Cirok bi Kurdî

Dotmîr û nok

Hans Christian Andersen

ebû tine bû pismîrek hebû ku dixwest bi dotmîrekê re bizewice lê diviyabû dotmîr dotmîrek rastîn bûya. Ew li seranserî dinyayê gerî daku yekê ji xwe re bibîne lê yek jî ya dixwest nedît. Dotmîr li her derê hebûn lê dijwar bû bê zanîn ka ew dotmîrên rastîn bûn an na. Li her yekê ji wan kêmasiyek hebû ku pismîrê me jê hez nedikir. Loma ew dîsan bi xemgînî vegerî malê çimkî wî delala ber dilê xwe ango dotmîrek rastîn nedîtibû.

تvarekê ba û bahozek dijwar û tirsnak bû; berq û birûsk dijenîn û baran mîna lehiyan ji asman şirrikane dibarî. Te hema dît deriyê kela bajar hat kutan û padişahê pîr çû derî vebike.

Dotmîrek bû ya li ber derî. Lê hawar! di nav wê ba û bahozê, av û baranê de ew çi dîmenek bû. Pirç û cilên wê şipîşil bûn û av jê diwerî û sol û pêlavên wî jî ji av û heriyê dagirtî bûn. Lê dîsan jî vê rebenê digot ku dotmîr e!

"De baş e", şehbanoya pîr got, "dê zû diyar bibe ka tu dotmîr î yan na." Lê wê zêde tiştek din negot, çû odeya raketin û nivistinê, hemû nivîn ji ser nivîndankê rakirin, libek nokê danî ser û bîst doşek jî danîn ser nokê û bîst çarçeveyên nerm jî danîn ser doşekan.

Diviyabû dotmîr hemû şevê li ser wan raketa. Spêdeyê jê hat pirsîn ka xewa wê çawan bû.

"Oh, pirr ne xerab bû!" wê got. "Hemû şevê hema çavên min jî neketine ser hev. Tenê Xwedê dizane ka çi di nav nivînan re bû lê ez li ser tiştek wisan req bûm ku her dera bedena min reş û şîn bûye!"

Hingê wan zanî ku ew dotmîrek rastîn e çimkî ew di nav bîst doşek û bîst çarçeveyên nerm re bi liba nokê hesîbû.

Ji bilî dotmîran kes nikare wisan hestyar be.

Loma pismîr ew kir jina xwe çimkî wî zanî ku ew dotmîrek rastîn e. Ew liba nokê jî li muzexaneyê hat bicîkirin û niha jî dikare li wir bê dîtin heke kesekî ew nedizîbe.

Li wir ev çîrokek rast e.

1835

ji wergera îngilîzî: Husein Muhammed

Ferhengok
pismîr: kurmîr, prens
dotmîr: keçmîr, prenses
pirç: porê jinan, mûyên serê jinan
nivîndank: ciyê nivîn, do‏ek li ser tên danîn, text
spêde: serê sibê, danê destpêka rojê
libek nok: hebek nuhk

(Zarokên delal, mehên bên jî em ê çîrokan diyarî we bikin. Bi me re bin daku em li nav baxçeyên gulrengîn ên اîrokistanê bigerin.)
 
