Cirok bi Kurdî

Şengê û Pengê

Hebû tunebû, bizinek û du karikên xwe hebûn. Navê karikekê Şengê û navê ya din jî Pengê bû. Bizin tevî her du karikên xwe li çiyê, di şikeftekê de dijiya.
Ew her sibe radibû ku here biçêre, guhanên xwe tije şîr bike û bîne bide karikên xwe. Beriya ku ew derkeve, karik temî dikirin ku ew deriyê şikeftê ji bilî dayika xwe li tu kesê din venekin. Digot:
»Şenga min, Penga min, niha ez ê herim zozanan çêrê. Li pey min derî li ser we radin. Heta ku ez neyêm derî li tu kesî vemekin. Heke ez hatim, ez ê lingên xwe yê mûsipî di ber derî re nîşanî we bidim û ez ê bêjim derî vekin. Wê gavê derî vekin.»
Karikan digotin:
»Bila be dayê can.«
Bizin ji şikeftê derdiket , karikan derî li pey wê li ser xwe radidan û dayik diçû zozanan. Gava dibû êvar, ew vedigeriya ber devê deriyê şikeftê, lingên xwe yên mûsipî di terka derî re nîşanî her du karikên xwe dida û digot:
»Şenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Şîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Karikên ku ji serê sibê heta êvarê li benda dayika xwe bûn, bi kêf baz didan, diçûn derî li dayika xwe vedikirin. Diya wan ew dixistin himbêza xwe û şîrê taze yê ji guhanên xwe dida wan, ew têr dikirin.
Her roj bi vî awayî bizin û karikên xwe li wî zozanî dijiyan.
Rojekê serê sibê, gava bizin dikir biçûya zozanan, cardin tembîh li zarokên xwe dikirin. Hema di wê gavê de çima gurek di ber şikeftê re derbas nebû. Dengê bizinê hat guhên wî. Guhên xwe mîç kirin û çû ber pencerê ji serî heta binî guhdariya bizinê û karikên wê kir. Gava gurî bihîst ku her sibe bizin diçe zozanan û bi rojê karik li malê bi tenê dimînin û gava bihîst ku diya wan tê çi ji wan re dibêje, kêfa wî hat. Dilê xwe xweş kir, xwe bi xwe got:
»Îro piştî ku bizin here zozanan, ez ê werim, her du karikan jî bixwim û zikê xwe têr bikim.»
Bizin piştî ku baş temî li karikên xwe kirin, derket û çû zozanan. Karikan jî derî li ser xwe radan û li hundur ji xwe re dest bi leystikê kirin.
Piştî bîstikeka din, gur hat ber deriyê şikeftê û bang kir, got:
»Şenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Şîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Karikan gava ev deng bihîstin, şaş man. Hîn nebûbû êvar. Dayika wan çu caran ew qas zû nedihat. Û ya balkêştir ev deng ne wek yê diya wan bû. Dengê diya wan zirav û zelal bû. Lê ev dengekî qalind û bi heybet bû. Her du jî tirsiyan. Hêdîka çûn pişt derî, bi dengekî lerizokî gotin:
»Ew kî ye?»
Gurî careka din bi wî dengê xwe yê sitûr got:
»Şenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Şîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Şengê got:
»Ev ne dengê diya me ye, dengê diya me zirav û zelal e, dengê te stûr e. Ka lingê xwe di ber derî re nîşanî me bide.»
Gurî di ber derî re lingê xwe nîşanî wan da.
Pengê got:
»Ev ne lingê dayika me ye, lingê dayika me mûsipî ye, lê yê te reş e.»
Her duyan bi hev re gotin:
»Na, na! Tu ne dayika me yî, em derî li te venakin.»
Gurî gellek dilê xwe ne xweş kir, lê diviya riyekê bibîne û wan bixapîne.
Çû arvan anî li lingên xwe kir û careka din vegeriya ber deriyê şikeftê, dengê xwe zirav kir û got:
»Şenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Şîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Karikan banz dan pişt derî û pirsîn:
»Ew kî ye?»
Gurî bi dengê zelal got:
»Ez dayika we me, de ka zû derî vekin, zû!»
Şengê got:
»Ka lingê xwe di ber derî re nêşî me bike!»
Gurî lingên xwe yên arvankirî nîşî wan kirin.
Pengê, xwe hilavêt, kêf kir, got:
»Ev dayika me ye, ev dayika me ye, lingên wê mûsipî ne!»
Har duyan zû bi zû deriyê şikeftê vekirin. Hema ku çawa derî vebû, gurî hoop xwe avête ser wan û her du jî bi saxî daqurtandin! Kêfa gurî hat, ku wê rojê fravîneka bi dilê xwe xwaribû. Dora devê xwe alast û bi quretî meşiya çû mala xwe.
Bû êvar, bizin ji zozanan vegeriya. Dîna xwe dayê ku deriyê şikeftê li ser piştê ye. Dilê wê kir gurpe gurp, bi tirs baz da hundurê şikeftê, li vî aliyî bizivî, li wî aliyî bizivî, karikên xwe nedîtin. Bang kir, got:
»Şenga min, Penga min, hûn li ku ne?!»
Lê deng ne ji Şengê, ne jî ji Pengê hat.
Bizinê fahm kir ku hin hatine û karikên wê xwarine. Ji şikeftê derket û çû ku li karikên xwe bigere.
Çû, çû rastî mala hirçê hat. Çû serê banê hirçê û lingên xwe li banî dan kire teperep. Hirçê ji hunduro gazî kir, pirsî:
»Ew kî ye li ser banê min tep tep dike, rep rep dike?»
Bizinê got:
»Ez im, li ser banê te tep tep dikim, rep rep dikim. Ma te xwariye Şenga min, te xwariye Penga min?»
Hirçê got:
»Na, min nexwariye Şenga te, nexwariye Penga te.»
Bizinê lê da, çû, çû rastî mala rêvî hat. Derket serê banê rêvî, lingên xwe li banî dan kire teperep. Rêvî ji hunduro gazî kir, pirsî:
»Ew kî ye li ser banê min tep tep dike, rep rep dike?»
Bizinê got:
»Ez im, li ser banê te tep tep dikim, rep rep dikim. Ma te xwariye Şenga min, te xwariye Penga min?»
Rêvî got:
»Na, min nexwariye Şenga te, nexwariye Penga te.»
Bizinê careka din lê da, çû, çû rastî mala gurî hat. Derket serê banê wî, lingên xwe li banî dan, kire teperep. Gurî ji hunduro gazî kir, pirsî:
»Ew kî ye li ser banê min tep tep dike, rep rep dike?»
Bizinê got:
»Ez im, li ser banê te tep tep dikim, rep rep dikim. Ma te xwariye Şenga min, te xwariye Penga min?»
Gurî xwe hêrs kir got:
»Erê, min xwariye Şenga te, min xwariye Penga te.»
Bizinê got:
»De ka ji min re derkeve derva, ez hatime şerê te, ez hatime cenga te!»
Gurî rabû qîlên xwe tûj kirin û derket derva. Di vê navberê de bizinê jî şaxên xwe tûj, tûj kirin wekî serê xencerê. Hardu derketin hemberî hev. Gef li hev du xwarin. Berê gurî nav di xwe dan û baz da, baz da xwe avêt ser bizinê. Lê bizinê ji nişka ve xwe da aliyekî û hemla gurî li valayiyê çû. Bizinê got:
»De icar dor dora min e, tu yê bibînî bê ez ê çi bînim serê te!»
Berê paşpaşkî vekişiya, xwe ragirt û ji nişka ve ber bi gurî de baz da, baz da, got gumm, her du şaxên xwe li zikê gurî dan. Gur li ser piştê li erdê ket, zikê wî dirriya. Şengê û Pengê çip, ji nava hûr û pizûrên gurî derketin û xwe avêtin hemêza dayika xwe.
Bizinê her du karikên xwe jî xelas kirin û anîn malê. Dayikê careka din temiyeka baş li wan kir ku gellek bi dîqet bin, hay ji xwe hebin da kes wan nexapîne. Ji wê rojê pê ve ew nehatin xapandin û hersê li mala xwe bi hev şa bûn.
Çîroka min li diyaran.
Rehmet li dê û bavê guhdaran.
Ji bilî fesadên ber dîwaran.
 
