كلمات اغاني الفنان Bedil

Gava Tu Têyî Bîra Min



Gava tu têyî bîra min Xweşíkê Xweşíkê
Gava tu têyî bîra min Xweşíkê Xweşíkê
Lalome li devê min dikeve axîn ji dilê min tê
Lalome li devê min dikeve axîn ji dilê min tê
Were were Were were de Tu were bamin
Were were Were were de Tu were bamin
Nav û dilê min helîya têyî sebeba min
Nav û dilê min helîya têyî sebeba min

Gava ez Te di bînim bedewê bedewê
Gava ez Te di bînim bedewê bedewê
Akil li serê min namîne devê min nagerê
Akil li serê min namîne devê min nagerê
Were were Were were de Tu were bamin
Were were Were were de Tu were bamin
Nav û dilê min helîya têyî sebeba min
Nav û dilê min helîya têyî sebeba min

Îro dîsa li Dawetê yî Delalê delalê
Îro dîsa li Dawetê yî Delalê delalê
Ez muxtacê Te me tuwê bi minre bive hevalê
Ez muxtacê Te me tuwê bi minre bive hevalê
Were were Were were de Tu were bamin
Were were Were were de Tu were bamin
Nav û dilê min helîya têyî sebeba min
Nav û dilê min helîya têyî sebeba min
 
Haydê Em Herne Dawetê


Haydê em herne dawetê
Haydê em herne dawetê
Vê daweta li gurbetê
Ji Govendê dernayên
bireqsin heta sibe

Destê xwe bide destê min
Destê xwe bide destê min
Tu bawerbike ji min
Çiqas Ez ji Te hes dikim
Ji Te pêştir kes naxazim

Dilê min bi Teveye
Dîn bume ji bona Te
Ez har bume ji bona Te
Were em bi ghîjne hev
Emê bikin kêfa xwe
 
Hey Dîlberê


Hey dîlberê
Heyran ezê diçume dawetê govend bu di gerîya
Kurban ezê diçume dawetê govend bu digerîya
De minê li wêderê dîlberek dîbu
Li perê govendê ji xwere dimeşîya.....Dîlberê.
Wele gava min wê dî çokê min rihilîn qamê min şikestin
Kurban gava min wê dî çokê min rihilîn qamê min şikestin
De minê jêre dixwest tiştekî bêjim....
Minê kir û nekir devê min negerîya.....Dîlberê

Hey dîlberê.......
Heyran ezê nizanim eslê Te çîye
Kurban ezê nizanim eslê Te çîye
De minê li eslê Te di pirsî di gotin ye Êzdîye..dîlberê
Wele gava ez bi eslê Te hisîyam
Kurban gava ez bi eslê Te hisîyam
De ezê hewkas li der û Dinyê gerîyam
Hê vêgavê dilê min hate cîye....Dîlberê

Hey dîlberê
Heyran ezê nizanim navê Te çîye.
Kurban ezê nizanim navê Te çîye
De minê li navê Te di pirsî digotin ye xwestîye..Dîlberê
Wele gava ez bi xwestina Te hisîyam
Kurban gava ez bi xwestina Te hisîyam
De ezê weke Berfa li serê Çîyan
Hêdî hêdî ji xwere mihiîyam....Dîlberê
 
Keçikê Çima


Keçikê çima Tu wisa dernayî ji bîra min
Gava ez Te dibînim nur namîne di Çavê min
Heqê Te li min çîye ev êş xiste dilê min
Bi wê beşera xweye xweş Agir berda canê min
Bi wan xeberê xweyî xweûş Agir berda canê min

Çi ecêb û sosrete Te anî serê min
Welleh Te bi wan awira birîndarkir dilê min
Eşka min pingar daye weke Çemê Qubînê
Eşka min pingar daye weke Çemê Farqînê
Ji Te pêştir nikare vê pingarê bi çikîne

Bes van nazîya bike xwe li min giran neke
Vê Eşqê xira neke malka me wêran neke
Ji xebera kesî neke serê xwe di bela neke
Ji xebera kesî neke serê xwe di bela neke
Were em bi gihîjne hev Derman bikin birînê xwe
 
