Helbeste , Ehmedê Xanî

ERŞÊ MUELLA

Ey ayîne ê dil bi Cemala Te mucella
Sed sefhe bi yek zerre ji nûra Te mutella

Insan, Te ji bo alemê Kubra kire nusxe
Lew mudxeyekî jê Tu dikî ErŞê muella

Wehdet bi heseb kisretê e’yanê mezahir
Her so bi sifatan diketin keŞfê tecella

Lew muxtelefîl-qewl û emel bûne xelaîq
Kafîr, ji senem bûne bi navê Te tesella

Sirra xwe nîhanî ku Te da Ehmedê Xanî
Ez xeyrê berî Şud, be Ti awerdî tewella
 
TEXTÊ DÎLBERÎ

Îro li textê dîlberî, ya Rebb! Çi Şîrîn esmer e?
Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e?

Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev
Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere

Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der
Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e

Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt Şefeq
Ya belg û netrik, ya wereq, ya qiŞt e,yana çenbere

Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew
Şutrî ne, ya Şeb‘bo ne ew, ya toxê Şahê sencer e

Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîŞan û xal
Keysû ne yan Hezret Bîlal, meŞxûlê Ellah ekber e

Çav in gello? Ya serxweŞ in, ya kafir in ya dilreŞ in
Bêmar in ew ya nexweŞ in, yan nêrgiz û cadûkher e

Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher
Ew qend e ya Rebb! Ya Şeker,ew suhd e yane xebere

Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal
Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e yana mezher e

Dêm, ŞûŞe nûra heqq di nav, dev xunçe ya Şirîn gulav
Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîŞan Anber e

Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan
Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e

Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur’an’î ye
Yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e

Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in
Em aŞiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e

Ew gerdena Şubhê Şemal, ser çesmeya ava zelal
Qarûreya xemra helal, ya Şîse ye, yan mermer e

Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan Ke’be ya Îsa ye ev
Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e

Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye
Yan bulbulê wêrane ye, yan Ûd e,yana mîcmer e

Ew Xanî yê dildade ye, meŞreb ji rengê bade ye
Derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.
 
EY DIL

Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf
Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf

Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî
Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf

MeŞqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet
Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf

AŞiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket
Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf

Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî
AŞiqê îŞqîbazekî, bendî diket belayê zulf

Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan
Xencer û Şîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf

Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran
SerxoŞ û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf

Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan
SerxoŞ û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf

Şêx û mirîd û salikan, Şah û feqîr û malikan
Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf

Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e
Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf

Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî
Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf

Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û Şaîran
„Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf
( derde, ji destê tayê zulf )
 
EY DILA SAQÎYÊ MEHWEŞ

Ey dila ger te divêten bibî daîm mesrûr
Di terebxaneyê dunya wexwe ava engûr
Perdeyê xefletê xewxayê cîhanê bidirîn
Ji meqamî kî behîŞtî ji sedayê Tenibûr

Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz
Vexwenit, Ke’be yê dil, ta bite beytîl me’mûr
Perdeyê zulmetê eŞxalê cihanê bi dirrîn
Ji netergahê cemalê Tu hîcabê bike dûr

Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin
Nexlê ''Mazaxe'' ne kêsî Tu ji xal û xetê hûr
Gunehan ger nebûwa lezzet û zewqek haŞa!
Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb me’cûr.

Mey û me’Şûq û hewesbazîyê dunyayê zuhûr
Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah ê xefûr
Min guneh tê bi gunahan ku di nêv baxê cîhan
Semerî xweŞtir ewin, bûn bi heramî meŞihûr

Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket
Meh û salan digirit herwe ji (umrê) emrê me qusûr
Rabe ey saqiyê mehwes tu ji rexma felekê
Bide min badeî le’lî Tu ji cama fexîfûr

Şêxê cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad
Li miradê dilê murde dibîtin keŞfê qubûr
Ya’nî ew xane ê gil nabite qabil qet’a
Ne bi çeŞmê dilê nazir,ne bi rûyê menzûr

ÎŞqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz
Şem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr
Şebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa
Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête zuhûr

Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin
Bike qelbê me tu saqî ji Şeraba xwe tehûr
Da bikem keŞfê meqamatê ulûwwê derecat
Ya bikem keŞfê keramatê ji dara mensûr
 
EY DIRÎXA !

Ey dirîxa! Ma me tenha ez ji Şemsa xawerê
Xan û man têk bûne zulmet, paŞî wê dêm enwerê

PaŞî lêvên wê venaxum mutleq ava Kewserê
Min nevê dunya bi carek, piŞtî wê sîmîn berê

Ger bizanim ez di hesrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê pê çi kem! Pê wer bi kem xakisterê

Sed texabun! Çu ji bal min ew hebîna çav belek
Ah û efxanê ji min daîm di çûn çerxa felek

Hem ji ber feryadê min aciz dibûn îns û melek
Mam di qeyda dax û derdan pasî wî zulfên xelek

Hîcreta yarê bihatim subhê findê Şu’ledar
Ketme sêla îŞtîyaqê, ji-htiraqê bûme nar

Ez wucûdek bê wucûd im, suhtim têkve bûm xubar
Min nevê dunya bi carek piŞtî wê çavî xummar

Ger di hîna ez wefat kim, bête ser min Ezraîl
Mujdeya xuldê bidet min hem di wê geh Cibraîl

Xidr û Îlyas hem bibîtin her ji boy min re delîl
Dê bibêjim min nevêtin xuld û kewser, Selsebîl

Çerxê kec reftarî waweyla! Ku ez talan kirim
Ser bi gerdan bûm û lêkin zêde sergerdan kirim

Bê dil û Şuxl û hewes, carek ku bê iz’an kirin
Zêde wê bê murwetê ev reng ku ez talan kirim

Zînîhar! Ey dosîtan wextê dikim ez hîcretê
Wan du mîsraan kîtabet kin li belgê kaxetê

Da di dest min da senet bit ew di hîyna hezretê
Wesfê halê min bibêjin ew di wextê wesletê

Xanîya ta key bibêjî ev sual û ev cewab!
Ew ji wî sadir bûye ey bê edeb, ey bê hîcab!

Ew qedaya barîye, razî bibe ey mal xirab!
Belkî bîtin mûcibê narê ji bo te ew xitab
 
أعلى