Helbeste , Ehmedê Xanî

EY WAHIDÊ PÎNHAN

Ey wahidê pînhan ku ji zatê Te ne peyda,
Ev kewn û mekan, erd û sema kûnbedê xedra.

Erwah û ûkûl, Enfûs û E’raz û Cewahîr
Halîn û musewwer, ne Mehell û ne Heyûla

Lewh û Qelem û Kursî û ErŞ, Encum û Eflak
Hem agir û hem ax û hewa,cumleyê esya

Sed qafile mewcûd û peyapey,mutewatir
Her lehze ji Sehra yê edem tên bi temenna

Hin, neqdê fenayê diguhorin bi beqayê
Hin,neqdê wucûda xwe dikin bê bedel îfna

Her yek bi wucûda xwe wucûda Te dixwazin
Bil cumle xirîdarê cemala Te ne heqqa

Lew suphet ê pîra bi hewes talibê Yûsif
Dor hatîye ‘Xanî‘ kelefa rîsê di desta

Ew jî bi meta ê xwe qumasê Te di xwazit
Subhaneke len tu’yîse mîn rewhîke eb‘da
 
HERO SED CAR

Hero sedcar ji îlfa wê, di bim keyfê li meyxanê
Vebir min têt ku zulfa wê, dinalim Ez ji hicranê
Di nalim lew gelî yaran ji çehvan xûn diçit baran
Ji sehma eqreb û maran wekî ew têne lêkdanê

Wekî ew têne ser balan bibînin nuqte û xalan
Bi nefŞ û xunçe û alan, di ser da mahê tabanê
Di ser da ew meha enwer, ji reyhan sunbulan da ser
Kirim sewda û hem ebter, ji min dil bir bi talanê

Ji min dil bir evê carê, ku min dî qameta yarê
Wekî selwê li cobarê, vemesya hate eywanê
VemeŞya ya ew sifet horî, ji rengê sorgula jorî
Ruhê Şirîn dikim gorî, ji bo xalê û nîŞanê

Nîsan û sûretê re´na, didin ku li miskê sed te´na
JI Xanî lêne pirr me´na, wekî Ayatê Qur´anê
 
HER DINALIM

Her di nalim Şev û rojan, meger ez Eyyûbim ez
Hêstiran her vedimalim, meger ez Yequbim ez

Bigirin dest ji me bêrûn, kul û derdan ku yek in
Wer bi pêçin bi cefayê xwe, ku ez mektûbim ez

Hindekî xem hene daîm li min ew vêk dikevin
Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî mehbûb im ez

Xem, telebkarê meye, em xo telebkarê dîyar
Weh tilismê telebim ez, talib û metlûbim ez

Eceb îqbalî ji bo min nihe “ Xanî “ ku li bal
PadîŞahê xem û derdan, wehe ez merxûbim ez
 
HILO

Dilo, rabe xwe kêf xweŞ ke, biçîn seyra gulistanê
Bese, carek tu xwe bi weŞ ke, Hilo! Da biçne seyranê

Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê
Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê

Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan
Be dil meŞ´el çira îsan, me can da Şubhê perwanê

Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade
Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê

Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan Şerbetek da min
Bi dîn guh Şîretek da min, girim bende di fermanê

Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit
Divê her dem muwafiq bit, wekî Şêxê di senanê

Wekî Şêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit
Bi emrê dostê kafir bit, bi sojit suhfê quranê

Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe
Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê

Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit
Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê

Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne
Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxŞane

Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye
Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê

Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv âmê
Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê

Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan
Dil û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê

Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn
Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê
 
MEDHÎYE Û MERSÎYE

Kanê Muhammed beg gelo? Ka PadîŞahê Serhedan?
Îro ji dil bigrîn dilo! ka PadîŞahê Serhedan?

Îro bi bînin îbretê, axa û xelqê hêŞetê
Kanê xwedanê xîretê,ka PadîŞahê Serhedan?

Mîrê di nêv mîran bi nav, esheb suwarê rim zirav
Bala bilindê perr belav,ka PadîŞahê Serhedan?

Kî, dî we reng zatek Şerîf,erkan û ezmanek letîf
Alem didest wî bû zeîf, ka PadîŞahê Serhedan?

Koma Dimil bû sê hezar,sed Mîrekan vêkra du car
Jêk rakirin,kir tar û mar,ka PadîŞahê Serhedan?

Senceq ji ser qemmê birrî, Bitlîsîya wan jê kirî
Xanê Dimil ker bû, çirrî,ka PadiŞahê Serhedan?