Mem û Zîn
Ahmedê Xanî

Di dema berê de padîşahek hebû, ku navê wî Mîr Zeyneddîn bû û jê re digotin «Mîrê Botan». Emîrê Kurdan bû û paytexta wî jî bajarê Cizîrê bû. Mîrekî gellek bikêrhatî, di îdara xwe de xwedan hêz, edalet û merhamet bû. Bi merdî û camêriya xwe ji Hatemê Tayî merdtir, bi mêrxasiya xwe ji Rustemê Zal pêşdetir bû.
Xwedê dewlemendiyek û navdariyeke mezin dabûyê. Xezînên wî bi zêr û mucewheran, qesr û haremên wî bi xulam û cariyên wekî horiyên buhuştê tijî bûn.
Wî Mîrî du xuşkên ji hev sipehîtir hebûn ku navê yekê Zîn û ya din jî Sitî bû. Zîn zeriyeka weka horiyekê û Sitî jî esmereka weka periyekê bû. Ew her di haremê de bûn, ji dervayî haremê kesî ruyê wan nedîtibû, lê nav û dengê sipehîtiya wan bûbû daxa dilê herkesî.
Di dîwana Mîrê Botan de wezîrên wî û gellek xulam, xizmetkar, fedaî û emirber hebûn. Hemî di xizmeta wî de bûn, sadiqên wî, li ber emr û fermana wî bûn. Le di nava wan de du meriv hebûn ku ji tevan bêtir hezkiriyên ber dilê Mîr bûn. Mîr baweriya xwe dida wan û xwe disparte wan. Ew jî bi her awayî li ber fermana Mîr bûn. Yek jê navê wî Tacdîn bû ku , çeşnîgir, serdefter û serwerê muhafizên Mîr bû, kurrê Iskenderê wezîr bû. Tacdînî du bira hebûn ku navê yekî Arif û yê din Çeko bû.
Merivê din navê wî Mem bû ku ew jî hevalê herî nêzîk ê Tecdîn bû. Ew ji biran jî nêzîktirî hev bûn. Mem jî kurrê Debîrrê Dîwanê bû. Ew bi xwe jî muhafizê Mîr bû.
Di wê demê de adet welê bû gava sal vedigeriya û dibû Newroz, qet kes di mal û xaniyan de nediman, herkes ji zarokên pêçekê heta bigihîje pîr û kalan ji malan derdiketin û diçûn ser mêrg û çîmenan, nava bax û baxçeyan, serê kanî û avan ji xwe re dikirin ciyê şahî û ahengan. Bi taybetî keç û xortên nezewicandî, xwe dixemilandin û derdiketin meydanê ku hev du biecibînin û pişt re bi riya mezinên xwe hevdu bixwazin.
Newroza wê salê jî gava hat kes di bajêr de nema hemû derketin dervayê bajêr. Hin peyatî çûn nava baxan, hin bi siwarî çûn ber quntarên çiyayan. Hemû xanim û xatûn derketin nava gulîstanan.
Memo û Tacdîn jî rabûn, cil û xemlên keçikan li xwe kirin û derketin nava şahiya Newrozê. Gava li nava ahengê digerriyan, pê hesiyan ku du xortên nenas ên gellek li hevhatî û bikêrhatî û mêrxasên del û dînane daketine nava şahî û ahengê, dikin şerr û dueloyan. Ne bi xweşikiya xwe kes digihîje wan û ne bi mêrxasiya xwe kes dikare bi wan.
Memo û Tacdîn şaş bûnn meraq kirin ku gello ev her du xort kî ne û ji cinsê kê ne. Her du bi evraz ketin ku ber bi wan kuran ve biçin û wan bibînin bê kî ne. Carekê pêrgiyî van her du kurran hatin ku Xwedêwo çi kurr in. Du kurrên wekî du peykeran(heykelan)! Wekî du şahên stêrkan. Şêl û lixwekirina wan wek hev in. Bi carekê de dilê xwe berdan wan û bêheş ketin, aqilê xwe revandin!
Wan her du kurran jî dîtin ku yarebî, du horî û periyên sipehî li ber wan rawestiyan e. Tu dibêjî qey wek du perçên hîvê ne, lê ne welleh wekî tîrêjên rojê ne! Wan jî bi carekê de dilê xwe xistin wan û wan jî aqilê xwe ji ber sipehîtiya wan „keçan¾ revandin û bêhiş ketin!
Pişt re hemî bi hişê xwe ve hatin û hema gustîlkên xwe bi hev guherrandin û ji hev veqetiyan.
Memo û Tacdîn gava vegeriyan malê, ji ber wê dilketina xwe nexweş ketin û ketin nava nivînan, şewk û taqeta jiyanê bi wan re nema. Gellek lê fikirin û bala xwe dan gustîlkan. Dawiya dawî tê derxistin ku xwedanê gustîlkan ne du kurr in, lê Sitî û Zîn bi xwe ne!
Tu nebê roja ku bûye Newroz wan her du xwişkên Mîrî jî rabûne cil û bergên kurran li xwe kirine û bi vî awayî daketine meydana şahiyê û ketine şerr û dueloyan. Tacdîn dawiya dawî gote Memo:
- Rabe bira çi eyba vê heye, em du şêr in û ew du xezal in! Pir eyb e ku em ji destê wan binalin!
Memoyî got:
- Bira ma tu nizanî, tu zen meke ku di laş û ruhê min de cihekî saxlem maye, ez bi her awayê xwe ji ber destê vê evînê perçe perçe bûme! Bi vî awayî ew man birîndar.
Em werin ser Sitî û Zînê. Ew jî vegeriyan malê, lê ew jî hîn bi tevayî bi ser hişê xwe ve nehatibûn.
Dayîneka wan a bi navê Hayzebûn hebû, yeka dinya dîtî ya bi tecrube bû. Gava halê Sitî û Zînê dît pirsî got:
‚‚Hûn gellek guherî ne, we xêr e, çi bi serê we de hatiye?
Zînê got:
‚‚ Ey hewesa dil û hinavan, ey ronahiya her dû çavan, ya Dayînê! Gava em çûn ahenga Newrozê, me du keç dîtin ku wan dilê me revandin û em dîn û nexweş kirin û bi vî awayî bêhal kirin.
Dayînê got:
- Lawo, tiştekî ecêb e ku hûn dibêjin ew keç bûn. Piştî ku hûn keç in ne tebiî ye ku dilê we ketibe keçan, çimkî ya tebîî ew e ku meyla we ber bi kurran ve herre!
Wan got:
-Dayê, vane gustîlkên wan û yên me jî bi wan re ne. De here xwediyên van gustîlkan bibîne, bê kî ne!
Dayîn rabû çû ba remildarekî û remil avêt, dît ku xwediyê gustîlkan yek jê Memo ye û yê din jî Tacdîn e. Vegeriya hat ji keçan re mesele got. Zînê got:
- Dayê, here wan bibîne û ji wan re bibêje ku Zînê Mem û Sitîyê jî Tacdîn divê. Heke we jî em divên, li gor adet û usûlan xwazgîniyan ji Mîr re bişînin û me bixwazin.
Dayîn rabû çû gustîlk rê Memo û Tacdînî dan û tiştê Zînê jê re gotî ji wan re got.
Wan jî rabûn hinek alim, mîr û kal û pîr wekî xwazgînî rêkirin huzûra Mîr ku pêşiyê Sityê ji Mîr bixwazin. Ew çûn, gotin:
- Ya Mîrê mezin, Tu Tacdînî dinasî , ew ew qas nêzî te ye. Me divê em erz bikin ku Tacdîn Sitîyê ji te dixwaze heta niha ew xizmetkarê te ye niha dixwaze tu wî bikî damadê xwe jî.
Mîr dibêje:
-‚ Ser seran û ser çavan, piştî ku hûn hetine, min jî Sitî daye Tacdînî. Heta îro Tacdîn di xizmeta me de bû, de rabin dawetê li dar xin îro em jî deynê xwe eda bikin di dawetê de ez jî jê re xizmetê bikim.
Daweteka nedît hat li darxistin. Bi şev û rojan kêf û aheng hatin kirin, saqîyan şerab gerrandin, xulaman sifre danîn û rakirin. Raqqas reqisîn û mûsîkajenan jî musîk lêdan û stran gotin. Pişt re Sitî kirin bûk û birin xistin qesra Tecdînî. Ew zewicîn bi dilê xwe şa bûn.
Li wê derê man Mem û Zîn.
Di vê der ê de divê em bêjin ku Mîrî bi navê Beko dergevanek hebû. Ew yekî fesad, dekzan û dilreş bû. Kes ji wî ne razî bû, ji Mîr re digotin ku « ya Mîr vî merivê fesad ê dilreş li ber dergehê xwe mehêle, wî bavêje, ew rûmeta mezinayî û edaleta te dixîne.
Lê Mîr jê ne digeriya û digot:
- Em kesên Mîr u hukumdar, ne ku tenê tabiên rast û durust, her kesên bi vî awayî jî me divên. Yên wiha lazim in ji bo aşê me zaliman bigerînin. Ev Beko rojekê het, wî ji Mîrî re got:
- Mîrê min te qîmet da Tacdînî, te Sitî lê mahr kir û ew kir zavayê xwe, lê ez dibêjim qey wî çav bera textê te daye. Roja ku te Sitî da wî, wî jî ji ber xwe ve Zîn daye Memê.
Gava Mîr ev yek bihîst ji hedê der aciz bû, bi hêrs got:
- Ez difikirîm ku zînê bidim Memê, lê ez son dixiwim bi text û taca xwe ku ji niha pê ve kî were Zînê ji min bixwaze ezê serê wî bibirim.
Bi vî awayî nema kesî karî were Zînê ji Memê re bixwaze. Zîn ma di haremê de bi tena xwe. Berê Sitî heval û hemderda wê bû, lê îro ew jî tunebû, ew bi tena xwe di nava agirê evîna ji ber Memê roj bi roj diheliya û zirav dibû. Bi şev û rojan digiriya û dinaliya.
Memê jî ji ber evînê sergerdan bûbû, sekn û tebat lê nemabû, geh li ber ava Dîcleyê û geh li çol û çiyan, li ser burc û kelatan bi tena xwe digeriya û diket xewn û xeyala bi Zînê re. Ew jî roj bi roj diheliya diçû.
Rojekê, gava wextê nêçîr û şikarê hat, Mîr hemû peyayên bajêr kom kirin û li gel mîr û axayên dora xwe çûn nêçirê. Memê nexweş bû neçûbû nêçîrê. Gava fikirî ku kes zilam nemaye di bajêr de. Rabû ber bi baxçeyê qesra herema Mîr ve çû bi wê hêviyê ku belkî Zînê bibîne. Di wê demê de Zîn jî derketibû nava baxçeyê qesrê. Li wir ew û Memo rastî hev hatin, heta êvarê têr bi hev şa bûn. Êvarê ew ji xwe ve çûbûn ku Mîr tevî maiyeta xwe ket nava baxçe bi ser wan de hat. Zînê firsend nedî ku bireve ji wê derê here, hema ket bin Eba Memê. Mem o xwe li nexweşiya giran danî û ji ber Mîr ranebû, lê Tacdîn fahm kir ku Zînê di bin eba wî de ye . Zû çû agir bi qesra xwe xist ku Mîr û maiyeta xwe ber bi hewara wî de werin, Zînê jî ji vê firsendê xelas be, here alî malê. Welê kir, hemî çûn ber bi hewara Tacdînî ve ku agirê qesrê bitemirînin. Bi vî awayî Zîn jî xelas bû.
Lê roj bi roj evîna Mem û Zînê ket ser zarê xelkê. Li nava xelkê Cizîrê herkesî behsa evîna wan kir. Xeber ket belavbûneka wiha ku Beko ev yek firsend dît çû xwe gîhand Mîr û got ku têkiliyên Mem û Zînê di devê her kesî de ne. Mîr gellekî pê êşiya, lê got:
‚‚ Bi gûman û texmînan nabe, ma gelo em ê çawa rastiya wê derxin?
Beko got:
- Memo yekî welê ye ku tu caran ji bo te derewan nake. Bang bike pê re setrencê bileyize. Gava te ew bir, şertê xwe li ser ferz ke, bipirse ku hezkiriya wî kî ye. Ew ê rast ji te re bêje ku Zîn e. Bi vî awayî ku wî bi xwe ev yek îtîraf kir îdî ferman a te ye, tu yê cezayê wî bidiyê.
