lê bêjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Kerê got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min şikand
ji bo seriyekî çortan!
Kerê got:
- Ez jî bi te re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!
Dîk û ker bi rê ketin, çûn çûn rastî marekî hatin.
Marî bang kir, got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
- Lê bjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Marî got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min şikand
ji bo seriyekî çortan!
Marî got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!
Dîk, ker û mar bi rê ketin, çûn çûn rastî sila rêxê hatin.
Sila rêxê bang kir, got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
- Lê bjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Sila rêxê got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min şikand
ji bo seriyekî çortan!
Sila rêxê got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!
Dîk, ker, mar û sila rêxê bi rê ketin, çûn çûn rastî dûpişkê hatin.
Dûpişkê bang kir, got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
- Lê bjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Dûpişkê got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min şikand
ji bo seriyekî çortan!
Dûpişkê got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!
Dîk, ker, mar, sila rêxê û dûpişk bi rê ketin, çûn çûn rastî bangerranî hatin.
Bangerranî bang kir, got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
- Lê bjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Bangerranî got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min şikand
ji bo seriyekî çortan!
Bangerranî got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!
Dîk, ker, mar, sila rêxê, dûpişk û bangerran gîhaştin hev, gotin de îcar em herin ser pîra du diran. Çûn çûn ber deriyê pîrê. Êvar bû tarî ketibû erdê.
Bangerran rabû çû ser banê xênî, mar çû hundur, xwe li stûna nava malê aland. Dûpişk çû xwe di refikê de teland. Sila rêxê xwe di tifikê de melisand. Ker çû li ber deriyê derva xwe veşart.
Pîra cadûkar ji derva hat mala xwe ku karê xwe yê êvarê bike. Hundur tarî bû. Berê xwe da refikê ku çira xwe vêxe. Destê xwe avêt refikê, dûpişkî bi pêçîka pîrê veda. Pêçîka pîrê jan da. Çû ber tifikê, ariya agirî veda ku agir dade, destê wê ket sila rêxê. Nezanî çi pê hat, bi tirs destê xwe avêt stûnê, marî bi destê wê veda. Pirê bi jana dest û tirsa dilê xwe bazda derva. Ku hat ber deriyê derva, kerê zîtikek li pîrê da. Pîra cadûkar pengizî derva ber dîwêr. Bangerran ji banî de xwe berra ser laşê pîrê da, gumînî ji laşê wê anî. Pîrê nema zanî ku çi bike, hema dawa xwe xist devê xwe û di wê tarîyê de berê xwe da çolê û baz da. Çû û çû û nema vegeriya. Mala pîrê bi Dîko ma. Kêfa Dîko hat. Wî sipasiya hemî hevalên xwe kir. Her kesî xatir ji hev xwest û çûn mala xwe. Dîko jî dî wê malê de bi kêf û xweşî jiya.
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran!
 
Keçika kibrîtfiroş
Çi qas sar bû... Şevine hişkesahiyê... Berf dadiket, pê re jî tariya şevê. Şeva salê ya pêşîn bû. Sibetirê sersal...
Di vê şeva sar de, keçikeke piçûk di nava kuçe û kolanan de digeriya... Pêxwas û serqot. Gava terka mala xwe da, şekalin bi pê bûn; lê bi kêrî wê nedihatin. Ew pêlavine diya wê bûn. Pêlavine kevin lê fireh. Gava keçikê, bi lez, ji ber erebeyekê xwe dida alî ew winda kiribûn. Keçik li wan geriya, lê ew peyda nekirin. Sêwlekekî fereka wan payda kir û ew ji erdê hilanî. Lê temaşa kir, kenîya û got:
-Gava ji min re zaro çêbûn ez ê ji wan re bi vê şekalê landikekê çêkim.
Keçika kibrîtfiroş bi piyên xwe yên werimî û morbûyî, di nava berfê de diçû li rizqê xwe digeriya. Di berwanga wê de pakêtine kibrîtan hebûn û elbikek bi desta ve bû. Lê bûbû şev û hêj tiştek nefirotibû. Birçî bû, diranên wê dirikrikîn, ji xurtiya sermayê ruyê wê diqermiçî.