Şêr û kevroşk
Hebû tunebû, carekê ji caran, şêrek hebû ku hakimê hemî daristanana bû, hukumdarî li ser hemû lawir, teyr û tirûrên daristanê dikir.
Rojekê wî biryar da ku li ser her cinsekî heywanan şîv an taştêyekê ferz bike û ew hercarê bi dorê jê re bînin. Hemû cinsên lawir û teyran ketin dorê, hinan taştê, hinan şîv jê re anîn.
Rojekê dora kevroşkan jî hat. Hemû li hev civiyan ku biryara xwe bidin bê wê çawa taştêya şêrî peyda bikin. Kevroşkekî şareza ji nava wan rabû got:
­­ Hûn xema mexun û îşê xwe pê mekin; ex ê bi xwe taştêya şêrî peyda bikim.
Hemûyan bi hev re gotin:
­­ Mala te ava.
Û bi dilaramî belav bûn.
Kevroşkê me sê rojan ma li malê û bi ser şêrî da neçû, bû roja çaran çû derket hizûra şêrî. Şêr bi ser de qîriya got:
­­ Ma dora taştêya min ne li ser we bû? Ev sê roj in ji we kes bi ser min de nehatiye... Ez wilo birçî mam.
Kevroşkî bi rêz jê re got:
­­ Ez benî, roja pêşîn min taştêya te anî, lê heywanekî din heye, her wekî te ye, rê li min girt û taştê ji min sitend.
Şêrî got:
­­ Gelo tu kesê din ê wekî min heye ku hukum li ser heywanên daristanê bike?
Kevroşkî got:
­­ Belê heye. Heke te divê, rabe em biçin ez ê wî nîşanî te bidim.
Şêr got:
­­ De bide pêşiya min em herin cem wî hukumdarî.
Kevroşkî da pêşiya şêrî, çûn çûn heta ku li ser devê bîrekê rawestiyan. Kevroşkî got:
­­ Va ye hukumdar di vê derê de ye.
Gava ku Şêr bi ser bîrê de vêl bû wêneyê xwqe di avê de dît. Dîna xwe dayê ku şêrekî hema wkî wî xwiya dike. Hema ji wê derê xwe avêt ser wêneyê xwe. Pê re pê re çû binê avê, bîr kûr û teng bû ew neşiya derkeve, fetisî. Kevroşk jî û hemû lawir û teyr û tirûrên daristanê jî ji şêr û zilma wî xelas bûn.

Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
 
SILKO

Hebû tunebû, jin û mêrek hebûn. Navê jinikê Fatê, yê mêrik Silko bû.
Rojekê gava Fatê çûbû nava malan, dîzikfroş hatin nava gund ku dîzikên xwe bifroşin. Silko jî çû dîzikek kirrî. Bû êvar, Fatê hat malê. Silko got:
- Fatê ma tu zanî ku min îro dîzikek kirrîye? Fatê got:
- Ka hela bîne, ez bala xwe bidimê.
Silko dîzik anî, nîşanî Fatê da. Fatê got:
- Baş e ma te ji wan pirsî ku meriv çi qas av û çiqas dan dixe dîzika xwe? Silko got:
- Na.
Fatê got:
- Nexwe nabe, heke em nizanibin em ê çi qas dan û çi qas ave têxin dîzika xwe em nikarin tê de şîvê bikelînin.
Silko got:
- Ez ê herim dîzikfiroşan bibînim, ji wan bibirsim.
Rabû bi rê ket. Lê dîzikfiroş ji zû ve gund bi cîh hiştibûn û berê xwe dabûn gundên din. Silko bi pey wan ket, ha li vî gundî û ha li wî gundî, de, de, di dawiyê de ew li gundekî zeft kirin. Çû nik wan pirsiyar kir:
- Dîzikfiroşno, min dîzikek ji we kirrî, we negot ez çi qas av û çi qas dan têximê û bikelînim. Dîzikfiroşan bala xwe dan hev, di bin simbêlan re keniyan, lê bi Silko nedan diyarkirin, jê re gotin:
- Here, gava te şîv da serê hema çengek av û alîçengek jî dan têxe dîzikê û bikelîne.
Silko got:
- Baş e!
Da rê ku vegerre mala xwe. Lê gundê wî dûr bû, diviya di ser çend gundan re derbas bibûya heta ku bigihîşta mala xwe. Ji bo ku tarîfa şîvê jibîr neke, dest pê kir got:
- Çeng-alîçang, çeng-alîçeng, çeng-alîçeng.........
Hat ber gundekî, havîn bû xelk li ser bênderan bûn, her kesê bêndera xwe li ba dikir. Got:
- Selamun aleykum, çeng-alîçeng, çeng-alîçeng.... Her kesî bala xwe da wî. Gotin qey ji bênderên wan re wiha dibêje. Hemî beziyan ser Silko, têra wî lê dan, gotin:
- Çawa tu dikarî wiha bibêjî! Ev xêr û bereketa ku îsal di bênderên me de ye, tu dibêjî çeng-alîçeng...
Silko got:
- Lê bibêjim çi?
Gotin:
‚ Bibêje tim a wiha be!...
Silko got:
- Tim a wiha be, tim a wiha be, tim a wiha be... Ber bi gundê xwe ve da rê, çû. Çû çû, gîhaşt gundekî. Dîna xwe dayê ku peyayên gund hemî li ser gorristanê ne, yek ji wan miriye wî defin dikin. Silko di ber wan re derbas bû, got:
- Selamun aleykum, tim a wiha be, tim a wiha be, tim a wiha be.... Gundiyan gotin qey li ser wan wilo dibêje. Hêrs bûn, çûn têra Silko lê dan, gotin:
- Mala te xera nebe, ev e yek ji me mirîye, em li ser gorra wî ne, tu hatiyî dibêjî ªtim a wiha be!ª Ma ev heqqê Xwedê ye?!
Silko got:
- Lê bibêjim çi?
Gotin:
- Bibêje eve bû yekî din nebe. Silko got:
- Baş e û ber bi gundê xwe ve birê ket.
- Eve bû yekî din nebe, eve bû yekî din nebe, eve bû yekî din nebe....... Hat hat, ber gundekî, dîna xwe dayê ku şahî ye, dawet e, bûkê tînin. Silko hat ber berbûriyan, got:
- Selamun aleykum, eve bû yekî din nebe, eve bû yekî din nebe... Gundî şaş man, hêrs bûn çûn têra wî lê dan, lê dan û ew berdan.
Silko ji meş û lêdanê perîşan bûbû. Berê xwe da malê, bi rê de bû êvar, baranekê dest pê kir. Silko di wê tarîtiyê de, di wê şil û şepeliyê da hat hat, ber deriyê mala xwe. Derî daêxistî bû. Teq teq li derî da. Jina wî Fatê ji hunduro bang kir got:
- Ew kî ye?
Silko got:
- Ez im!
- Tu kî yî?
Lê Silko hingî lêdan xwaribû, westiya bû û şil bûbû, navê wî nehate bîra wî. Got:
- Ez im hû, ez!
- Tu kî yî?
- Ez ewko me!
Jinikê di pencerekê re bala xwe dayê, dît ku Silko ye. Baran hîn jî dibariya, Silko perîşan bûbû. Jinikê di dilê xwe de got heta ew navê xwe nebêje ez derî lê venakim:
Got:
- Erê kuro tu kî yî?
Got:
- Keçê ez ewko me, ewko!
Got:
- Ma tu binerdiko yî?
Got:
- Aha te li ber xist!
- Ma tu pîvazo yî?
Got:
- Na, na tu dûr çûyî!
Kir nekir jinikê jî navê wî yê rastîn jê re negot. Dawiya dawî jinikê got:
- Ez derî li te venakim.
Silko mecbûr, çû li ser tendûra ber malê kilor bû, heta sibehî li wê derê nivist. Heke bû sibe, roj hilat, Fatê ji hunur derket, hat ber tendûrê dît ku mêrê wê, wa ye li ser tendûrê ye. Got:
- Kuro ev Silkoyê me ye! Silko ji nişka ve veciniqî got:
- Errik, hela bala xwe bidê, navê min Silko ye, ji do de min dikir nedikir nedihat bîra min.
Fatê Silko anî hundur, serê wî şûşt, kincên ziwa lê kirin. Heşê Silko hat serê wî, çîroka xwe ji serî heta binî ji jina xwe re veguhast û di dawiyê de got:
- Tobe, ez careka din kêmaqiliyeka wiha nakim.
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
 
Şûrê di berî da

Carekê ji caran, rehme li dê û bavê hazir û guhdaran.
Melîkê Îngilîzî miribû, kes nebû di şûna wî da rabe.
Kesê nedizanî kî dê di dûv wî ra bibe Melîk.
Wê gavê şûrekî sihirkirî li nav goristana paytextî xwe nîşa da.
Şûr di berî da çikandî bû û li ser berî husa nivîsandî bû:
KÎ BIŞÊT VÎ ŞÛRÎ JI VÎ BERÎ BÎNE DERÊ
EW DÊ BIBE MELÎKÊ ÎNGÎLTERÊ.
Hemî siwarên welatî xwe lê ceribandin, ku şûrî bînine derê.
Bes kesî neşiya.