Li ser vê yekê Mîr Memo vexwend ji bo leystika setrencê. Mem hat bi Mîrî re setrenc leyist. Di leystikên pêşiyê de Memo zora Mîr dibir. Beko di wê gavê de dît ku di pencereyeka pişt Memo re ji alî haremê ve Zîn jî leystika setrencê temaşe dike. Hîleyek ket bîra wî, got:
-‚ Ya Mîrê min, ji bo şansê te vegere tu û Memo ciyê xwe bi hev biguherin. Welê kirin û cardin dest bi leystikê kirin. Gava Memo cihê xwe guherand berê wî ket Zînê û çavê wî bi Zînê ket. Ji wê deqê pê ve çavên wî tim li Zînê man, heş ji serê wî çû, nema karî bala xwe bide ser setrencê. Çend leystik gerandin jî hemî caran Mîr zora wî bir. Dawiya dawîn Mîr xalib û Memo mexlûb îlan bû.
Mîr li ser şert ji Memo pirsî, got:
-‚ Memo ka ji min re bêje ya ku dilê te revandiye kî ye navê wê çi ye?
Hema Beko xwe avêt meydanê û got:
- Mîrê min ya ku Memo dilê xwe xistiyê keçeka Bedewî ya Ereb a reş a lêv deqandî ye!
Ev yek gellek bi Memo nexweş hat, got:
-‚ Na Mîrê min ya ku dilê min revandiye yeka Kurd a esilzade ye, keça mîran e û nevê wê jî Zîn e.
Gava Mîr ev yek bihîst gellek hêrs bû û ji muhafizan re got ku rabin wî bikujin. Muhafizan şûr û xencerên xwe kêşan û berê xwe dan Memo. Mem jî şûrê xwe kişand. Gava Tacdîn, Çeko û Arif ev yek dîtin, wan jî şûrê xwe kişandin û xwe dan pişta Memo û berê xwe dan Mîr:
-‚ Heta hûn me hersiyan nekujin em nahêlin kes destê xwe bigihînin Memo. Bira muhafiz xwe vekêşin, pişt re Mîrê me çi ferman dike bira ew bixwe bike. Muhafizan xwe vekişandin, Mîr rabû dest û piyên Memoyî bestin û ew şand avêt zîndaneka bêbinî.
Memê di zîndanê de û Zînê di haremê de dest bi çîlekêşiyê kirin. Çîleya Memê hat nuxteyek wilo, ew qas kişiya ku Memê ji derdê evîna dinyayî ya Zînê xwe wenda kir ket nav evîna îlahî û heş û aqilê xwe di wir de wenda kir, hemî têkiliyên xwe ji dinya maddî birrîn, bû murşîdekî evîndarê îlahî. Zîn jî bi wî awayî xwe da çîleyê û bû weka murîdeka vî murşîdê evîndar. Nav û dengê derd û êşa wan li nava Cizîrê bela bû, xelk jî bi derd û kulên wan re êşiyan, nalet li Beko barandin û dilê xwe ji Mîr hiştin ku çima ev neheq lî van evîndaran kiriye. Aciziya xelkê gihîşt noxteyeka welê ku Tacdîn û birayên xwe biryar dan ku herin huzûra Mîr bêjin bira ya Memê ji Zîndanê derêxe yan ew amade ne ku şerê wî bikin.
Gava Beko pê hesiya ku xelk her ku diçe bîhnteng dibe, Tacdîn û birayên xwe haziriya derketina hemberî Mîr dikin, ji serîhildanekê tirsiya, zû çû xwe gîhand Mîrî û mesele jê re zelal kir ku xelk aciz bûye, ya çêtir ew e ku di demeke wiha de riyeka nerm bide ber xwe û aciziya milet daxe. Got ku :
- Here ji Zînê re bêje ku min Memo efû kiriye, tu serbest î herî wî bibînî. Gava ew here ziyareta Memo, Memo ew qas zeîf û bêhal bûye ku dilê wî debar nake ji ber çavpêketina Zînê wê bimre here, bi vî awayî wê mesele bitemire.
Mîr çû ev yek ji Zînê re got, lê tam di wê wextê de xeber hat ku Memo di zîndanê de miriye. Zînê, Dayîna wê, Sitî û gellek cariyên wê bi bezî bezî çûn zîndanê, dîtin ku Memê miriye. Lê gava Zînê destê xwe di serê wî da û gazî wî kir, ew vejiya, lê Zîn nasnekir, jê re gotin vaye Zîn hatiye huzûra te, tu jî rabe here bexişîna xwe ji Mîr bixwaze, Mîr hazir e te efû bike. Wê gavê tê ji zîndanê derkevî û bigihîjî Zînê. Lê wî ev yek red kir got;
- Ez tenê Xwedê wek mîrê xwe dinasim, ez naçim ji qûlan efûyê naxwazim.
Zîn û dora xwe vegeriyan qesrê. Ku Mîrî ev yek bihîstin, bi rastî îdî poşman bû, hem Mem û hem Zîn efû kir. Lê xeber hat ku Mem ebediyen miriye. Girî û şîn bi vê xeberê re ket nava bajarê Cizîrê. Xelkê Cizîrê hemî bi hev re rabûn bi merasim û hela helayeka mezin a wekî roja heşrê Memo birin di gorrê de veşartin. Zînê jî ji Mîr Zeyneddînê birayê xwe re got ku:
- Piştî mirina Memo ez nikarim bijîm, ez ê jî bimrim xwe bigihînim wî. Lê min divê di zewaca Tacdîn û Sitîyê de te çawa dawetek mezin li dar xist tu ji bo me jî dawetek wiha li dar xî.
Zînê çû xwe avêt ser gorra Memê û giriya, heta ku ew jî mir. Di wê navê re gava Tacdîn ber bi hawara mirina Memo ve diçû, rastî Beko hat, şûrê xwe kêşa û ew li wê derê kuşt.
Cizîrî rabûn Zîn jî anîn xistin gorra Memê û Beko jî li goreka nêzî wan veşartin. Piştî demekê du darên servîyan li ser gorrê şîn bûn lê stirîyek di navbera wan de hilat û nehişt ku ew xwe bigihînin hev.
Ji wê rojê pê ve xelkê heta heta Mem û Zîn bi navê evîndarên zulmlêkirî û Beko jî bi navê fesadî û gelaciyê bibîr anîn ji xwe re kirin îbret.
---
Yê ku bi kurtî nivîsiye: Mûrad Ciwan
 