Kuliyên berfê diketin ser keziyên wê yên şeh û di pora wê ya gungilî û hûrgurpik re diçûn. Lê tê de nediheliyan; li serê diqerisîn. Heçko xwîna keçikê jî cemidî bû.
Ji pencereyên xaniyan ronîke şîn a li kuçan diherikî û bîhna qazên biraştî, şîva şeva sersalê li hewayê belav dibû. Belê şeva sersalê bû.
Keçikê dida aqilê xwe, nizanibû çi bikira. Vegere malê. Newêribû. Hêj tiştek nefirotibû. Çawa destvala wê vegeriya malê? Wê ji bavê xwe re çi bigota? Dizanîbû ku bavê wê wê jê bibpirsiya, „te çiqas firotin¾. Gava jê re bigota „min tiştek nefirot¾, kalo dê li wê bidaya.
Bi van raman û texmînan keçik ket navbera du xaniyan û xwe bi taldeya xaniyekî bilind ve girt. Heçko ew der talde bû û xurtiya sermayê lê dişikiya. Ma xaniyê wan ji derve, ji taldeya vî xaniyê mezin û depdepe germtir bû?
Ma xaniyê wan çi bû? Koxikek, ji her derê qulêr... Qulên koxikê bi ka û kincikan girtibûn. Lê bayê kanûnan tê re dihat û carina ew ji qula derdixistin, tavêtin erdê û baranê jî bi xwe re dixiste hundurê koxikê.
Keçikê li destên xwe yên bêgoşt û terikî dinihêrî. Hestiyokên destên wê di çermê wê re xwiya dikirin.Qey çerm ji ser de ketibû.
Tiştek hate bîra keçikê. Kibrîtek vêxista û di rivîniya wê de xwe germ bikira çi dibû? Newêribû... Lê piştî mideyekî bêyî ku bide aqilê xwe kibrîtek ji qutîyê kişand û ew li tenişta elbikê şidand... xirç.. Çi ronahîke geş!.. Çi germiyeke şêrîn.. Destên xwe yên qerisî li pêta kibrîtê gerand. Di germayiya wê kibrîtê de, te digot qey canê wê yê mirî vejiya.
Sehwîrin didîtin. Digot qey li ber sobeyeke çînî û li ser doşekan rûniştiye. Çi qas lê germ bûbû. Kir ku lingên xwe ji biêxe ber wê sobê wan jî germ bike. Lê sobe ji nişkekê ve winda bû. Kibrît vemiribû. Li destên xwe nihêrt. Tiştekî di nava tiliyên wê de reş dikir...Rijika kibrîtê.
Keçikê kibrîteke din vêxist. Dîwarê xaniyê mezin di ber ronahiya wê de qey bûbû pîpoqek. Bînahiya mirov tê re diçû digihîşte heta saloneke biheşmet. Di orta salonê de maseyeke xwarinê xwiya dikir. Li ser maseyê, di nava lengeriyeke isfehanî de qazekî biraştî hebû kêr li pişta wê daçikandibûn. Niho wê bihatana bi kêrê ew perçe bikirana û li mêvanan lêkvekirana. Lê welê nebû. Qazê xwe ji masê zer kir, daket erdê û berê xwe da keçikê...
Kibrît vemirî. Di pêşiya keçikê de ji dîwarekî stûr pê ve tu tişt ne mabû.
Keçikê kibrîteke din vêxist. Nihêrtinên keçikê dîsan di dîwêr re çûn. Ma ne şeva sersalê bû. Qirdikek çêkiribûn û li dorê diyariyin danîbûn. Bi sedan find vêketî bûn. Çi temaşeyeke cazîbedar! Keçikê kir ku destê xwe dirêjî wan bike.... Kibrît vemirî, dîwarên stûr ketin ber çavên keçikê. Bi tenê find bi hewa diketin û qesta ezmên dikirin. Gava digihaştin¼ê dibûn sitêrk.
Yek ji wan stêrkan ket û weka stêrkeke peqok li sînga ezmên xeteke sor kişand û winda bû. Keçikê got: „Yek dimire.¾
Belê, dapîra wê jê re digot, „gava stêrkek dikeve, canek ber bi Xwedê dibe¾. Ax ew dapîra delal, mirova tekane ya ku jê re qenc bû. Heyhat stêrka wê jî ketibû.