Sal bûrîn, şûr hate jibîrkirin. Xelkê jiyana xwe ya hergavî domand û kesê fikra şûrî nekir.
Li cihekî dûrî Londonê kurek dijiya. Rojekê kurik çû li nava daristanê berze bû. Bi dûmahîkê ve ewî kalek dît ku di şikeftekê da dijiya
Kalî gotê: »Eve min tu dîtî, ji mêj ve ez li benda te bûm, bes nizanim ji bo çi.»
Kurikî got: »Tu min nanasî. Çawa te zanî ku ez bi rêkê ve me?»
Kalî bersîv da û got: »Ez dişêm pêşeroja mirovî bibînim. Bes ez zû jibîr dikim, ka min çi dîtiye.»
Kurikî jê ra got: »Tu kî yî?»
Kalî got: »Ez sihirbaz im. Ka were hundur. Çaya me jî hazir e.»
Sihirbazî du fîncanên çayê dagirtin.
Kalî jê ra got: »Navê min Merlin e û navê te bi xêr?»
Kurikî got: »Ew bi xwe navê min Arthur e. Lê xelk ji min ra dibêjin Artan. Erê ma bi rastî tu sihirbaz î?»
Merlinî got: »Erê rast e. Ka berê xwe bidê!»
Wî destekî xwe rakir û got:»Şekir!»
Her di wê gavê da şekirdankê xwe hilavêt ber fîncana Artanî û sê kavçiyên şekir ji bo wî xistinê.
Artan cilifî got: »Ûy ev çi bû? Bi rastî jî tu sihirbaz î!»
Merlinî ji Artanî ra got: »Ka silavê li kundî ke.» Navê kundî Arşimedes bû. Artanî got: »Çi kundekî ciwan e!»
Arşimedesî bi qîjîn got: »Ciwan! Kund lêkdayî û biaqil in, ne ku ciwan in.»
Artanî got: »Li min bibore! Tu çi kundekî lêkdayî û biaqil î!»
Merlinî got: »Aha!» û rabû ser xwe, »nû hate bîra min ku ji bo çi tu hatiyî vê derê. Tu hatiyî ji bo xwe dersekê werbigirî.»
Artanî got: »Welê ye, rast e. Bi rastî jî ez pêdivîyê mamostayekî me. Ji mêj ve ye min çu ders wernegirtine.»
Merlinî got: »Nexwe dê li gel te hême malê û dê bibime mamostayê te. Dê rabe em bi rê kevin.»
Merlinî destê xwe liba kir û got: » Xwe amade ke, buxçikê!» Û bi rastî jî hemî tiştên Merlinî firîn, çûn ketin nava buxçikê!
Artan bê dayik û bab bû. Ew di qesrekê da digel zirbavê xwe Sir Hektorî û kurê wî dijiya ku navê kurikî Kay bû. Kayî diviya bibe siwar. Gava Artan û Merlin gihîştin ber qesrê Sir Hektorî siwarî nîşanî kurê xwe dida.
Sir Hektorî berê xwe da Artanî, gef lê kirin û gotìê: »Tu li ku bûyî û ev kî ye li gel te?»
Artanî got: »Ev Merlîn e, sihirbaz e û dê bibe mamostayê min.»
Sir Hektorî got: »Sihirbaz! Hela, hela!»
Merlinî pirsî: »Ma tu bawer ji min nakî? Nexwe berê xwe bidê.» Destê xwe rakir û bang kir: »Befirê!»
Ji nişka va baroveyeka befrê li dora wan dest pê kir. Zûzûka ricfekê Sir Hektorî girt.
Kire hawar: »Raweste! Raweste! Ez ji te bawer dikim. Min pê xweş e tu Artanî fêr bikî Merlin, hema bes befrê rawestîne!»
Merlin û Arşimedes di burceka qesrê da binecih bûn. Artan her roj çû wê derê û ders wergirtin.
Carinan Merlinî hunerê sihirbaziyê bikar dihîna da ku kurikî fêr bike. Wî digot:»Mirov neşê hemî tiştan ji kitêban fêr bibe.»
Rojekê Merlinî pirsiyar kir: »Ma te diviya tu bibî çûçikek, Artan?»
Gava kete bîra Artanî ku dê li esmanê şîn bilind bifire, bersîv da û got: »Dê gellek xweş bibûya!»
Xişt! Merlinî ew guhurand kire çûçikek.
Oxx! Çi bi Artanî xweş bû di ser qesrê ra bifire û bizivire! Lê ji nişka va çavê wî...
...bi teyrekî baz ê mezin û birçî ket! Ew rasterast ber bi wî da difirî û dihat!
Artan ji tirsa canê xwe ra firiya. Teyrê baz di dûv wî da çû. Artanî bi dengê xwe yê çûçikîn kire gazî: »Hewar e! Merlin, hewar e!»
Di dûmahîkê da wî Merlin dît. Merlinî careka dî ew guhurrî kire kurikek û got:
»Dişê gellek xeter be heke mirov çûçikek be. Niha pêdivî ye tu xwe bişoyî. Tu çi dibêjî heke bibî masiyek.» Artanî hizir kir ku di wê ava şîn û zelal da melevaniyê diket.
Artanî got: »Dê gellek xweş be!»