Dîk û Kîso

Hebû tunebû, carekê ji caran, dîkek û kîsoyek hebûn.
Salekê herduyan biryar dan ku bibin şirîkên hev ên cotkariyê. Haziriya xwe kirin ku wê salê cotê xwe bikin. Tovê xwe peyda kirin û man li hêviya dema cotkirinê. Lê dîko her roj çû hinek ji tovê wê salê xwar. Heta kîso pê hesiya wî nîvê tovî xwar. Kîso hêrs bû, rabû misasek li qorika dîko da. Ba ji ber dîko çû. Dîko jî nikulek li nava çavê kîso da, çavê wî rijand.
Kirin nekirin li hev nehatin, biryar dan ku herin nik qazî doza xwe safî bikin.
Bi hev re dan rê çûn ber şerîeta bûmî.
Kîso berê xwe da bûmî, got:
- Ya bûm!
Bûm got:
- Ew navê min e.
Kîso got:
- Li ser tûm.
Wî got:
- Ew paytextê min e.
Kîso got:
- Em hatine cem te şerîetê.
Bûm got:
- Ew karê min û bavê min e.
Kîso got:
- Ez û dîko em bûne şirîkên hev ên cot.
Bûm got:
- We aqûbetî kir.
Kîso got:
- Dîko nîvê tovî xwar.
Bûm got:
- Wî bênefsî kir.
Kîso got:
- Min misasek li qorikê da.
Bûmî got:
- Te neheqî kir.
Kîso got:
- Ba ji ber çû.
Bûmî got:
- Wî bîhnfirehî kir.
Kîso got:
- Wî nikulek li çavê min da, çavê min rijand.
Bûmî got:
- Wî jî bêhemdî kir.
Bûm rabû ser xwe û got:
- Bi eniya xwe ya pan kim, min ya xwe got; dîk û kîso nabin şirîkên hev ên cot.
Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
 
Qertel û kûsî

Hebû tunebû, carekê ji caran qertelek gellek birçî bû bi rojan gerriya negerriya tu nêçîr ji xwe re peyda nekir. Welê lê hat ku dikir îdî ji nêza bimire. Li ber kevirekî sekinî. Ji birçîna hustiyê wî xwar bûbû, serê wî ketibû ber wî.
Di wê navê re kûsiyek di wê derê re derbas bû. Qeretel di nbava wê perîşaniyê de dît. Jê re got:
- Birayê qertel, çi bi te hatiye ku tu wiha hustuxwar li ber vî berî sekiniyî?
Qertelî got:
- Xwenga kûsî, qet li halê min mepirse, çend roj in birçî me, min tu nêçîr peyda nekir, dikim ji nêza bimirim.
Kûsî got:
- Riyek heye ez dikarim ji te re bibêjim. Lê ditirsim ku tu bêbextiyan li min bikî.
Qertelî got:
- Bêbextiyan li te nakim, ka ji kerema xwe re bibêje bê çi ye.
Kûsî:
- Xwarnek heye, tim jî peyd dibe. Tu ji min re sond bixwî dê niha raberî te bikim.
Qertelî got:
- Ahd û wahd be ku tu tu zirarê ji min nabînî.
Kûsî dest pê kir, got:
- Di vî erdî de kûsî pirr in. Hema wan bigire, têxe nava penceyên xwe, bi hewa bikeve, bilind bibe û paşê wan berde ser beran. Ew ê qalikê wan bişikê, hundurê wan tijî goşt e. Hema dakeve, ji xwe re bixwe.
Gava kûsiyê ev yek got kêfa qertelî hat. Per û baskên xwe daweşandin û got:
- Xwenga kûsî, erê min ahd û wahd dabû te, lê tu dibînî halê min nîne ez li pey kûsiyan bigerim. Ma ji te çêtir heye?!
Qertelî kûsî xiste nava pencên xwe û bi hewa ket. Bilind bû, bû û ew ji nava penceyên xwe bera ser beran da. Kûsî li tahtekê ket, qalikê wê perçe perçe bû, qertel li serê venişt û ew xwar. Gav kûsiyên din ev yek dîtin, bi lez û bez baz dan xwe veşartin, lê gunehê kesî bi wê kûsiyê nehat. Hemiyan gotin:
- Heqê wê bû, divê meriv bi qewm û hevalên xwe re xayin dernekeve!
Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
 