Keçikê kibrîteke din vêxist û ew da ber dîwêr. Vê carê çi bibîne?.. Dapîra xwe. Keçikê xwe avête hembêza wê, da ber qîran û got: „ Dapîra min! Dadika min, min zûka bi xwe re bibe. Ez dizanim heke kibrît vemirî, ez te jî, wek soba çînî, qazê biraştî û qirdikê sersalê, te dapîra xwe jî dê winda bikim¾.
Keçikê li pey hev kibrîtên di elbikê de hemî vêxistin; ku dapîra xwe wenda neke. Dapîra xwe tu carê ev çend spehî û dilovan nedîtibû.
Di ronahiya pêtên kibrîtê de dapîrê neviya xwe kir hembêza xwe; her du bi perwaza milyaketan ber bi ezmanê jorîn firiyan. Ew çend bi hewa ketin ku nema bi serma û birçîtiyê dihesiyan. Gihaştibûn nik Xwedê.
Sibetirê emeleyên belediyê gava kuçe û kolan reş dikirin, di navbera du xaniyan de keçikek dîtin. Keçik li erdê rûniştibû hinarîkên wê sor dikirin, kenekî zîvariyê di ser lêvên wê re diqeliqî. Keçik mirî bû ji sermayê qufilî... Di şeva sersalê de emirê Xwedê kiribû.
Dema ku tavika roja sersalê dida cendekê wê yê hûr xelk lê diciviyan û ew seh dikirin.
Di nava tiliyên wê de darikeke kibrîtê ya vemirî reş dikir. Elbikeke vala li rex cendekê keçikê bû. Xelkê digot:
-Dixwest xwe bi kibrîtê germ bike, lê...
Lê ew tiştên sipehî, yên ku keçikê şevêdî dîtibûn, nedihate bîra tu kesî. Dîsan kesî nedizanî, çawan û bi çi awayî, di himbêza dapîra xwe de pê li roja salê ya pêşîn kiribû.
Dihok: 8-ê Îlona 1943-yê
Bişarê Segman
 
Ker û gur
Hebû tunebû, carekê ji caran, li dora gundekî kerekî bêxwdî hebû. Pirr şerpeze bûbû. Ji ber ku heçî îşekî wî hebûye bi wî kerî dikir û heçî ku barekî wî hebûya li wî dikir. Ker hingiya ji sixrê xelkê bêzar bûbû, hemaji xwe re bi navsera çiyê ve hilkişiya. Bi rê ve rastî roviyekî hat. Rovî got:
- Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
- Quzulqurta bavê kero!
Rovî got:
- Lê bêjim çi?
Kerî got:
- Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber.«
Rovî got:
- Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
Kerî got:
- Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikişim.
Rovî got:
- Ma tu min bi xwe re nabî?
Kerî got:
- Ma çima nabim?
Her du bi hev re çûn, çûn rastî beranekî hatin. Beranî got:
- Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
- Quzulqurta bavê kero!
Beranî got:
- Lê bêjim çi?
Kerî got:
- Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber.«
Beranî got:
- Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
Kerî got:
- Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikişim.
Beranî got:
- Ma tu min jî bi xwe re nabî?
Kerî got:
- Ma çima nabim?
Ker, rovî û beran bi hev re çûn, çûn rastî rastî dîkekî hatin. Dîko got:
- Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
- Quzulqurta bavê kero!
Dîko got:
- Lê bêjim çi?
Kerî got:
- Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber.«
Dîko got:
- Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
Kerî got:
- Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikişim.
Dîko got:
- Ma tu min jî bi xwe re nabî?
Kerî got:
- Ma çima nabim?
Ker, rovî, beran û dîk bi hev re çûn, çûn rastî kevroşkekî hatin. Kevroşkî got:
- Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
- Quzulqurta bavê kero!
Kevroşkî got:
- Lê bêjim çi?
Kerî got:
- Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber.«
Kevroşkî got:
- Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
Kerî got:
- Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikişim.
Kevroşkî got:
- Ma tu min jî bi xwe re nabî?
Kerî got:
- Ma çima nabim?