Merlinî destê xwe bilind kir gote xişt! Hema di wê gavê da Artan guhurî bû masiyekî piçûk.
Oxx! Çi bi Artanî xweş bû ku di wê ava zelal da melevaniyê bike!
Lê ji nişka va çavên wî bi gurmasiyekî mezin û birçî ket. Ew ber bi wî ve dihat.
Artanî bizava
jiyana xwe kir. Masiyê
mezin her xwe nêzîk dikir. Di dûmahiyê da Artanî xwe ji avê avête der û Arşimedesî ew wergirt.
Artanî biryara xwe da got:»Ya qenctirîn ew e mirov kurikekî normal bît.»
Û rojekê peyamberek ji Londonê hat.
Sir Hektorî peyam xwend û got: »Li Londonê dê bibe yariya siwaran. Her siwarekî bivê dişê beşdarî yariyê bibe. Yê ku biserkeve dê taca melikiyê dahênine ser serê wî.»
Sir Hektorî got: »Ev, hemî ji bo te hate xwendin Artan. Tu yê arîkariya Kayî bikî û bibî berdestkê wî. Ew îdî siwar e û dê beşdarî yariyê bibe.»
Kayî got: »Heke tu qenc arîkariya min bikî, gava ez bibime melik dê bexşîşekê bidime te.»
Û Artanî arîkariya Kayî kir, ku kara xwe ji bo yariyê bike. Wî mîxfera Kayî biriqand.
Şûrê Kayî welê paqij kir heta ku rewnaq da.
Û di dûmahîkê da roja çûna ji bo Londonê hat. Merlin bi xwe ma li malê, lê Arşimedes ji bo çavdêriyê li gel wan şand.
Li wê meydana mezin a ji bo yariyê bizav û çûnehateka boş hebû. Siwaran bi dorê muhawele dikirin ku êk û dî ji hespan bixînin. Xelkê temaşe dikir, diqîriyan û nav di wan didan.
Kayê siwar li benda dora xwe rawestiyabû. Sir Hektorî pirsiyar kir: »Her tişt temam e Kay? Şûrê te li gel te ye?» Artanî bi qîrîn got: »Hey wax min şûr li xanê jibîr kir.»
Kay qîriya got: »Hey tu nemînî, de zû here şûrê min bîne.»
Artan hindî jê hat bezîya.
Lê gava ew gihîşte ber dergehê xanê dergeh darêxistî bû. Hemî kes derketibûn derve da temaşa yariyê bikin. »Hey wax, dê niha çi bikim!» got Artanî xwe bi xwe, »ma ne Kay neşê bê şûrî bikeve yariyê.»
Wî bi dilekî giran berê xwe da meydana yariyê. Li ser rêkê di ber gorristanekê ra buhurî. Li wê derê çavê wî bi şûrekî ket ku di berekî da çikandî bû. Artanî hizir kir ku belkî bişêt bi emanetî werbigire.
Wî destê xwe avêt şûrî û kêşa. Şûr bi sanahî ji berî hate der. Şûr zêde giran bû. Artanî bi zorê şûr hilgirt û gîhande meydanê.
Dema ew gihîşte wê derê şûr da destê Kayî.
Kayî got: »Eve ne şûrê min e!»
Artanî got: »Belê, ez dizanim! Lê dergehê xanê darêxistî bû, min neşiya ez şûrê te bînim. Ev min bi emanetî ji bo te hêna.»
Sir Hektorî berê xwe dayê û got: »Va ye nivîsek li serê ye, ka bîne vê derê da ez bibînim.»
Li ser şûrî nivîsandî bû:
KÎ BIŞÊ VÎ ŞÛRÎ JI VÎ BERÎ BÎNE DERÊ
EW DÊ BIBE MELÎKÊ ÎNGÎLTERÊ.
Sir Hektorî jê pirsî: »Te şûr ji ku derê îna?» Artanî bersîv da, got: »Şûr li nava gorristanê di berekî da çikandî bû, min di rê da dît. Ma xelet e ku min îna.» Sir Hektorî got: »Ka gorristanê nîşî min bike.»
Artan kete pêşiya wan, ew paşde înan gorristanê.
Yên siwar û xelkê da dûv wan.
Sir Hektorî careka dî şûr di berî da çikandeve û pirsiyar kir: »Kî dişê wî bikêşe der?»
Siyaran êk li pey êkî muhawele kirin da şûrî bikêşine derê.
Ewan kêşan, hê ve înan û wê ve birin, kirin nekirin neşiyan.
Şûr ji ciyê xwe her neliviya.
Û dor hate ser Artanî. Ewî çawa destê xwe avête şûrî kêşa, şûr bi sanahî hate derê!
Sir Hektorî kire qîrîn û got: »Wî şiya! Ev kurik melîkê Îngîlterê yê nû ye!»
Sir Hektorî û Kayî kirine gazî: »Her bijît Melîk Arthur!» Wan bi xwe nedişiyan ji melîkê nû ra bibêjine Artan. Hemî mirovêd li dora wan pêk ve kirine gazî û gotin: »Her bijît Melîk Arthur!»
Ji nişka va Merlin li ber singa wan diyar bû û got: »Aha ji ber hindê, tu muhtacî mamostayekî bûyî. Ma ne tu dê bibûya melîk!»
Û Melîk Arthur bû baştirîn melîkê Ingîlterê.
 