Kula Şehîdan


Ey wax li min wax van Şehîdan wax
Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax
Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax
Ey wax li min wax van Şehîdan wax
Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax
Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax

Ey wax li min eyx wax limin lê lê Dayê
Çi zemanek xirab hat ser vê dinyayê
Soz û qerarê felekê li pey me nayê
Kula şehîdan ji dilê me dernayê
Ey wax li min eyx wax limin lê lê Dayê
Çi zemanek xirab hat ser vê dinyayê
Soz û qerarê felekê li pey me nayê
Kula şehîdan ji dilê me dernayê

Rabe lao şerê giran tu bivîne
Mawîzerya bavê xwe ji xurçê derîne
Dilê Dayîka Te kurê min kur birîne
Rabe lao heyfa Bavo Tu hilîne
Rabe lao şerê giran tu bivîne
Mawîzerya bavê xwe ji xurçê derîne
Dilê Dayîka Te kurê min kur birîne
Rabe lao heyfa Kalo Tu hilîne

Rabe lao rabe rabe şere şere
Roma reş xayîn kafirê bi gef û gure
Şer qewimye rabe lao feyde nake
Rab pişta xwe girêde bi rext û fişeke
Rabe lao rabe rabe şere şere
Roma reş xayîn kafirê bi gef û gure
Şer qewimye rabe lao feyde nake
Rab pişta xwe girêde bi rext û fişeke

Ey wax li min wax van Şehîdan wax
Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax
Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax
Ey wax li min wax van Şehîdan wax
Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax
Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax
 
Lawikê Metînî


Lê lê Dayîkê Heyranê Ezê bi Te kim Tuyê bi xwedê kî
Tuyê rabe serê min bişo xemla min li min ke kezîyê min bi hune
Îro Tuyê cihabekê bi şîne pey lawikê metînî delalê malê
Bira were Min bi xaze yan jî bi revîne
Heger nayê min na xaze na revîne xwezgînîkê min runiştine
Qelenê min birîne wê sibê min bi rêkin hey lê lê lê lê..lê
Hey lê lê lê lê..........lê hey lê lê........
Lo Bavo feleka me xayêne ye vireke derewîne
Min û Lawikê Zerdeştî di xapîne nayê domê Hey lê....hey lê lê...

Lê lê Dayîkê heyranê, kanîkê şêxan û Mîra
Li Çîyayê Şengalê Meqbula Şêxa î bi rêzin
Min dî Qîzê gundê me ji mal derketin ser bi şarin
Bukê gundê me bi fîstanê dirêjin
Îro Tuyê cihabekê bişîne pey lawikê Metînî delalê malê
bira were min bi xaze yan jî bi revîne
Heger nayê min na xaze na revîne xwezgînîkê min runiştine
Qelenê min birîne wê sibê min bi guhêzin hey lê lê lê lê..lê
Hey lê lê lê lê..........lê hey lê lê........
Lo Bavo feleka me xayêne ye vireke derewîne
Min û Lawikê Zerdeştî di xapîne nayê domê Hey lê....hey lê lê...

Lê lê Dayîkê heyranê, kanîkê şêxan û Mîra
Li Çîyayê Şengalê Meqbula Şêxa li wî hemberî
Min dî Qîzê gundê me ji mal derketin Çav bi kilin
Bukê gundê me bi fîstanê heyderî
Îro Tuyê cihabekê bişîne pey lawikê Metînî delalê malê
bira were min bi xaze yan jî bi revîne
Heger nayê Min na xaze na revîne
Bira îşev nîvê şevê were ramîse taximê Sing û berê min keçikê
Bira devê xwe têke binê guhara boxaza qirikê hey lê lê lê...lê lê
Hey lê lê lê lê..........lê hey lê lê........
Lo Bavo feleka me xayêne ye vireke derewîne
Min û Lawikê Zerdeştî di xapîne nayê domê Hey lê....hey lê lê...
 
أعلى