Ker, rovî, beran, dîko û kevroşk bi hev re çûn, çûn bi rê de kerî got:
- Gelî hevalan, zirra min hat, divê ku ez bizirrim.
Hevalên wî jê re gotin:
- Malava, tu yê çawa bizirrî, em di navsera vî çiyaî de ne, gurin wê bi me bihesin, wê me hemîyan bixwin.
Kerî got:
- Nabe, axir divê ku îllahî ez bizirrim.
Axir, kirin nekirin, ker qayil nebû. Kerî serê xwe bilind kir dest bi zirrînê kir:
- Ahîîî, ahîîî, ahîîî!
Tu nebê li devereka nêzî wan heft gur hebûn. Wan dengê kerî bihîst. Her heftan ji hev re gotin:
- Gelo ev çi deng e, tê?
Yekî ji wan got:
- Ka ez herim, bê ev çi deng e.
Hevalên wî gotin:
- De here.
Gur hat dît ku ker û hevalên xwe di navsera çiyî de di nava mêrgê de ne, bêxwedî ne, hema kêfa wî hat û ew ber bi wan ve çû. Ji pişt ve çû çû xwe avête nava teşkên kerî. Hema kerî her du rahnên xwe li situyê gurî jidandin û ew zeft kir. Beran ji pişt ve bi poşan rabûyê. Dîko çû ser pişta kerî bang da. Rovî erd kola. Kefroşkî da xapa. bi vî awayî hingiya beranî li gurû da ew bêhiş xist.
Paşiyê wan gurî berdan, ew nîvmirî çû ba hevalên xwe. Havalan jê pirsî:
- Birayo, te çi dît?
Gurê jihalketî got:
- Birano, qet deng mekin. Ez çûm min qewmek li wê derê dît , kes nebîne. Wan meraq kirin gotin:
- Çawa?
Wî got:
- Gava ku ez çûm, hema serê min kirin nava du latan, û bi du mêkutan li nava pişta min dan. Yekî ji wan yasîn li ser min dixwend, yekî dida xapan li kefenê min digeriya. Yekî jî her gorra min dikola.
Gava guran ev xeber bihîstin, tirs ket dilê wan û hemîyan bi hev re ji wî cihî bazdan, gotin:
- Gidî, şikir ji Xwedê re ku em ji lepên wan xelas bûne.
Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
 
Kêz Xatûn

Hebû tunebû, kêzikek hebû. Jê re digotin Kêz Xatûn.
Rojekê Kêz Xatûnê biryara xwe da, got : Tenêbûn dijwar e, ne xweş e, ez ê herim ji xwe re mêrekî bibînim şû bikim.
Rabû bi rê ket, çû çû, rastî şivanekî hat ku li ber pezê xwe bû. Şivanî got:
- Kêzê, tu bi ku ve diçî?
Kêzê got:
- Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.
Şivanî got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?
Kêzê got:
- Baş e heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?
Şivanî darê xwe yê şivaniyê rakir hewa û got:
- A ez ê bi vî darê xwe yê şivantiyê li te xim.
Çavên Kêzê ji hev bûn, tirsiya û got:
- Na, na, nexwe ez bi te re nazewicim.
Wiha got û da rê, çû çû rastî kerekî hat. Kerî got:
- Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî?
Kêzê got:
- Welle tu dizanî ku tenêbûn gellek dijwar e, ne xweş e. Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.
Kerî got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?
Kêzê got:
- Baş e heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?
Kerê her du lingên xwe yên paşiyê nîşanî Kêzê dan û got:
- Ez ê bi van cotikan zîtikekê li te xim.
Kêzê tirsiya, got:
- Na, na bavo, nexwe ez bi te re nazewicim.
Da rê û çû çû, rastî mişkekî hat. Mişko got:
- Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî?
Kêzê got:
- Welle tu dizanî ku tenêbûn gellek dijwar e, ne xweş e. Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.
Mişko got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?
Kêzê bala xwe dayê, Mişko yekî lihevhatî bû, lê dîsa jî pirsî:
- Baş e heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?
Mişko got:
- Ez ê bi vê boçika xwe ya piçûçik li te xim ku tu pê neêşî.
Kêzê di dilê xwe de got, welle ev ne xerab e, Mişko yekî lihevhatî ye jî. Ez ê pê re bizewicim. Got:
- Nexwe baş e Mişko, ez ê te bikim.