Tevdîra mişkan

Osman SEBRÎ

Li welatê Mêrdînê,
di nav gundê Cilînê,
pisîkekî xurt û şeng,
bûbû xudan nav û deng.
Mişk nehiştin di malan,
giş revîn qul û çalan.
Kîjanê wan dihat der,
pisîk xwe zû davêt ser.
Welê mabûn mat û gêj.
Yekî wan î boçdirêj,
digot: Gelê hevalan,
em girtî man di çalan.
Rêkê bo me çar bikin,
an jî ji vir bar bikin.
Mişk neman tev dicivîn,
bo vê yekê peyivîn.
Her yekî yek digotin,
kezeb ji xwe disotin.
Yekî wan î rîsipî,
digot: Ev e min rê dî.
Du zengilan bibînin,
bidin yekî bişînin.
Heke li ku pisîk dî,
bila têxe situyê wî.
Çi gav dengê zengil bê,
wer zanibin ku ew tê.
Bi lez û bez veşirin,
nema hûn kes dimirin.
Gişkan digot: Welê ye!
Tevdîreke li rê ye.
Lê di nav xwe kes nedîn,
ku wî karî biqedîn.
Pisîk serbest hiliştin,
wî jî her ew dikuştin.
 
Stêrika Kesk

Ji toreya cîhanî

Kurteçîrok ji bo biçûkan

Wergerandin ji zimanê Erebî

Serhan Îsa
kaniya.sipi@web.de

Jîjo gote kurê xwe yê biçûk:

Guh bide min kurê min ezê çîroka Stêrika kesk ji te re bêjim,

lê lawê min, guh bidêre û axafitna min nebire.

Jîjoyê biçûk tivna xwe xwerand, û ji bavê xwe pirsî:

erê ma qey bi rastî Stêrikên kesk hene?

bav keserk veda, û bi zirt bi ser hil bû:

biner eger tu ji niha de wisa bikî û tu bi hêminî nerûnî û guhdar nekî, ez çîrokê ji te re nabêjim.

bav li kurê xwe nerî ku wa dike bigrî!

destê xwe di ser stirîkên wîna re birin û anîn û jê re got:

kurê min ew bi xwe wisa bi nerîneke kelemperî merov nikare bêje ku Stêrikên kesk hene?

lê guh bide çîroka vê Stêrika kesk a ku li kêleke me dijiya:

Hebû tune bû, tiştek ji Xwedê mestir tune bû?

heq navê Xwedê, Jîjo yê biçûk wisa li bavê xwe vegerand.

Hebû Beqeke pir kirêt, bê merês û bîn nexweş

çerm şahîk, û çav derketî wek xelêtkan, di bin çena wêna de xebxebeke stûr û girs, û ji bextê wêna yê sipî Beqê nedizanî wisa biçmê wêna kirêt û bêmerêse, û bîna wêna wisa nexweşe!

belê ji xwe re digot:

Ma gelo yên mîna min xweşik, xwîn şêrîn, û bîn xweş hene

û cîranên wêna hemiyan jê hes dikirin û ban dikirinê, Stêriak kesk

û Zerzûr yê pêşî bû ku ev navê xweş lê kir

Jîjo yê biçûk serê xwe rakir û ji bavê xwe pirsî?

û çime jê hes dikirin?

bav serê xwe hejand û got:

kurê min çime tu wisa her timî lezê dikî û tu bê aramî?

bîne xwe fereh bike kurê min ezê dê çîrokê bi tevayî ji te re bêjim?

Beq ziyanê nagihîne tu kesî kurê min?

û tişta hîna baştir kurê min, ku ew hemî kêzik û kurmikên ku ziyanê digihînin Gul û Kilîlkan dikuje û dixwe?