Rovîyê dûvqut
Hebû tunebû, pîrek hebû. Pîrê bizinek hebû. Her roj pîrê diçû bêriyê, bizina xwe didot, tanî malê, ji xwe re dikir mast, penêr, lorik, toraq, çortan û gellek tiştên din ku meriv jî şîrî çêdikir.
Rojekê gava pîrê ji bêriyê vedigerriya, roviyekî fennek ew dît. Bîhna şîrê germ ê taze hat bêvila wî, dilê wî gellek bijiya şîrî. Bi dizî da dûv pîrê, ew taqîb kir, kir heta pîrê hat mala xwe. Rovî xwe li quncikekî teland heta pîrê derket derva, çû nava malan. Ku pîrê çû, rovî bi dizîka ket hundur, elbika şîrê pîrê bi ser xwe dakir, hemî vexwar û da rê çû.
Pîrê hat malê, dîna xwe dayê ku şîrê wê hatiye dizîn. Pîrê gellekî li ber ket, lê çi bike!? Tiştekî ku bikira tune bû.
Bu sibe, pîrê cardin çû bêriyê, bizina xwe dot û vegerriya mala xwe. Roviyê fennek wê rojê jî li pey pîrê hat, xwe li quncikekî teland. Gava pîrê derket derva, çû şîrê pîrê hemî bi ser xwe dakir,vexwar.
Roja din jî û yeka din jî bi vî awayî derbas bû. Pîrê her ku şîrê xwe dianî, jê dihate dizîn. Rojekê pîrê got ªêdî bes e, ez ê xwe veşêrim û li bendê bim bê kî tê şîrê min vedixwe. Ew kî be ez ê derseka mezin bidim¼ê´.
Roja din pîrê çû bêriyê, bizina xwe dot û hate malê. Şîrê xwe danî hundur û derket derva. Lê hema zûzûka çû di paca paşiya malê re bi dizîka kete hundur, şûnikê kinca xist destê xwe û xwe li pişt derî teland.
Wê rojê jî wekî her gav rovî li pey pîrê bû. Ku dît pîrê ji malê derket, hema bi lez baz da hundur û elbika şîrî bi ser xwe dakir, hemî vexwar. Pîrê her tişt bi çavê xwe dîtin. Hêrs bû, şûnikê xwe rakir. Gava rovî vegerriya ku di derî re derbas bibe biçe, tam di nava derî de pîrê şûnik got ªhimmm´ li qorrika rovî da. Rovî xwe da alî, qorrika xwe xelas kir. Lê şûnik li nîveka dûva wî ket û dûv qut kir. Bi tirseka mezin û bi jana dûvê, heta jê hat baz da, çû çolê.
Pîrê dûva rovî girt û bi dilê rehet çû ser karê xwe.
Roviyê me jî bi poşmaniyeka mezin da rê çû nava roviyên heval ên xwe. Gava roviyan ew dîtin û dîna xwe danê ku dûva wî qut bûye, hemî bi carekê de pê keniyan, gotin:
- Ho roviyo qolo quto,
Min di bin dûva te hilkuto!
Ho roviyo, qolo quto,
Min di bin dûva te hilkuto!....
Roviyê dûvqut, şerm kir, neşiya biçe nava wan. Bi hustuxwarî da rê çû, bi tenê ma.
Roj hatin û buhurîn, dûva rovî rehet bû, lê ew her roviyê dûvqut ma. Neşiya biçe nava roviyan bilîze. Rojekê got ªez ê herim baxişandina xwe ji pîrê bixwazim, bila dûva min li min vegerrîne da ez jî bikaribim biçim nava hevalên xwe, yariyan bikim.´
Da rê çû, çû ber deriyê pîrê. Teq, teq li derî da. Pîrê got:
- Ew kî ye?
Rovî got:
- Ez im, ez roviyê dûvqut im. Min divê ez te bibînim!
Pîrê got:
- Were hundur.
Rovî çû hundur, got:
- Pîrê, ez hatime doza bexişandina xwe li te bikim. Ez poşman im, uzrê xwe ji te dixwazim. Min divê tu dûva min li min vegerrînî.
Pîrê got:
- Baş e ku tu baqil bûyî. Lê poşmanî ne bes e. Here şîrê min bîne, ez jî dûva te li te vegerrînim.
Rovî da rê, çû ku şîrê pîrê bîne. Çû ba bizinê, got:
- Bizinê, bizinê, ma tu nikarî xêra xwe elbikek şîr bidî min,
bibim bidim pîrê,
pîrê jî dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Bizinê got:
- Baş e, lê tu jî here ji min re çêrê bîne, ez bixwim da şîr têkeve guhanên min, ez bidoşim bidim te.
Rovî çû ser mêrgê, got:
- Mêrgê, mêrgê tu xêra xwe nikarî çêrê bidî min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Mêrgê got:
- Baş e, lê tu jî here avê bîne bide min, da çêreya min gurr û himbiz bibe, ez bidirûm, bidim te.
Rovî da rê, çû ser kaniyê, got:
- Kaniyê, kaniyê ma tu xê ra xwe nikarî avê bidî min,
bibim bidim mêrgê
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Kaniyê jî got:
- Baş e, lê tu jî here ji keçikên gundî re bibêje, bila werin li ser min dîlanê bigrin, da kêfa min were, ez jî avê bidim te.
Rovî da rê, çû ba keçikên gundî, got:
Keçikno, keçikno, ma xêra xwe hûn nikarin werin li ser kaniyê dîlanê bigrin da
kêfa kaniyê were, avê bide min,
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Keçikan gotin:
- Baş e, tu jî here ji bo me her yekê cotek şimik bîne da em werin serê kaniyê dîlanê bigrin.
Rovî da rê, çû ba goşkarî, got:
- Goşkaro, goşkaro, ma tu nikarî xêra xwe şimikan bidî min,
bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kaniyê, dîlanê bigrin,
kêfa kaniyê were, avê bide min
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Goşkarî got:
- Baş e, lê here ji min re hêkan bîne da ez jî şimikan bidim te.
Rovî çû ba mirîşkê, got:
- Mirîşkê, mirîşkê, ma tu nikarî xêra xwe hêkan bidî min,
bibim bidim goşkarî,
goşkar şimikan bide min,
bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kaniyê, dîlanê bigrin,
kêfa kaniyê were, avê bide min,
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Mirîşkê got:
- Baş e, lê here ji min re qût bîne da bixwim, hêkan bikim, bidim te.
Rovî da rê çû ba kewarê got:
- Kewarê, kewarê, ma tu nikarî xêra xwe qût bidî min,
bibim bidim mirîşkê,
mirîşk hêkan bide min,
bibim bidim goşkarî,
goşkar şimikan bide min
bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kaniyê, dîlanê bigrin,
kêfa kaniyê were, avê bide min,
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Kewarê got:
- Baş e, lê baran tê, ji banê xanî de dilop bi ser min de tên, ez neşêm danê hundurê xwe ziwa biparêzim. Tu here serê banî bangeran bike, bila dilop bên birrîn ez jî qût bidim te.
Rovî çû ser banê xênî,
qeysik xist bangeranî,
banê xênî gerrand,
dilop rawestiyan.
Rovî çû ba kewarê,
kewarê qût dayê,
bir da mirîşkê,
mirîşkê hêk danê,
bir da goşkarî,
goşkêr şimik danê,
bir da keçikan,
keçik hatin li ser kaniyê reqisîn.
Kêfa kaniyê hat, av dayê,
bir da mêrgê,
gîhayê mêrgê gurr û geş bû,
mêrgê gîha dayê,
bir da bizinê,
bizinê şîr dayê,
bir da pîrê.
Kêfa pîrê hat, ew bexişand, anî dûva wî bi xişran xemiland û pê ve kir. Dûveka ji ya berê xweşiktir a bi xeml û xişr li pey rovî, da rê çû nava hevalên xwe.
Hemyan li rovî nihêrtin, şaş man, gotin:
- Rovî te ev dûva xweşik a rengîn ji ku anî?
Rovî jî di dilê xwe de got, ªvan gellek henekên xwe bi min kiribûn, ez ê jî îro fennekê bînim serê wan´. Bi deng got:
- Hûn dizanin, golek li vê nêzîkayiyê heye. Ez êvarê çûm, min dûva xwe xist nava golê, ez heta êvarê tê de rawestiyam. Sibehî ez rabûm ku dûva min bi vî awayî xemiliye.
Roviyên din, hemiyan gotin.
- Baş e, em jî herin dûvên xwe têxin golê, bila dûvên me jî bixemilin.
Hemî bi hev re çûn, dûvên xwe xistin nava golê.
Dema zivistanê bû, dinya gellek sar bû. Bi şevê ava golê qerisî, dûvên hemiyan pê ve man. Gava rovî pê ewle bû ku hemî hişk bi golê ve mane, baz da çû ber gundê nêzîk û kire zûrre-zûrr. Seyên gundî pê hesiyan û dan dûv wî. Rovî jî hat di navbera roviyên nava golê re beziya çû. Se jî hemî bi hev re bi ser golê de hatin. Gava roviyan dîtin ku seyên gundî gîhaştine hev û ber bi wan de dibezin tên, ji tirsa canê xwe hemî pengizîn û zora bezê kirin. Lê ji bo ku gol qerisî bû, dûvên hemiyan qut bûn, di golê de man. Kesî neşiya dûva xwe xelas bike, baz dan çûn hew canê xwe xelas kirin. Se vegeriyan gundî. Bû sibeh, rovî li hev civiyan. Hemiya bala xwe dan hev, dîtin ku ji bilî roviyê dûvqut ê berê hemû bûne dûvqut.
Roviyê me derket serê zinarekî, got:
- Lê, we henekê xwe bi min dikir ku çima ez dûvqut bûm. Niha, îcar dora we ye.
Rovî hemî poşman bûbûn ku henekê xwe pê kiribûn, lê bêfêde bû, wan îdî dûvên xwe wenda kiribûn.
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
 