Kêzê û Mişko destên xwe dan hev rabûn çûn ba Mellê mahra xwe birrîn, daweta xwe kirin û çûn mala xwe bi hev şa bûn. Çend roj tê re derbas bûn, roja beravê hat. Kêzê got:
- Mişko de rabe kincan bide ser hev em herin ber avekê, kincên xwe bişon.
Kincên xwe û beroşa beravê dan ser pişta xwe, kêzê şimika xwe kir piyên xwe, dan rê û çûn. Çûn çûn rastî rûbarekî hatin. Mişko got:
- Kêzê de ka em li ber vî rûbarî beroşa xwe bidin ser agir û berava xwe bikin.
Kêzê got:
- Nabe Mişko can, ava vî rûbarî mişe ye, gellek boş e, hume-huma avê ye. Heke Xwedê neke, lingê min bişemite, ez nikarim xwe bigirim, ez ê li ber avê herim ha herim.
Mişko got:
- Nexwe em herin ber aveka din.
Çûn, çûn rastî cuhekê hatin. Mişko got:
- Kêzê de ka em li ber vê cuhê beroşa xwe bidin ser û berava xwe bikin.
Kêzê got:
- Nabe Mişko can, ava vê cuhê jî mişe ye. Heke Xwedê neke, lingê min bişemite, ez nikarim xwe li berê bigirim, ez ê pê de herim ha herim.
Mişko got:
- Nexwe em herin ber aveka din.
Dan rê çûn çûn, rastî şûna sima gayekî hatin. Baran hatibû, bûbû çamûr, şûna sima gayî kort bûbû û ava baranê tê de civiyabû. Kêz ê got:
- Mişko can, a ev gol li gora berava me ye. Ezê beroşê bidim ser, tu jî here qirşikan berev bike bîne, em ê agir dadin ava xwe germ bikin, serê xwe û kincên xwe bişon.
Mişko çû qirşik anîn, Kêzê jî beroş da ser. Agirê xwe dadan. Xwe dan berê da heta germ bibe ew jî dest bi berava xwe bikin.
Hê ew li ber agir bûn, ji aliyekî ve dengê gurme-gurma defê hat wan. Mişko guhên xwe mîç kirin û got:
- Kêzê can, ka guhê xwe bidiyê, dengê defê ha ji pişt wî girî tê. Ew gundê Mîr Avdelî ye. Nexwe li gund dawet heye. Niha xwarina dawetê çêkirine, goşt û birinc û tirşik gellek in. Tu li vê derê beravê bike, ez bi bezekê herim wî gundî, têra xwe goşt û birinc û tirşikê bixwim, hinekî jî têxim bin zimanê xwe ji te re bînim.
Kêzê got:
- Baş e, de here û zû vegere.
Mişko bezek da xwe, çû di pişt girî de wenda bû. Kêzê jî dest bi berava xwe kir. Kincên xwe şûştin, serê xwe jî şûşt û kincên xwe yên paqij û rengîn li xwe kirin. Haziriya xwe ya dawîn dikir ku îdî rûnê û li hêviya Mişkoyî be. Şimik di piyan de bûn, çima neşemitî û neket nava çamûrê!!! Kêzê xwe bi vir de da wir de da, lê kir nekir neşiya xwe ji çamûrê derxe. Her ku çû pirtir kete nava çamûrê. Li vî aliyî wî aliyî nihêrî ku belkî kesekî bibîne bi hewara wê de were. Dît ku wa ye li dûrê siwarek ber bi gundê dawetê ve hespê xwe dajo. Kêzê gazî kir, got:
- Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi şimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!
Siwarî bala xwe da aliyê dengî, lê tu kes nedît. Kêzê careka din kire hawar:
- Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi şimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!
Siwarî careka din bala xwe bi vir de wir de da lê tu kes nedît, da rê û çû. Çû gundê dawetê, mala Mîr Avdelî. Berbûrî hemî li ser xwarina dawetê bûn. Siwaro silav li wan kir, wan ji ew dawet kirin ser xwarina dawetê. Çû rûnişt dest bi xwarina xwe kir. Lê hewara Kêz Xatûnê kete bîra wî, got:
- Gelî cemaetê, gava ez bi rê de deihatim, li pişt wî girê hanê dengê hawarekê hate min digot:
Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi şimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!