ê naxwe çime tu dibêje Beq qence, Jîjo yê biçûk wisa gote bavê xwe?

ho .... ho .... kurê min malxirabo ev çi Xwedê aram nedaye te?

kurê min Beq her timî guhdar û çavdêra gul û kulîlkan dimîne

dema ku dibîne Kêzikek an jî Kurmikek nêzîkî li Gulekê an Kulîlkekê kir, bilez zimanê xwe dirêj dike û bi pêlewanî wêna zeft dike, û li ser zimanê xwe yê şîrêz kirî dibe û tîne û wêna dadiqurpîne

û vê yekê hişt ku hemî hevalên wêna rêzê bo re bigrin

lê hemî Kêzik û pirpirîkên ziyanoker, jê ciz bûn û kîneke mezin jê girtin, û hemiyan hawar û gaziya xwe gihandin Şandelîkan

( Zirkêtik ) û Zirkêtik jî bi xwe hevalên Mozanin ( Sêng )

biçmê wêna bedew û xweşike merov lê dinere merov dibêje ev gelek hêmin, û hevale, lê ew bi xwe gelek xapoker, hînkar û bêbexte, tebayekî bê ewlaye, Şandelîkê ji hevalên xwe î Kêzikan re got:

ez ezê we ji vê Beqa kirêt û bê merês rizagr bikim.

Zirkêtik li gel refekî Mêş, Sêng, Kurmik û Kêzikan firiya û li nêzîkî Beqa kirêt û çav werimî danîn û got:

wernê....... wernê.......

êrîşê berdnê....... wê bikûjin.........

wêna li hev hilînin........

piçikê wêna bibin esîmanan..........

zarokeke biçûk dengê Zirkêtkê kir......

wîna jî xwe hilavêt........ piyên xwe li erdê xistin..........

kişûmat...... qîr kire hevalên xwe wîna jî ber sîngêd xwe tije kevir kirin û êrîş berdana Beqa perîşan...............

ev qîr û hawarêd Zirkêtk û zarokê hemî çûne Zezorê zîrek

wî jî bi hêl qîr kire Beqê

çavê te li tebê, hayî ji xwe hebe Stêrka kesk, êrîşa Zirkêtk û zarokan

hate te Zerzûr axaftina xwe bi dawî anî ne anî ......

kevirekî ku çelp û li tenişta Stêrka kesk ket

di destpêkê de Beqê axaftina zarokê biçûk dema ku got `` Beqa kirêt û bêmerês `` fam nekir bû

lê piştî ku refê Zirkêtk, Kurmik û Kêzikan di ser xwe re dît, û çelpe çelpe keviran li derdora xwe kir

bilez reviya û xwe di quncikikê de veşart

Gul û Kulîlkan bûyer bi çavên xw dîtin, bê çawa hemî li Stêrka kesk

bûne yek û êrîşeke dijwar bi ser de ditajonin

hemiyan Gul û Kulîlkan û geyayên din xwe li Stêrka kesk dane hev û ew di nav xwe de veşartin?!

piştî ku Kêzik, Kurm, Zirkêtk û Sêngan neçar man ku Beqa bê merês û kirêt bikûjin, Stêrka kesk qûna xwe berda nav avê serê xwe deranî bû bore bora wêna û dest bi girî kir û ji xwe re dibêje?!

dêmek ez kirêt û bêmerêsim naxwe ez Stêrka kesk im wek ku ew dibêjin?

ez kirêt im wê zaroka biçûk wisa got belê belê ma xwena ez ker bûme, belê weleh dengê wîna kete guhê min?

Gul û Kulîlkan sedema xemgîniya Beqê naskirin hatin balê û jê re gotin:

ji me re û gerek ji te re jî negiring be eger tu xweşik be an kirêt be?

belê a giring ewe ku dilê te ji xelkê re paqij, bijwên, sipî û bê kîn be

tu pir qencî, bi rastî tu hêjayî, nav û dengê qenciya te best, kehnî, çem,

newal, û..... tije kirine, tu Stêrka keskî û di çavên me de tê bimîne wisa?

bi van axaftinên ciwan û xweş re Stêrka kesk çavêd xwe paqij kirin, girnijî, bîna wêna fereh bû, dilê wêna hînik bû, û kişande kenekî dirêj, xwe hilda û dare xwe ji vî alî avête wî alî, xwe ser av û bin av kir, û bû tîqe tîqa kenê wêna

Jîjo yê biçûk jî girnijî û ji bavê xwe pirsî?

çîrokeke gelek xweş bû babo!

û Beq jî gelek belengaze gelek hêjaye ne wisa babo....?

bavê wîna serê xwe hejand û got:

erê kurê min raste, çermê Beqê gelek şahîke?

û em jî gelek bextewar in ji ber ku çermê me bi stirî ye.
 
أعلى