Roviyê Şêr
Hebû tunebû, Şêrek hebû. Rojekê ji rojan, dîna xwe dayê ku wa ye roviyek ji hember ve tê. Lê roviyekî jar û belengaz û pirç weşiyayî bû. Şêrî jê pitrsî:
-Rovî ma xêr e, çima tu wilo belengaz bûyî û pirça te weşiyaye?
Rovî got:
-Ey serwerê lawiran, îsal dijwar bi ser min de hat û ez wilo şepirze bûm.
Şêrî got:
-Gelo ma tu çi dibêjî ku ez te têr bikim?
Rovî got:
-Ma tiştekî ji vê çêtir heye ku ez vê sala han têr bixwim.
Şêrî got:
-Bimeyzîne, çi pirsa ku ez ji te bikim, cewabê li min vegerrîne.
Rovî got:
-Beş e, ezbenî.
Şêrî got:
-Çavên min çawa ne?
Rovî got:
-Çavên te çavên Şêran in.
Şêrî got:
-Pirça min çawa ye?
Rovî got:
-Muyên te wekî singên di zirhan pîj in.
Şêrî got:
-Serê min çawa ye?
Rovî got:
-Serê te serê qahremana ye.
Şêrî got:
-Lepên min çawa ne?
Rovî got:
-Lepên te lepên şêran in.
Şêrî got:
-De rabe bide pey min.
Rovî da pey şêrî, çûn çûn, gîhane mêrgeke wekî mêrga Selekûnê. Malûm e, ku hesp û hêstirên hesinan tê de ne. Şêrî bergîlek ji yên qelew raçav kir û lepek lê da, ji rovî re kire kerma goştî û gote rovî:
-De vê carê rabe bixwe û rûnê bixwe. Her çi cara ku tu birçî bibî, bi ser min de were.
Rovî jî kete ser goştî û têra xwe xwar.
Rojekê, duduyan, sisêyan, heta ku zikê rovî nepixî, ew qelew bû û çavên wî sor bûn.
Rojekê dît ku va ye roviyek ber bi wî de tê. Ew jî wekî wextê wî yê berê jar û reben e û belkê jê jî belengaztir e. Jê re got:
-Bira, tu çima wilo belengaz î?
Rovîyê jar jê re got:
-Bira, ma tu nizanî ku îsal sala xelayê ye. Roviyê çavsor jê re got:
-Kuro bala xwe bide min, çi pirsa ku ez ji te bikim, tu li min vegerrîne, ez ê zikê te têr bikim.
Roviyê jar got:
-Baş e, ezbenî.
Roviyê çavsor got:
-Çavên min çawa ne?
Roviyê jar got:
-Çavên te, çavên roviya ne.
Roviyê çavsor got:
-Na bira, wilo mebêje.
Got:
-Lê bêjim çi?
Roviyê çavsor rabû ew tiştên ku wî ji şêrî re gotibûn hemî fêrî roviyê jar kirin û got:
-A bi vî awayî bêje.
Roviyê jar got:
-Baş e, ezbenî.
Roviyê çavsor got:
-Çavên min çawa ne?
Rovîyê jar got:
-Çavên te çavên şêran in.
Roviyê çavsor got:
-Pûrta min çawa ye?
Rovîyê jar got:
-Muyên te wekî singên di zirhan pîj in.
Roviyê çavsor got:
-Serê min çawa ye?
Rovîyê jar got:
-Serê te serê qahremana ye.
Roviyê çavsor got:
-Lepên min çawa ne?
Rovîyê jar got:
-Lepên te lepên şêran in.
Roviyê çavsor got:
-De rabe bide pey min.
Rovîyê jar da pey Roviyê çavsor, çûn çûn, gîhane mêrgekê. Rovîyê çavsor bergîlek ji yên qelew raçav kir, xwe zer kire paşiya wî û lepek lê da. Wî got qey ew jî wekî şêrî wê bergîlê bavêje erdê. Lê ne wilo derket. Bergîlî hema pihînek li nava çavên rovî da, ew li erdê dirêj kir. Roviyê jar, tirsiya, xwe bi dûr xist û got:
-Welle, bira, min dizanî ku tu ne şêr î, lê te xwe li ber çavên min dikire şêr. Min jî bi hêviya çêniyek qoşt, digot, »Belê!«.
Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
 
أعلى