Mişko jî hema di wê wextê de li nava firaqên neşûştî goşt û birinc û tirşika xwe dixwar. Ku dengê siwarî çûyê, fam kir ku ew hewar, hewara Kêz Xatûnê ye. Hema zûzûka, hinek goşt û birinc û tirşik xist bin zimanê xwe, baz da, çû xwe gîhand Kêzê. Bi destê wê girt, kêşa ew ji çamûrê derxist. Ji nuh ve ser û kincên xwe şûştin û xwe ziwa kirin. Mişko xwarina ku di bin zimanê xwe de anîbû, danî ber Kêz Xatûnê. Kêzê zikê xwe têr kir. Rabûn Kêzê û Mişko kincên xwe dan ser pişta xwe, bi hev re bi kêf û henek çûn mala xwe. Ji wê rojê pê ve pirtir ji hev hez kirin û pirtir li hev miqate bûn.
Rojekê Mişko got:
- Kêz Xatûn ma tu nikarî savarekê ji me re bidî serê, ez jî biçim ba pismamên xwe wan vexwînim malê?
Kêzê got:
- Baş e.
Mişko derket derva çû ba pismamên xwe bike. Kêz jî kete metbaxê ku savarî bipêje.
Gava Mişko vegerriya malê, çi bibîne!!? Kêz Xatûn ketiye dîzika dan û nikare jê derkeve. Mişk hêrs bû, ji qehra re ariya agirî bi serê xwe da kir û bi çolê ket. Pir çû hindik çû, rastî qijikê hat. Qijikê meraq kir got ev çi halê te ye mişkê xwelî ser?
Mişko got:
- Mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Qijikê jî perîkên xwe weşandin. Darê dîna xwe da qijikê got:
- Ev çi halê te ye qijika perweşîn?
Qijikê got:
- Qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Darê jî pelên xwe weşandin. Çemê avê di bin darê re derbas dibû. Meraq kir got:
- Ec çi halê te ye dara pelweşîn?
Darê got:
- Dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Çemî jî dest bi girî kir, heta ku nîvî bû av , nîvî bû xwîn û bi ser garisî da çû. Garisî jê pirsî got:
- Ev çi halê te ye çemê nîvî av, nîvî xûn?
Çemî got:
- Çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Garis jî xemgîn bû, devnixûn bû. Xwediyê garisî jî zeviyê xwe av dida, gava halê garisî dît, pirsî got:
- Ev çi halê te ye garisê devnixûn?
Garisî got:
- Garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Mêrik jî mera xwe da ber xwe û bi keser li serê rûnişt. Qîza mêrik ji bavê xwe re girar anîbû. Qîzikê got:
- Ev çi halê te ye bavê merliqûn?
Mêrik got:
- Bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Qîzikê jî girar bi ser êxwe da kir û çû cem diya xwe. Dê pembû dijenî. Gava çav bi qîza xwe kir got:
- Ev çi halê te ye keça sergirar?
Qîzikê got:
- Keça ser girar, bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Dê jî çek û kevan li xwe xist û rûnişt. Cîrana jinikê hatibû agir. Gava ev hal dît ji cîrana xwe pirsî:
- Ev çi halê te ye dayika çekliqûn?
Jinikê got:
- Dayika çekliqûn, keça ser girar, bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Cîranê çû gazî daxiste nava gundî. Gundî li wan civiyan. Ji serî heta binî bi meselê hesiyan. Çûn, dîtin ku Kêz Xatûn di dîzika danî de fetisiye. Ew derxistin, anîn bi şîneka mezin veşartin. Mişkoyê reben ma bi tenê.
Pişt re her kes vegeriya ser mal û halê xwe yê berê. Bavo ji ser mera xwe rabû, dê çek ji xwe kir, mişko xweliya xwe, keçikê girara xwe ji xwe daweşand, darê pelên xwe, qijikê perên xwe li xwe kirin, garis li xwe zîvirî, xwe kire serberjor, avê xwe dawerivand zelal bû, lê mişkoyê reben ma bî.
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadê ber dîwaran.
 
أعلى