Kanê ezîzê Misrîyan,kanê edûwwê Wanîyan
Kan hevrikê Mahmûdîyan,ka PadîŞahê Serhedan?

Kanê emîrê namîdar,serhed niŞînê xundekar
Pasan ji bo pêŞkês hinar,ka PadîŞahê serhedan?

Kanê emîrê zî funûn,ka aqilê teb’et cunûn
Alem li ber wî bûn zebûn,ka PadîŞahê Serhedan?

Çend mîr û hakim rakirin, çend xan û sultan da kirin
Kom û heŞem ber Ba kirin,ka PadiŞahê Serhedan?

Ew hakimê pirr nav û deng, hem teb’etê Teymûrê leng
De’wa dikir biçye Frenk, ka PadîŞahê Serhedan?

Pêla ku wî dîwan di girt, xelqê edeb erkan di girt Heybet ji wan dîwan di girt, ka PadîŞahê Serhedan?
 
Wextê bi ser hespê diket, ŞeŞ caniban rev pê di ket
Heybet bi ser xelqê di ket, ka PadîŞahê Serhedan?

Daîm edalet pêse bû, xayet deqîq endîŞe bû
Nazik tebîet ŞîŞe bû,ka PadîŞahê Serhadan?

Dîwan û edl û dadîgîr, îz’an pirr û roŞen zemîr
Hetta xweŞîn nakin ji bîr, ka PadîŞahê Serhedan?

Dîwan û eywan sanisîn, ew sedr û hewzê nazenîn
Man Şubhê firdewsê berîn,ka PadîŞahê Serhedan?

FerŞên di dîba û herîr,îstebreqên wî bê nezîr
Bê îxtîyar mayîn ji bîr,ka PadîŞahê Serhedan?

Ev xalîyên ermûŞê qezz,wernagirin kes Şubhê xezz
Xalî bûyîn meydan û rez, ka PadîŞahê Serhedan?

Rez bû mîsala cennetê,eywan ji sun’a qudretê
Kes nîne tê ket suhbetê,ka PadîŞahê Serhedan?

Elmas û le’l û gewheran,Tomar û tac û bin perran
Hedd nîne bêxme defteran,ka PadîŞahê Serhedan?

Ew ŞehniŞîn û hewz û av,nêçîrgehê pirr seyd û rav
Nabit bibêjim ez bi nav,ka PadîŞahê Serhedan?

ŞahînŞehê gerden firaz,aza kirin Teyhûn û qaz
Terxan kirin Teyxûn û Baz, ka PadîŞahê Serhedan?

Mîrê Me wa nabit suwar, têr bûya ew naçit Şikar
Teyxûn û Terlan man li xwar,ka PadîŞahê serhedan?

Serdarîya koma gelek naket suwarê çav belek
Çavet spî bin ey Felek! Ka PadîŞahê Serhedan?

Taq û Rewaq û menzeran,kosk û kelat û xeyberan
Wan cumle nîŞan heyderan,ka PadîŞahê Serhedan?

Ew cumle,wî îcad kirin,her çend qewî bunyad kirin Çerxê,hejand berbad kirin,ka PadîŞahê Serhedan?

Xwahê Kelatan bê zefer,dijmin ji ber wî bê meferr
Wê çûye nêva ax û ber,ka PadîŞahê Serhedan?

Dunya di borîtin bi dor,umrê ezîz nadin bi zor
Dewlet di bên: Naçîte gor,ka PadîŞahê Serhedan?

Yareb hebit ocax qedîm,emmên di wî, xweŞ bin emîm
Bilxasse ew durra yetîm,ka PadîŞahê Serhedan?

Durdanyê gewher sedef,ew ma ji wî neslê xelef
Ya Reb nekî wan zû telef,ka Padîsahê Serhedan?

Xanî! Tu jî, destan hilîn,Her çend ku zêde dil kulîn
Îro ji mîrê sailîn, ka PadîŞahê Serhedan?

Em jî di bên : Xanî mîsal, kanê hem û dost û heval
Ka tac û text û mulk û mal, ka PadîŞahê Serhedan

Ka mîrek û xan û xwe dan,ka çadir û konê vedan
Zozanê Qardox û Medan,ka PadîŞahê Serhedan?

Kanê welat kanê welat,ser kanîya avul heyat
Ka Xizrê azadî ne hat,ka PadîŞahê Serhedan?
 
أعلى